NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN), li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Kurdistanê, heman demê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, wê li paytexta Frans Parîsê de, meşeke dirêj ku 2 rojan dewam bike li darbixin. Têkildarî meşa ku were li darxistin komîteya amadekar daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, dewleta Tirk ya dagirker şerê xwe ya qirkirinê hem li Kurdistanê û hem jî li derveyî Kurdistanê bê navber didomîne û gotin; “Dewleta Tirk ya dagirker di meha Nîsanê de, careke din li ser Herêmên Parastina Medyayê, ya Başûrê Kurdistanê, ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li wê derê ne, êrîşeke dagirkeriyê ya berfireh da destpêkirin.”
Heman demê de bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan. Komîteyê destnîşan kir ku li kêleka hemû êrîşên ku pêk tîn, şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi hin hincetên keyfî hîn girantir kirin e.
Li hember hemû polîtîka û êrîşên dagirkeriyê ku li ser gelê Kurd û Kurdistanê ve tê meşandin, ciwanan di bin dirûşemeya “Werin Cenga Azadiyê” de bang li tevahî gelê Kurd û dostên wê ve kirin ku, li erka xwe ya parastina Kurdistanê xwedî derbikevin.
Di dawiyê de ciwanan di daxuyaniya xwe de bang li tevahî ciwanên Kurd û gelê Kurd û tevahî dostên wê ve kirin ku, bi rihê seferberiyê ew jî werin tevlî meşê bibin û li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest.
Agahiyên derbarê meşê de wiha ye;
Roja yekemîn
Dîrok: 30’ê Tîrmeha 2022’an
Demijmêr: 10:00
174 avenue Henri Barbusse 93700 Drancy – Stalîngrad / Parîs
Roja duyemîn
Dîrok: 31’ê Tîrmeha 2022’an
Demijmêr: 12:00
16 rue d’enghien, 75010 Paris – Place de la Nation / Parîs”