NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî êrîşên berdewam ya dewleta Tirk ya dagirker, Rêveberiya Xwaser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa awarte ragihandin. Li ser vê bingehê tevahî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ketiye nava amadekariyên şer de. Dewleta Tirk ya dagirker ji bo tunekirina projeya Netewa Demoqratîk, ji bo desteserkirina destkeftiyên şoreşê, planên nû ya dagirkirina tevahî Rojavayê Kurdistanê daniye pêşiya xwe. Li hemberî wê gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de amadekariyên xwe dikin. Di serî de ciwanên şoreşger, bi rola xwe ya sereke ya pêşengtiyê radibin û di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de tevahî gel û civaka xwe bi rêxistin dikin.
Li ser vê bingehê ciwanên Hesekê yên ku ji ajansa me re axivîne, dan diyar kirin ku wê ciwan ji vî şerî re pêşengtiyê bikin û dagirkeriyê têk bibin. Her wiha ciwanan bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê û gotin; “Çawa ku dewleta Tirk li Zap û Metîna têk çûn, wê li vir jî têk biçin. Yanê ev şer şerê tunekirina dewleta Tirk ya dagirker e.”
‘BI ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ EMÊ BI SERBIKEVIN’
“Navê min Besima Mihemed, cihê xwe di Meclîsa Ciwanan ya bajarê Hesekê de digirim. Wek tê zanîn em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Em dibînin ku dewleta Tirk ya faşîst ev demeke her gefan li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dixe. Em jî îro weke ciwan ji bo rewşa awarte ketine amadekariyê tiştê pêwîst û dikeve ser milê me em amade dikin. Hem ji aliyê lûjistîkê, hem jî perwerdeyên tendrustî û hemû tiştên ku di şer de, dê ji me re lazim bibin, amadekariyên xwe wê derbarê de dikin. Ev ne tenê ji ciwanan tê xwestin, pêwîste hemû gel van amadekariyan bikin. Lê belê erkê ciwanan di vir de zêdetire, tiştê ku niha em herî zêde giranî didinê parastina cewherî ye. Em wek ciwan emê li pêşiya van êrîşan bigrin û emê piştgirî bidin berxwedana gerîla û emê xwe li gorî stratêjiya Şerê Gelê Şorşegerî rêxistin bikin. Ji ber ku ne Şerê Gelê Şoreşgerî be, em nikarin bi serkevin. Emê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Di dawiyê de banga min ji bo tevahî ciwanan ewe ku li kêleka berxwedana gerîla û hêzên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin.”
‘DIVÊ CIWAN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BISEKININ, BERSIV PÊWÎST BIDIN ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ’
“Navê min Hisên Şêx, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşgerim. Beriya demekê Rêveberiya Xweser rewşa awarte îlan kir, em jî ketin vê rewşê. Ji bo wê jî me civînên xwe li darxistin. Armanca me ji van civînan ewe ku em civakê di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de amade bikin. Em jî weke ciwan di vî şerî de emê xwedî rol bin û emê li kêleka hêzê xwe bin. Banga min ji bo hemû ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ewe ku li dijî dagirkeriyê bisekinin û bersivên pêwîst bidin dagirkeriyê.”
‘ÇAWA KU DAGIRKER LI ÇIYAYÊN AZAD TÊK ÇÛ, WÊ LI VIR JÎ TÊK BIÇE’
“Navê min Nisrîne, ez endama Tevgera Ciwanên Şoreşgerim. Amadekariyê me yên ji bo rewşa awarte, heya astekê em dikarin baş binirxînin. Rewşa awarte li ser asta Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate îlan kirin, di vê çarçoveyê de amadekariyê me, hem di aliyê perwerdeyên leşkerî û hem jî di aliyê perwerdeyên tendrustiyê de dewam dikin. Em ji niha de ciwanan kom dikin, da ku tevlî perwerdê bibin. Bi vê awayî emê weke ciwan hêza xwe îspat bikin, û erkê ku dikeve ser milê me, emê hemûyan pêk bînin. Êrîşên dagirkeriyê yên ku tên kirin, ne êrîşên nû ne, ji bo vê jî divê em weke ciwan divê êdî li pêşiya van êrîşan bigirin. Çawa ku dagirker li çiyayên azad têk çû wê li vir jî têk biçe. Em weke tevgera ciwanan xebatê xwe li ser esasê têk birina dagirkeriyê didin meşandin. Em weke ciwan, emê piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin. Bangewaziya min ji bo hemû ciwanan ku bibin yek û di qada de rola xwe bilîzin”
‘EMÊ HEMÛ SÎNORAN RABIKIN, EM TU SÎNORAN NAHÊLIN’
“Navê min Hogir Qamişlo ye, endamê ciwana me. Taybet ev bû demek gefên dewleta Tirk, li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin. Ne tenê bajarê Minbic û Til Rifetê, hemû Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef. Ev êrîşên dewleta Tirk rojane li pêşiya çavê tevahî dinyayê tê kirin. Ev bû demeke dirêj dewleta Tirk ya dagirker amadekarî dike ku êrîşî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bike, li hember vê Rêveberiya Xwaser jî rewşa awarte ragihand. Ji ber vê hemû sazî niha di rewşa awarte ya şer de karê xwe didin meşandin. Em jî weke Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji Dêrîkê heya Şehbayê amadekariyên xwe dewam dikin. Çawa ku me ciwanan li dijî îxanet û dagirkeriyê têkoşîn kir, emê di vê şerî de jî cihê xwe bigirin. Ev bû demeke me perwerdeyên leşkerî û tendrustî jî dane destpêkirin. Emê hemû sînoran rabikin, em tu sînoran nahêlin. Bila dewleta Tirk jî baş bizanibe ku emê Bakurê Kurdistanê jî rizgar bikin. Emê rê nedin dagirkeriyê û îxanetê, emê pozê dewleta Tirk bi erdê bidin. Çawa ku dewleta Tirk li Zap û Metîna têk çûn, wê li vir jî têk biçin. Yanê ev şer şerê tunekirina dewleta Tirk ya dagirker e. Bangawaziya me ji bo hemû ciwanan ewe ku, li her derê û ji hemû netewan tevlî vê şerî bibin, ji ber ku ev şer şerê hebûn û tunebûnê ye.”
NC// Baran Mawa