Sala borî qada gêrîla şahidiya pêvajoyeke pir nû û cuda kir. Gêrîla bi ruheke fedayî hamleyeke berfireh a şoreşgerî da destpêkirin û li ser vê eksenê jî hemû jiberkirinên berê, elimandin û taktîkên berê guherîn. Di sala 2011’an de jî hin çalekî hatibûn pêşxistin. Li dijî polîtîkayên dijmin ên tinekirinê û qirkirina siyasî bersiv hatibû dayîn. Lê belê ne di asta hamleya şoreşgerî de bû. Jixwe şehadetên giran ku qewimîn jî hişt ev pêngav nîvco bimîne.
Zivistana sala 2012’an jî êrîşên dijmin bênavber dewam kirin û di encamê de pir rêheval şehîd bûn. Nêzîk salekê jî bi Rêbertî re qet hevdîtin nehate çêkirin. Ji ber vê yekê hamleya 2012’an ji bo ku bikaribe pêvajoyeke nû bide destpêkirin, hevdîtin bi Rêbertî re çêbibe ango tecrîda şidandî were şikandin, tola şehadetan were hilanîn, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd destpêkir. Beriya wê Rêbertî rexne kiribû û dabû diyarkirin “PKK ji şoreşê ditirse, dewlet ji çareseriyê ditirse.” HPG ev tesbît wek rexneyekê girte ser xwe. Di çarçoveya şoreşa gel de hewce dikir têkoşîneke xurt bihata meşandin. Hêza dijber bikeve tengasiyê ku neçar bimîne telebên gel bipejirîne û wiha jî îmkanên çareseriyê pêş bikevin.
Hazirtî li ser vê bingehê pêşketin. Yekem pêngav li Şitazin hate avêtin, paşê jî li Şemzînan berdewam kir. Bêguman Şemzînan di dîroka tevgera me de xwedî ciheke taybet e. Di Pêngava 15’ê Tebaxê de jî gêrîla hemaleya xwe li ser Şemzînan destpêkiribû. Wek din di aliyê pozîsyonê de jî ev navçe di sêgoşeya Îran, Tirkiye û Iraqê de cih digre. Li vir pêşxistina hamleyê, gel qezenckirin û li beramberî hêza dijmin ku hejmarek zêde li wir bicih bibû, darbe li dijmin xistin wateya wê pir mezin bû. Bi vî awayî gêrîla di sala 2012’an jî xwe bitevger li cihê ku dijmin herî xurt e, lê bixîne.
Şemzînan wek navçeyeke Colemêrgê jî girîngiya xwe heye. Li ser sînor cih digre. Dijmin polîtîkayeke taybet bi ser pêk tîne. Li wir hem hejmareke pir zêde qereqol avakirine, sîstema cerdewaniyê pêşxistine, wek din sîxoran bitevger dikin. Her wiha li ser Şemzînan dest diavêjin Kurdên li Rojhilat û Başûr. Di her warî de Şemzînan xwedî ciheke diyarker e. Gêrîla jî dizanî ger di hamleyê de xurt biser bikeve, dikare heya asteke bilind dijmin tengav bike. Destpêkirin bi vê ramanê bû û di her hevalekê de heyecan û coş dihate dîtin. Wê tola rêhevalên şehîd bihata stendin û ji dijmin re bihata gotin “Êdî Bes e!” hazirtiya hameleyê bi vî ruhî hate kirin. Li gor wê jî plansazî çêbûn. Gêrîla biryar girt ku bi şûna taktîka ku ‘lêde û dûrkeve’ taktîka ‘lêbixîne û bimîne’ pêk bîne. Jixwe hamle bi awayê operasyoneke berfireh pêşket. Cihê ku dijmin derket wê gêrîla bicih bibûya. Ev jî di aliyê taktîk de nûbûn bû. Bi awayeke xwezayî di hevalan de jî coş û xwesteka vê dihate dîtin. Terzê gêrîla diguherî, dê wek berê ew rêbaza ‘lêbixîne û paşvekişe’ guherîbûya. Karakterê operasyonan jî ew e ku heya encam tê girtin berdewam dikin.
Li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî heval hatin amadekirin. Perwerde û lêhûrbûn wiha bû ku gêrîla biçe Şemzînan û li wir bicih bibe heya ku rêya çareseriyê veke. Di nav hamleyê de kêlî û bûyerên pir taybet pêşketin. Pir hevalên kevn ku bi salan di nav şer de mabûn jî diyar dikirin ku cara yekem e bi vê taktîk, şêwe û evqas demdirêjî bi dijmin re rûbirû şerdikin. Mirov bixwe ji fedakarî, tevlîbûna û îradeya her hevalekî/ê şaş dima. Bixwaze nexwaze mirov ji xwe ev pirs dipirsî “Bi kîjan vînê , evqas xurt dikare liberxwe bide.” Nêzîk çar mehan hamle bi çalekî berdewam kir. Di vê demê de heval bêrawest tevlî dibûn. Ji çalekiyê dihatin, diçûn kemînê, ji kemînê dihatin diçûn çalekiya sûyîqestê û hwd. Her hevalekê hem bi hêza xwe ya mezin hesiya û hem jî hêz, bîr û baweriya xurt a hevalên li ba xwe dît û hîs kir. Ya rast mirov di şertûmercên zehmet de bêtir xwe dinase, derdora xwe dinase. Avaniya hevalan a ku tevlî hamleya gel a şoreşgerî bûn tecrûbeyên pir mezin qezenckirin. Gêrîla bi yek kar û terzê ve bisînor nebû, her hevalekê bi rengê curbecur û bi awayeke pir xurt tevlî dibû. Li dijî teknîka dijmin a berfireh sekneke bêhevta nîşan dida. Jixwe dijmin herî zêde bi rêya teknîkê êrîş dianî ser gêrîla. Hêza me hem li pêşberî teknîkê, hem jî êrîşên bejahî bi vîneke zehf xurt tevlîbû. Hin heval bi taybet hevalên jin di nav piraniya grûban de di asta rêveber û berpirsiyar tevlî bûn. Di grûba sûyîqest, hewanavêj, qutkirina rê, kemîn û êrîşê de bi çalakî cih girtin û her wiha şer kordîne kirin. Vê yekê jî di însan de moraleke mezin dida çêkirin. Wek din serhildêrî û hêza jinê li beramberî şertûmercan, zor û şîdeta dijmin dihate dîtin. Hemû hevalên jin bi moral û xwestekek mezin tevlî bûn. Kedeke mezin hate dayîn. Şehadetên me jî çêbûn. Jixwe encam û destkeftiyên ku derketin jî encama keda wan rêhevalên şehîd e. Wan hevalan bêku westanê bizanibin, bê ku li tişteke din bifikirin tevlîbûnek bêmînak nîşan dan. Bi vê re jî eşkere bû ku mirov xwe di çi de kilît bike, bi armancê ve bibe yek, jidil bixwaze ku serkeftinê bidest bixîne tiştek ku nikaribe bike nîne. Di hamleya Şemzînan de avaniya YJA-Star tecrûbeyên mezin bidest xist.
Di vê hamleyê de gêrîla pir qad girtin. Gêrîla girên Gostê, Sênala, Gomokê,Genîş û xeta Konserve bidest xist. Her ku hamle pêşveçu erazî jî berfireh bû. Geliyê Sênara, Salara, Xapuşkê, Geliyê Bînbo, xeta navbera Şemzînan û Geverê, rêya Harûna û milê Şikeftan, Dêman û geliyê Tûyê hatin girtin. Li her eniyê grûb bicih bibûn.
Erdîgariya Şemzînan ji bo şer zêde dest nade, ji ber zozan e. Girên wê rût û bêdar in. Jjixwe tişta mirov matmayî dihêle di vê erazî de ewqas demdirêj gêrîla sîper girt. Dijmin jî hewl da dezavantaja erazî ji bo xwe wek avantaj bikar bîne. Lê dijmin heya demeke dirêj qet nedikarî ji bejahî êrîş bike, ber bi dawiya payîzê hin hêzên xwe bi rêya kobra daxiste erazî. Keşf digeriya û dema gêrîla bêhereket bûya bitevger dibû. Wê demê jî berf barîbû û gêrîla pozîsyona xwe guhertibû.
Di aliyê hamleyê de encamên ku derketin pir in. Ev eşkere ye ku di şerê Şemzînan de ji hêla leşkerî û siyasî ve raserî ya gêrîla bû. Ji ber di hamleyê de encam pir erênî bûn, vê jî di hevalan de xwesteka kar û têkoşînê gur dikir. Carna dema mirov ji şer dûr dikeve, rastiya xwe û ya dijmin tam tênagihîje, bi şekleke cuda mêze dike. Lê di vî şerî de jî bi eşkere hate dîtin ku hêza gêrîla nayê şikandin û darbeyên giran li dijmin hate xistin, vê jî moral di însan de dida çêkirin. Her hevalekê/î dixwest li eniya herî pêş tevlî çalekiyan bibe. Elbet ev ruhê şoreşgerî ye. Sekna fedayî, cesaret û qehremanî di hevalên jin de pir li pêş bû. Fedakarî di asteke bilind de bû, heval bi mehan her kêlî di nav livûtevger û têkoşînê de bûn.
Divê ev jî were gotin encamên hamleyê, ew ruh û berxwedanîbiqasî dihate xwestin di nav raya giştî belav nebû. Mirov nikare vê hamleyê tenê wek çalekiyekê bigre dest. Hevalan navçeya Şemzînan girtibûn destên xwe, her der di bin kontrola gêrîla de bû. Rê dihatin kontrolkirin, li ser pir giran ala tevgerê hatibû daliqandin. Dijmin cesaret nedikir zû bi zû derkeve erazî. Ger li cihekê pir teknîk bişuxulandibûya, ancax li wir derdiket. Heya du mehan bênavber ji hêla gêrîla rê hatin kontrolkirin. Hemû cîhanê didît ku herêm di bin destên gêrîla de ye. Lê tişta ku kêm ma, ruxmî ku hamle du lingên wê yên esasî hebûn, di serî de dê gêrîla şerê şoreşgerî pêşbixista û gel jî dê bi serhildanên berfireh piştgîrî bikira. Lê belê lingê serhildanê lewaz ma.
Di hamleya şerê gel ê şoreşgerî de li herêma Şemzînan di warê taktîk, şêwe û şer de nûbûneke mezin derkete derve. Bêguman di nav gel de jî coşa vê hebû. Dema hamle destpêkir meha Remezanê bû, gel digot dê gêrîla piştî eydê Şemzînan bixîne destên xwe. Li ser vê bingehê jî hazirtî dikirin. Her çend serhildanên xurt çênebûn, lê şiyarî hebû. Li hin deran cerdevan hîç tevlî şer nebibûn. Gêrîla cara yekem bû evqas berfireh derdora gundan digirt, rê qut dikir. Her ku cenazeyên dijmin ji nav Şemzînê derbas dibûn, gel giraniya şer hîs dikir. Gel bi şoreşê bibawer bû. Lê di aliyê birêxistinbûnê de lewazî hebû. Serhildan pêşneketin.
Dijmin dixwest hin gundan vala bike, li derdora hin gundan pir êrîş hatin çêkirin. Dijmin armanc dikir gundên ne cerdevan, ên welatparêz vala bike. Lê gundiyan heya dawî liberxwe da. Gelê me li wir fêrî şer bûye. Herwiha hevalan jî li beramberî van polîtîkayên dijmin gel şiyar dikirin. Dijmin îdea dikir ku dê kîmyasalê bikar bîne, lê tiştek wiha nebû û ji bo çavtirsandina gel ev dihate gotin. Ji bilî vê, dijmin di bin navê alîkarî dayînê de bangî wan gundan dikir ku cihê xwe biterikînin. Lê elbet gelê me li Şemzînan bi vê polîtîkayê nehate xapandin. Yek ji kêmasiyên me ew bû ku me hamle dereng destpêkir. Ger hamle di biharê destpê kiribûya dê gel jî bikarîbûya hîna berfirehtir cih bigre.
Hamleya şerê gel ê şoreşgerî ku di 2012’an destpêkir tenê bi Şemzînan ve bisînor nema, li bakur di pir qadan bi awayeke xurt gêrîla tevlî hamleyê bû. Dijmin wer dihesiband ku gêrîla tenê li ser sînor êrîş dike, nikare li bakur û Tirkiyê wî bixîne tengasiyê. Bi çalekiyên li Erzrom, Bêşebab, Dêrsim, Harûna, Serhed û pir cihê din vala derket. Dijmin eşkere got “Ger gêrîla li Çelê û Şemîzînan bi awayeke xurt bicih bibe, wê sala 2013’an Tirkiye bikeve korerêyê.” Jixwe gêrîla par li pir cihan çalekiyên mezin pêşxist. Diyar bû bi tecrûbeyên wê salê dê hamle hîna di asteke bilind û encamgir pêş biketibûya. Hamleyê di dewleta Tirkiyê de tengavî û şikandin da çêkirin. Dijmin ev yek hesab kir ku dê gêrîla sala pêş rewabûna dewletê têk bibe. Bi vê hamleyê PKK’ê encameke mezin bidest xist. Hamleya 2012 di heman demê de parastina şoreşa rojavayê Kurdistanê jî dikir. Tirkiyê nekarî li gor dixwest çeteyan bişîne rojava, nekarî êrîş li wir bike. Ji her alî ve ku mirov mêze dike vê hamleyê destkeftiyên mezin bixwe re anî. Ger ev hamle nebûya dê dest biavêtana rojava.
Heke îro dijmin çuye ber lingên Rêbertî û heya cihekê çarerseriya pirsgirêka Kurd pejirandiye, ev di aliyekê de jî bi ked û fedakariya rêhevalên şehîd û hamleya Şemzînan bûye. Elbet di pêşketina pêvajoya çareseriya demokratîk de di serî de rol û bandora Rêber APO tê dîtin. Her wiha çalekiya rêhevalan di girtîgehan û berxwedana gelê me jî ji faktorên din ên ku ev pêvajo pêşxisin in. Ji vê hamleyê re rêhevalên Andok û Êrîş rêberti kirin. Wan çawaniya ruhê hamleyê nîşan dan. Ruhê hamleyê fedayîtî û bi xeta Rêber APO yekbûn e.
Dîroka PKK’ê kêlî bi kêlî destana berxwedan û lehengiyeke bêhevta ye. Hamleya Şemzînanê jî di warê pêşxistina şerê gel ê şoreşgerî de yek ji qonaxa serkeftî di dîroka me de pêk tîne û em hemû şehîdên vê hamleyê ku bi qehremanî tevlî bûn, bi bîr tînin.
Şîlan Amed Nivîsandiye ….