NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî Tora Mafên Mirov a Kurdistanê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jina bi navê Soheyla Abidî (23) ku xelkê bajarokê Bîcar a Sine ye 7 sal beriya niha bi hinceta ‘kuştina bi qestî’ a mêrê ku ew di temenê 15 salî de bi darê zorê pê dabûn zewicandin, cezaya darvekirinê lê hatibû birîn.
Doh hêzên Îranê yên li girtîgehê Soheyla li girtîgeha Sine rakirin hucreya takekesî û ew darvekirin.
Li bajarê Ûrmiyê jî jina bi navê Feranek Biheştî xelkê bajaroka Tîkabê nêzî 5 sal beriya niha bi hinceta ‘kuştina bi qestî’ a mêrê ku pê re dabûn zewicandin li girtîgeha Ûrmiyê hat darvekirin.
Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) Îranê di nava 6 mehên destpêkê yên îsal de herî kêm 251 kes darve kirine.