NAVENDA NÛÇEYAN –
Serokê min ê hêja, ez dixwazin di destpêaka rapora xwe de xwe bidim nas kirin û hinek jî behsa dema borî bikim. Ez di sala 1967’an de li gundê Yolağı’yê ku girêdayiyê Batman ye hatime dunyayê. Navê min ê rastî Guler Otaç e. Rewşa malbata min ji aliyê aborî ve normal e û ji berê ve malbateke welatparêz îi demokrat e. Ji ber vê yekê, min ji biçûkatiya xwe ve hişyarbûn û zanabûna netewî ji malbata xwe girt û hîn bûn.
Di nav salen 1987-1988 an de ez ketim nav xebata partiyê. Ez di sala 1989’an de li Amedê hatim girtin. Piştî demeke hatim berdan. Di vê demê de, di bin tehdîtên kontr gerîla de min xebata xwe domand. Ji ber sedemên aborî di sala 1989’an de di fabrîkayeke tekelê de min dest bi kar kir. Nêzîkî çar salan min li wir kar kir û piştre rewşa min ji aliyê polîs ve dîyar bû û ez ji herêmê derketim. Di wê demê de birayê min ê mezin Fakir Kodad û pismamê min Çetîn Ababay ji aliyê kontr gerîla ve hatin şehîd kirin. Ez jî di bin tehdîdeke dijwar de mam. Min biryara xwe da û di Nîsana 1993’an de li eyaleta Garzanê beşdarê nav refên gerîla bûm. Ji wir hevalan ji bo xebata nav gel, ez şandim bajarê Edenê. Di Tebaxa 1995’an de, ez dîsa çûm herêma Dersimê û beşdarê nav refên gerîla bûm. Dema min barbariya dijmin ya bê sînor li dij gelê xwe dît, kîn û nefreta min hezar carî zêde û tûjtir bû. Ji bo bersivdana polîtîka dijmin a îmhakar û kîn û nefreta gelê me ya hezar salan ez bînim zintêt~ îi têkoşîna me ya bi mafdar bi dumyayê bidim nas kirin, min pêwîstiya çalakiyeke întîharî dît.
Ez ancax dikarim bi çalakiyeke weha girêdayîn û se deqeta xwe ya li hember gel, partî û serokatiyê bidim îfade kirin.
Serokê min ê heja; ev gelê min ê ku ji hezar salan vir de ye, di bin zordarî û çawsandineke dijwar û giran de ye, her çiqasî dereng be jî, xwediyê hebûneke wek serokatiya we, ji wan re şanseke mezin e. Ji ber vê yekê jîyari û dîroka we ya heyî, ji bo dijmin ne carek, hezar carî mirin e. Yê ku heta dawiyê îdeolojiya sosyalîst temsîl dike û rastiya wê diparêze dîsa hûn in. Ev şerekî weha ye ku heta dawiyê li dij pîsîtî û bê heqîyê û însanetiyê ye. Hêjabûna we jî, ji vir derdikeve holê û tu kes nikare vê yekê bi qasî gelê Kurditanê vekirî û zelal bibîne û fêm bike. Hebûn îi derketina we, vejandin û jîyandina gelê Kurdiştanê ye. Heta îro jina Kurd him ji alïyê çarçoveya fikirên feodalî Ci him jî ji aliyê sîstema dijminên dagîrker ve bûbû kole û belengaz. Bi saya têkoşîna we îro jina Kurd gehîştiye azadiya xwe. Heger îro jina Kurd bi awayekî din him li dij hêzên dagîrker û him jî li dij hêzên paşverii têkoşîneke bê hempa dide, ev jî, ji çarçove û perspektiva serokatiya we tê. Jina ku dixwaze wek însan bijî, dixwaze şerefa xwe biparêze, enerjî û baweriya xwe divê ji we bigire.
Serokê min ê hêja; ez hemû hêz û hebûna xwe, ji gelê xwe re bikim gorî jî, dîså li he.mber ked û xebata we ne tu tişt e. Xwezî ji bo vê têkoşîna pîroz ji can û laşê min hêjatir tiştekî rnin ê din jî hebûya û min bidan. Daxwaza min a herî mezin. yek jê ew bû ku min ji perwerdeya we ya pîroz par û kelk bigirtan. Mixabin ji bo min îmkaneke weha çênebû. Lê, bi talîmat û perspektîvên we, min tim xwe nêzîkî we hîs kir. Ji bo we şanaziyeke mezin e ku di bin serokatiya we de, bi hezaran kes çavên xwe ji mirinê nakutin û xwe di vê rê de feda dikin. Em xwediyê serokatiyekî weha ne ku li dij neheqî û zordariyê, li hember dijminekî herî xedar û dijwar ku li darê dunyayê nehatiye dîtin,şer dikin.
Ji hemû kesên nîştîmanperwer, şoreşger û demokrat re !
Gelê min ê dilovan, ez wek keçeke Kurd ji nav we derketim, bi kul û keserên we baş dizanim, ji ber wê yekê min di nav têkoşînê de cîhê xwe girt. Ez wek zaroka gelê ku heta îro hebûna wî hatiye înkar kirin, zordestî û çewsandin dîtiye, biçûk hatiye dîtin, ji bo sedeqat û girêdana gelê xwe, ez xwe ji vê wezîfeyî re amade dibînim. Di kûrahî û dûrahiya dîrokê de, li lvember daxwazên gelê Kurdên ji bo jîyanê yên herî biçûk û mafdar tim zordestî, zixt û çewsandin hatine kirin û bersivên komelkujî hatine dayîn. Komara Tirkiyê ya faşîst tehamûlê axavtina zimanê me nake. Di vî warî de jî, polîtîka xwe ya dijwar pêk tîne. Îro jî jin, zarok nabêje li her aliyê welatê me însanên me di êşkence û kotekande derbas dike û bi awayeki vekirî însanên me li meydanan dikuje. Ew dixwaze bi komelkujî û jenosîdê gelê me ji holê rake.
Ew axa mirî ya ku bi salan e reşandine ser gelê Kurd, bi awayekî dîrokî û şoreşgerî PKK û serok Apo wê yekê qebûl nekirin û sîstema wê ji binîve hejandin. Tovên wê li çiya, deşt, gund, bajar, dibistan û li girtîgehan her ku çû zîlda û şîn bû. Di dîrokê de cara yekem gelê Kurdistanê xwe nas kiriye û êdî xwediyê baweriyeke xurt e. Dijmin ji vê yekê ditirse. Ji ber vê yckê, vî şerî hebûna me bi cîhanê da nasandin. Bi milyonan însanên Kurd bi şeref û serbilindî, bi ciwan, jin, mêr, kal û pîrên xwe ve beşdarên şer bûn û dibin. Heger ev şer têk here, êdî di dîrokê de carekê din bi navê Kurd kesekî li ruyê erdê narnîne. Dijmin dixwaze bi carekê de, me hemûyan ji navê rake. Di demeke weha de, li hember dijminê barbar, pêwîst e ku em bi baweriyeke mezin li ber xwe bidin û têbikoşin. Pêwîst e ku em hêza xwe ji serok Apo bigirin û li hember vî dijminê barbar şer bikin.
Gelê min ê hêja, di kûrahî û dûrahiya dîrokê de car caran em di bin bandora çînên serdest de mane û jîyane. Hemû mafên mirovahiyê ji destên me hatine standin an jî girtin. Ji derî rondikên çavan tişteke din li paş nemaye. Ji derî zincîrê koletiyê tu tişt ji me re layîq nedîtine. We bi hezaran zarokên xwe di riya vê têkoşînê de şehîd dane. Di demeke weha de wek keçeke we min biryar da ku kîn û întîqama xwe di laşê xwe de bikim bombayek û di nav dijmin de biteqînim. Ez dikarim li hember gelê xwe vê wezîfeya xwe bi cih bînim. Heger ku tiştekî me tune be em bidin vê têkşîna pîroz, em dikarin bi bawerî laşê xwe û ruhê xwe yê êrîşkar bikine bomba û bi ser dijmin ve biteqînin. Ew bawerî, baweriya bi gel e. Ew bawerî, baweriya partiya PKK û serokê wê yê pîroz e. Heger mirov bibe xwediyê. vê baweriyê, êdî tu asteng û kosp nikarin li pêş mirov rawestin. Ji şer revîn, da nîşandin ku di dîrokê de tu serkeftin bi destê me neketiye û ji vir bi şîtn ve jî dê nekeve. Em bi şeref, bi vîyan, bi bawerî, heta dilopa xwîna xwe ya dawî dê têbikoşin û bi serbikevin.
Heger destkeftin û serkeftina îroyî armanceke me ya hevpişk û hevpar be, wê demê pêwîst e ku her kes li gor hêz û giraniya xwe wezîfe û berpirsîyarî bigire ser milê xwe. Ev wezîfe pîroz e. Ev wezîfe dîrokî ye. Hevalên me yên berê ku gehîştin vê merheleyê, qet çavên xwe ji mirinê nekutan, bi laş û xwîna xwe ve beşdarê vê têkoşînê bîm. Ez jî ji bo ku sedeqat û girêdayîna xwe bidim nîşandan, biryara pêkanîna çalakiyeke weha didim.
Do di pêşengiya serok Apo de têkoşînê ji sifirê dest pê kir, îro têkoşîna me ya ji bo rizgariyê, di pêşengiya îdeolojîk û polîtîka partiya me de, gehîştiye bi milyonan kes û arîfeya serketinê de ye. Heger em naxwazin têk biçin û wenda bibin û têkoşînê wenda bikin, pêwîste ku em bi fikir, bi xwîn, bi sedeqet û bi her tiştên xwe ve di nav vî şer û têkoşînê de cîhê xwe bigirin. Bi tenê em bi têkoşîneke weha dikarin bi serfirazî serkeftinê bi dest bixin.
-Her bijî têkoşîna gelê Kurdistanê ya ji bo rizgariyê!
-Bijî partiya me PKK û serokê netewî Apo!
-Bila bimire Komara Tirk a faşîst û hevalbendên wê!
25. 10. 1996
Ji Pênûsa Şehîd Bermal