NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Dijmin di van rojan de tiştekê dibêje: Dibêje; “Em biryardarin û teqez jî dê çêbe.” Ne li ser bingehek mafdar Serfermandarê Giştî pir caran vê dibêje. Serokwezîr dibêje û tev jî dûbare dikin. Dema ev wisa xwedî biryardariyek teqez a helandina hêzekê ne, hûn jî neçarin biryardar bin ku her roj ji nû ve nû bibin, hêzek weke aşûtê mezin bin. Di biryardariya dijmin de heq û jiyan nîne. Di sedî salan de ya me di dîroka wî de dîtî rûxandine. Dîsa ev Serfermandarê dijmin ji wekîlek gel ê dostê me re dibêje; “Li dîrokê binêrin, hûnê bibînin em pirsgirêkê çawa çareser dikin!” Raste, ji hêla wan ve di dîrokê de mînaka wan nîne. Van artêşek bidest xistine û bi ser her cure pêşketinan de çûne, rûxandine. Amûrek rûxandina bi vî rengî ve bi ser me de jî tên. Biryardarin ku hilweşînin, heta dibêjin; “Ezê bi rewşa awarte ve, ger ev jî nebe bi rêveberiya awarte ve vê bikim. Ger bi rêveberiya awarte ve jî çênebe, ezê seferberiyê bikim. Ger bi vê jî nebe, ezê hoveberiyê bikim.” Dikare bike. Vêca wê demê yên di bin çewsîneriyê de divê çi bikin? Ew jî neçarin gelek tiştan bikin. Binêrin, tam jî di vê qonaxê de li hember hêzek mezin ku her cure tinekirinê dihizire, li hember Tîmûr, Cengîz û Siltanên Osmanî’yan û Mustefa Kemal, divê gotina em jî bikarin bikin hebe. Wan jî di wê demê de bi çanda tê zanîn ve şewitandin û hilweşandin. Divê em jî bikarin xwe bigihînin biryara çêkirinê. Yên bi neheqî û zilmê re rûbirû hatine û ji her tiştî bêpar mane li holê ne. Ger ev rastin, nexwe peywirên me yên divê em bikin pir diyar, pir şênber, pir jiyanî, devjê nayê berdan û taloqkirin hene. Nexwe divê teqez bê serxistin. Lewra ji bilî vê pir baş nirxandina derfetên herî ji rêzê, li hember fermana tine dike, neheq û zalim rizgarkirina jiyanê cudatir ti vebijêrk namîne. Rêya navîn û lihevkirinê nahêle. Dijminên me bi biryardariyek her tim dûbare dikin ve ji me re dibêjin; “Radest bibin.” Tevî ku ev ji sedî salan ve dişewitînin û dihilweşînin, ên radest girtîn jî li gorî keyfa xwe darve kirine û di her cure nokeriyê de bikar tînin. Radestgirtin, ji hilweşandinê xetertir pêk tê. Biryar û bangên dijmin pir eşkere ne. Nexwe divê biryarên me jî teqez û pir eşkere bin. Ji ber dibêjim ku, ger derfetek biçûk a meşvaniyek ji rêzê jî hebe, li hember vê vîna tine dike, divê bikare vînek hebûnê raber bike. Sivikbûnan nekin. Rê nedin kesên –dibe ev şaşî û kêmasî jî be- ku bidin windakirin. Hûn di bin gefan de ne. Ji gefan jî wêdetir seferên hilweşandinê bi ser we re derbas dibe. Dibe ku dijmin nagihe vir, ji ber ev firsend nedîtiye. Ger bikare xwe bigihîne, dikare di nîv demjimêrî de vir jî bişewitîne û hilweşîne. Ev xeteriyek şênbere. Yên divê beramberî vê jî bên kirin evin. Biryardariya pêşengên xwe berpirsê vê dozê dibînin, biryardariya yên dibêjin; “Emê bin bixin, serî netewînin, radest nebin û şer bikin” jî dibe biryardariya me. Ev dibe biryardariya ku divê em nûnertiya wê bikin. Bêguman miletê me bin neket. Berovajî bi hêrs û biryardariyek mezin meşa xwe ya azadiyê û berxwedaniya xwe berdewam dike. Ger dijmin dibêje; “Li dîrokê binêrin, hûnê bibînin me çawa çewsandiye”, em jî vê ji wan re dibêjin; “Belê, divê hûn her tim li dîrokê binêrin, divê hûn pir baş bibînin we çawa kiriye. Divê hûn baş binêrin we bi navê cîhanê, bi navê kî, bi kîjan rêbazan çi kiriye. Divê hûn bibînin hûn bi kîjan rêbazan heta îro hatin, bi çewsandina çi, xwe bi kî dana qebûlkirinê, xizmet ji kî re kir. Baş li dîroka xwe binêrin û baş bibînin. Wê demê hûn dikarin baş bizanin çiqas cinawirin.” Dijmin bi vê dixwaze dilxweşiya me bişkîne. Emê jî encamek berovajî vê derbixin. Emê zalimek wisa, hêzek wisa hilweşandinê, ji yên herî kevin heta roja me heyî tevê weke libên tizbehê yek bi yek bigirin beramberî xwe û ji nûnêrên wan ên herî dawî re vê bêjin; “Ev tu yî mîrateya van didomînî, rêveberiya van esas digirî, parazvantiya kelha vê zilmê dikî? Bi ser xwe ve were!” Em bangek mirovahî ya herî dawî dikin: Ger tu radest dibî bibe, nexwe wê tu bi hêrs, rik û biryardariya gel a teqez û pir mafdar re rûbirû bimînî! Bijî ji me re, me xwe gihandiye van rojan. Di vê roja hesab pirsînê de, emê vê pirsê ji xwe bikin: Ger em bi van mînakan re rûbirû bihatan, dê bi navê miletekî me bi mînakan re jî şer kiriba! Li beramberî Mustefa Kemal’an Seyît Riza’yên, Şêx Seîd’ên heftî salî çi kirin? Encamên ku ciwanên me ji vê pirsê derxistîn, tola hemûyan rakirin û li hember hebûna heyî li ser vî bingehî hesabxwestin bi dîrokî kirine. Vaye divê biryardariya me û we wisa pêş bikeve. Ger hinekê zanebûna we ya dîrokî hebe, beramberî vê bi sondek we ya tolhildanê ve û ji vê jî wêdetir li hember hêzek tinekirinê bêjin her tişt ji bo jiyana azad, divê hûn vê hêza bi ciwantiya me re li ser vî bingehî seferber bikin. Pêwîste biryar be biryar, pêkanîn be pêkan hebe û divê hûn vê di her astê de jî pêk bînin. Dijmin ji bilî vê firsendê nade tiştek din. Xeta navîn, her cure serî tewandin, tenê ji tinebûnek hîn hêjar re zemîn amade dike. Wê rê ji kembaxek ku di dîrokê de anîne serî xirabtir re veke. Nexwe di vê mijarê de kêm hatina xapandin, ji vînek bênavber û li dij derketinê jî wêdetir bûna xwediyê meşek fetih dike, ji bo wê hêza xwe baş raberkirin û astengî nenaskirin, ên ezameta wan heyî weke her demê ser dixin. Li ser vî bingehî derfeta serxistinê avakirin, xwe gihandina hemû raveyên vê yên bîrdozî, siyasî û leşkerî hewce dike. Wate dayîna van rêbazên teknîk tevê, yên heyî jî baş bikaranîn, ên neyî jî bidestxistin, li ser vî bingehî derfet baş nirxandin, bi vî rengî nêzîkbûn ji xeta me re kirin, têgihiştina hunera me ya leşkerî û siyasî, pêkanîna serkeftinek wisa esas girtin, ev weke hunerekê têgihiştin, perwerdeyên me dîtin û ezmûnên ku me jiyane di vê manê de hewceye peywirên ku dane ser milên me pêk werin. Peywir tenê ji bo pêkanînê ne. Di roja me de jî ev bidestxistin tenê çoşeke û ji çoşê jî wêdetir siûdek û vebijêrka jiyanê ya yegane ye. Ger em dixwazin vê bijîn divê em bizanin vê vebijêrkê baş bikar bînin. Ger dê nîqaşek çêbe, ji bo ev nîqaş hîn baştir û bi windahiyên kêm ve bê serxistin, misogeriya ku hewce dike tê bidestxistin. Li ser vî bingehî di meşa rêbertiya ku divê serkeftinê bidest bixe, bi ti hêcetî nabe xwe cuda bide diyarkirin û ji destpêkê ve li ser me serwere de, ya ku merc, zemîn û demê berçav digire, mirov bizane bi helwesta, ‘Her tişt ji bo xeta fermana serkeftinê tê bikaranîn” ve girêdayî bimînin. Têkoşîna bingehîn me di destpêkê de bi tena xwe dikir, lê niha bi gel re bi şêweyek bêhempa dimeşînin eve. Her wiha bingeha em li ber fermana wê ne û neçarin bi her tiştên xwe ve ser bixin eve. Nêzîkbûna me ji vê Newroz’a ku me hinek din azad nêzî dîroka me dike, nêzîkbûna me ji meşên wê yên azadiyê û şehîdên wê re wisa ye. Meşa me ya gel li ser vî bingehî ye. Pêşeng û Rêbertiya ku rê ji vê re vedike jî wisa ye. Eşkere ye îro ev hukmê dîrokê bi qasî şêweyek jiyana devjê nayê berdane û em neçarin, her wiha rastiyek me ya nû em bi her tiştê xwe ve kûranî û dilxwazî beşdar dibîne. Di rastiyê de me ev mijar bi şêweyek herî encamgir ronî kirin. Li şûna em her tim van dûbare bikin, em xalên ku me ber bi pêkhînerî û nûnertiyek xurt ve bibe ronî bikin. Bêguman şoreşek mezin pêş dikeve. Emê ji aliyên cuda ve jî ronîkirina pirsgirêkên vê şoreşê berdewam bikin. Em li qadek wisa ne, lê pir tengav dibin. Dijmin bi her cure derfetên xwe ve me tengav dike. Divê em jî vê baldar binirxînin. Lewra nabe ku roj qetiyen ne hêja bên derbaskirin. Berpirsyarî giranin, peywirên ku pêwîste pêk werin û rolên para me dikevin mezinin, hêza me jî heye. Ger di asta kes de nebesiyên we hebin, lez derbas bikin. Em heta dawî ronakbîr nêz dibin. Mercên mirov bikare ser bixe hene. Lewra em cidî û encamgir nêz bibin. Ev şoreş ne tenê doza min a kesî ye, ji kesan wêdetir di wateya teqez de doza miletekî ye. Heta doza mirovahiyê ye. Jixwe lewma kesek evqasî bi ser de diçe. Lewra doza we ya herî jiyanî ye. Ji min zêdetir doza we ye. Bûna mirovê dozê, di wateya pêkanîna pêdiviya doza me de, îdîaya we jî mezine, ji ber vê divê pêkanîna we jî ewqasî serkeftî be. Ev deyneke û nabe bi ti hêcetî bê paşguhkirin. Bi sedemên berê, pêşkêşkirina hêcetan ve nepêkanîn yan jî weke berê binkeftin nayê pejirandin.