HESEKÊ – Di 6’ê Tîrmehê de Rêveberiya Xwaser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk, rewşa awarte ragihand. Li ser vê esasê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li tevahî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, xebatên xwe yên ji bo rêxistin û perwerde kirina gel, di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de dewam dikin.
Li ser vê bingehê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên navçeya Til Birak ya Kantona Hesekê, ji bo ciwan û jinên ciwan ên navçeyê civînek derbarê rastiya Şerê Gelê Şoreşgerî de li darxistin. Civîna ciwanan bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahÎ şehîdên şoreşa Kurdistanê destpêkir. Di civînê de nêzî 15 ciwan û jinên ciwan amade bûn.
Her wiha di civînê de ciwanan bal kişandin ser rola ciwan û jinên ciwan ve, ya di pêşengtiya Şerê Gelê Şoreşgerî de û gotin; “Erka herî sereke ku dikeve ser milê ciwan û jinên ciwan ve, ewe ku gelê xwe di xeta rast ya têkoşînê de perwerde bike û wan bi rêxistin bike.
Heman demê de ciwana di dawiya civîna xwe de diyar kirin ku wê ji bo parastina hemû nirxên gel, şehîd û rêberê xwe ve têkoşîna xwe bilind bikin û derbên mezin li dagirkeriyê bixin.
Piştî ku ciwanan civîn bi dawî kirin, dest bi perwerdeya leşkerî ya fêrbûna çek kirin. Her wiha hate diyar kirin ku wê xebatên ciwanan, ya li dijî êrîşên dagirkeriyê berdewam bikin.