KOBANÊ – Îro bi sedan şeniyên Herêma Firatê, şehîdên xwe Serdar (Serdar Hirco) û Qorşîn (Mihemed Hemî) yê li ser erkên xwe gihiştin asta şehadetê, bi tilîlî û dirûşmeyên dayîkan veşartin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî giyanên şehîdên azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Girê Sipî Riyad Xelef di merasîmê de axivî û got: “Dewleta Tirk her roj êrîşî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dewleta Tirk dixwaze demografiya heremê biguherîne û pergala Osmaniyan a nûjen ava bike. Em her roj şehîdên xwe dispêrin axê lê, em Ereb, Kurd, Tirk, Aşur, Çerkes li dijî dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi berxwedanê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê rizgar bikin. Şehîdên me wê di dilê me de bimînin û em ê bigihîjin armanca şehîdan û azadiya tevahî gelan.”
Hevseroka Meclîsa Navçeya Şêranê Litfiyê Silêman jî axivî û wiha got: Dijmin careke din komkujiyên xwe li serê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dubare dike. Dewleta Tirk her tim gefan li ser herêmê dixwe û dixwaze gelên ku tê de dijîn tune bike lê em ê her tim berxwedaniya xwe xurt bikin û heta azadiyê têkoşînê bilind bikin. Şehîdên me ji bo azadiya tevahî gelan ta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşiyan.”
Hevserokê Kantona Kobanê Mustefa Îto jî axivî û diyar kir ku şehîd xeta rûmet, azadî û hebûnê ye û wiha pêde çû: “Îro qîrîna dayîkên me wê ji dijmin re bibin bersiv. Pêvajoya ku tê de derbas dibin dema têkbirina Lozanê ye. Tevî ciwan, pîr û qalan berxwedanî tê raberkirin. Em soz didin şehîdên xwe em ê her tim berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin.”
Piştî axaftinan belgeya şehîdan ji bo malbatên şehîdan hatin dayîn. Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û tilîlîyên dayîkan bi dawî bû.