SILÊMANÎ – Dewleta Tirk ya dagirker ji 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medyayê êrîşeke nû dagirkeriyê daye destpêkirin. Sedema wan êrîşan jî ewe ku peymana Lozanê ber bi salên xwe yên dawiyê ve diçe, dixwaze bi van êrîşan hebûna xwe ya ser desthildariyê mayînde bike. Dixwaze tevahî Kurdistanê li gorî xwe bikarbîne û wê bixe bin serweriya xwe. Ji ber vê jî dewleta Tirk bi hemû hovîtiya xwe ketiye nava vî şerî de, ji bo qezenckirina vê şerî, li dijî gerîlayên azadiyê, gelê Kurd, û xwezaya Kurdistanê çekên kîmyawî û nukler bikartîne. Heman demê de li dijî sivîl û mirovên welatparêz jî, bi êrîşên hawayî dixwaze encamên ku jê re pêwîstin bigire. Ji ber vê jî herî dawî di 20`ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker li gundê Perex yê dikeve biniya Çiyayê Xanturê de bi balafirên biçek û topavêjan bombebaran kir. Dewleta Tirk divê bombebaranê de torîstên ereb yê ku ji devrên Bexda û Kelbelayê hatibûn seyrangehê kirin hedef û di encamê de zarok, jin û zilam di nav de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn.
Li dijî van êrîşan li her derê gelê Kurd û gelên Ereb bûn xwedî helwest, lê belê Hikûmeta Herêma kurdistanê, tu helwest nîşan neda û bê dengiya xwe ya li hember hovîtiya dewleta Tirk diparêze. Heman demê de nahêle ku tu kesekî din jî helwest nîşan bide, mînaka wê ya şênber girtina çalakvanên Hewlêrê bûn. PDK’ê dema ku çalakvanan li Hewlêrê li dijî polîtîkayên delweta Tirk helwest nîşan dan ew girtin û heya niha, ji hin kesên ku hatine girtin agahî nayê girtin.
Di çarçoveya van mijaran de jinên Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku sedema bingehîn ya van hemû êrîşên ku dewleta Tirk ya dagirker pêk tîne, temambûna peyama Lozanê ye û gotin; “”Sedema van êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Kurdistanê, ewe ku peymana Lozanê 99’emîn salên xwe tijî kirin û ber bi sala xwe ya dawî ve diçe. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze nexwaşiya ku Osmaniyan çêkiribûn, wê careke din pêk bîne.”
Destpêkê jina bi navê Şadiya bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ya li ser tevahî Kurdistanê û got; “Dewleta Tirk ya dagirker, bi salane dixwaze ne tenê Başûrê Kurdistanê, tevahî Kurdistanê dagir bike. Eroxan bi xwe dehan caran gotiye ku, ewê heya sala 2023’an Kurdistanê bi giştî bixe bin serweriya xwe de. Ji ber ku dixwaze bi temambûna sed salên peymana Lozanê re, xeyalên Osmaniyên nû zindî bike, bi wê yekê re wê ne tenê Kurdistanê, wê hemû welatên derdora wê jî bixe bin desthildariya xwe de. Lê belê berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li hember van hêzan cihê kêfxwaşî û serbilindiyê ye, gerîla yekemîn hêze ku parastina Kurdistanê dike.”
Her wiha Şadiya domand û got; “Ji ber vê jî divê em hemû destê xwe bikin yek û bi yek dengî bi gerîla re li dijî dagirkeriyê bisekinin. Ji ber ku armanca dewleta Tirk ya dagirker tunekirina tevahî gelê Kurde, ev hemû dewlet xwe li ser xwîna gelê Kurd ava dikin. Dewlet mafekî herî biçûk jî, ji bo gelê Kurd rawa nabîne, nahêlin ku gelê Kurd ne li cihekî jî bi zimanê xwe ya dayîkê bixwîne û biaxive. Heta nahêle ku zarokên me jî navê wan bi kurdî be. Bi her awayî li dijî me ne, li dijî hebûna me ye. Hinek gelên Başûrê Kurdistanê dibêjin, ji ber ku gerîla di çiyayan de ye, ji ber vê dewleta Tirk êrîşî Kurdistanê dike. Lê ger ku gerîla di çiyayên Kurdistanê de nemîne, gelo wê dewleta Tirk ya dagirker êrîşên xwe bisekinîne? Bê guman na, terzî wî Erdoxan bi xwe dehan caran gotiye ku armanca wan a bingehîn ewe Kurdistanê bi tevahî dagir bikin. Em dibînin ku dewleta Tirk ya dagirker êrîşên xwe dibe ser Sûriya, Lîbya û gelek welatên din, dixwaze van welatan jî dagir bike.”
Şadiya di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku destê xwe bikin yek û wiha axivî; “Başûrê Kurdistanê ji ber ku ji ber ku dewlemendiyên wê yên ser erd û bin erd heye, ji ber vê ne tenê Başûr, dixwaze tevahî Kurdistanê dagir bike. Ji ber vê jî mixabin niha li Kurdistanê êrîşên mezin bi rêve diçe. Lê heya astekê jî helwestên gel yên li dijî vê dagirkeriyê heye. Di dawiyê de bangawaziya min ji bo tevahî civakên Kurdistane heye ku, bi her awayî dakevin qadan, li hember dagirkeriyê bibin xwedî helwest. Ji ber ku ev dagirkerî ne tenê li ser partiyekî, kesekî an jî gelekî ye, ev êrîş li dijî tevahî Kurdistanê ye. Em dibînin ku dewleta Tirk ya dagirker li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyawî bikartîne. ev jî zirar dide xwezaya Kurdistanê, Ji bilî wê jî li her çar perçeyên Kurdistanê darên me yên ku temena wan dirêje û bi salan li ser axa me şîn bûne dibire. Dewleta Tirk ne tenê li dijî mirovane, li dijî her zindiyekê ye, bi taybet zindiyên ku li Kurdistanê jiyan dikin. Êdî çima em bê deng bin, hûn dibêjin emê bê deng bin, tu jî li me nede. Ji ber vê jî di vê di serî de jin û tevahî gelê Kurd li dijî van êrîşan bê deng nemîne, da ku nebe qûrbaniya van êrîşan.”
Heman demê de parêzera bi navê Kejal jî got; “Sedema van êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Kurdistanê, ewe ku peymana Lozanê 99’emîn salên xwe tijî kirin û ber bi sala xwe ya dawî ve diçe. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze nexwaşiya ku Osmaniyan çêkiribûn, wê careke din pêk bîne. Heman demê de dixwaze beriya temambûna Lozanê dîsa vegere ser desthildariyê. Ji bo ku bigihêje vê armancê xwe jî ta ketiye laşê wî. Ji ber vê jî dewleta Tirk bêyî ku guh bide nirxên mirovahiyê, giştî sînorên xwe derbas kirine. Niha jî em li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku dewleta Tirk bi gelek hincetên cuda, êrîşî şoreşa Rojava dike û dixwaze wê dagir bike. Em her roj jî dibînin ku dewleta Tirk êrîşî Rojava dike, gelek şervanan şehîd dixe, piraniya kesên ku şehîd dixe jî fermandarên QSD’ê ne.”
Kejal bi bal kişandina ser êrîşên dagirkeriyê ya li Rojavayê Kurdistanê û hedef girtina fermandarên QSD’ê axaftina xwe bi dawî kir û got; “Pêwîste em weke gelê Kurd çavên xwe li van êrîşan negirin, ji ber ku tiştên em dibînin tiştên rastin û li ber çavên herkesî dike. Êdî Kurd pêwîste bibin yek, ancax dikarin xwe wisa biparêzin. Lê mixabin rewşa ku partiyên Başûrê tê de jiyan dikin, rewşeke cidî ye, qet me kêfxwaş nake. Çalakvan û kesên azadîxwaz ên li Hewlêrê, bertek li dijî komkujiya li Zaxoyê nîşan, ew hatin girtin. Gelê Îraqê û gelê Başûrê Kurdistanê tevahî xwedî helwest bûn, lê belê Hikûmeta Herêmê dengê xwe dernexist û nebû xwedî helwest. Heta niha jî hin çalakvanên ku ketine destê wan, agahî ji wan nayê girtin. Bê dengî û nêzîkatiyên Hikumeta Herêmê rastiya wî nîşan dide. Gotinek pêşiyan jî heye dibêje “Ger dema dengê xwe nekir, wê demê qebûl kirî”, bê guman rewşa Hikûmeta Herêmê jî wisa bûye, bi bê dengiya xwe bûye beşek ji dagirkeriyê”
NC// Destîna Qendîl