WAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîdên Zindanê li Taxa Sûphan a Wanê cihê ku tiryak bikar tînin şewitandin.
Di daxuyaniyê de Yekîneyên Tolhildana Şehîd Zindan diyar kirin ku dewleta faşîst a Tirk rê dide van pêkanînên ku li ser esasê polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê tê pêşxistin.
Daxuyaniya ku hatî dayîn bi vê rengî ye;
“Axa Kurdistanê her tim di bin êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker de ye. Gerîlaya Azadiya Kurdistanê li hemberî vê berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Rêhevalên û gelên me yên welatparêz ên li girtîgehan bi polîtîkayên îşkence û tunekirinê re rû bi rû ne, ji ber vê ew jî cihê xwe di nava vê berxwedanê de digrin. Dema ku berxwedanên bi vê rengî rû didin, faşîzma Tirk bi tiryakê hewl dide ciwanên Kurdistanê bê bandor bike. Ji ber ku ew dizane ku ger ciwanên Kurdistanê xwe birêxistin bikin û serî hildin, dê dawî li wan bê. Li ser vê bingehê yekîneyên me yên tolhildanê tu carî rê nadin van polîtîkayên ku li Kurdistanê bi destê Komara Tirk a faşîst hatine pêşxistin û kî bikeve nava vê xebatê, wê hesab bide. ”