NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên 24 û 26’ê Tîrmehê yên li Bab û Ezazê yên dagirkirî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parve kirin;
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawî de êrîşên xwe yên li hember herêmên me zêdetir kirin. Bi taybetî di van êrişan de welatiyên sivil tên hedef girtin. Gelek welatiyên me yên ku piştî dagirkirina Efrînê ji axa xwe koçber bûne, di koçberiyê de jî rastî êrişê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên. Em wekî parêzvanên gelê xwe, li hember van êrîşên dagirkeran di her şert û mercê de gelê xwe û axa xwe diparêzin. Ji ber van êrîşên dagirkeran di navbera rojên 24-26’ê Tîrmehê de, di çarçoveya parastina rewa de, li herêmên Şêrawa, Bab û Ezazê li hember dagirkeran çalakiyên bibandor hatin li dar xistin.”
“Di roja 24ê Tîrmehê de; li gundê Cilbir ya navçeya Şerawa, li hember baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, gelek leşker birîndar bûn. Hejmara leşkerên birîndar nehat zelal kirin. Di vê çalakiyê de her wiha maşineyên bi cureya kirpi, akrep û tank hatin derbkirin.”
“Di roja 25ê Tîrmehê de; li herêma Babê li hember çeteyên dagirker 2 çalakiyên bibandor hatin lidar xistin. Di encama van her du çalakiyan de 3 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.”
“Ev demeke dewleta Tirk a dagirker ji bo baregehên xwe yên li herêmên Efrîn û Ezazê sewqiyata leşkerî dike. Ev yek ji aliyê hêzên me ve hat şopandin û di roja 26ê Tîrmehê de; li gundê Kil Cibrîn ya bajarê Ezazê, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek bibandor hat lidar xistin. Di encamê vê çalakiyê de 7 leşkerên dagirker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de herwiha 1 tank, 1 obus û gelek çeperên dagirkeran hatin ruxandin, maşineyek cureya Reo jî hat derbkirin.”
“Di encama van çalakiyên 3 rojan de bi giştî 11 leşkerên dagirker û 3 çete hatin kuştin, herî kêm 6 leşker û 4 çete jî brîndar bûn.”