NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku QSD’ê ragihand ku noker û xayînên destê wan di şehîdkirina yek ji Fermandarê YPG’’ê Rênas Roj û dîsa şervanên wan de heye, girtine; dayika û bavê Şehîd Fermandarê YPG’ê Rênas Roj Amîne û Seîd peyamek bi dîmen parve kir.
Dayik û bavê şehîd di serî de spasiya QSD’ê û gelê Rojava kir ku xwîna zarokên wan li erdê nemaye û piştevaniya xwe ya ji bo şervan û QSD’ê anî ziman.