MÊRDÎN – Artêşa Tirk duh bi şev li Çiyayê Bagok ya Nisêbîn a Mêrdînê êrîşên dagirkeriyê dabû destpêkirin. Bi êrîşê re li hinek gundan qedexeya derketina derve hate ragihandin. Li herêma Omeriyan a li çoltarê Nisêbînê jî bi tevlîbûna sedan leşkeran êrîş hate destpêkirin. Hat ragihandin ku leşkeran mewziyên xwe li deverên nêzî jîngehan çêkirine.
Her wiha hate zanîn ku qada çoltarê di bin êrîşê de ye.