HESEKÊ – Di 6’ê Tîrmehê de Rêveberiya Xwaser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk, rewşa awarte ragihand. Li ser vê esasê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li tevahî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, xebatên xwe yên ji bo rêxistin û perwerde kirina gel, di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de dewam dikin.
Li ser vê bingehê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kampa Waşokanî, ji bo keçberên kampê perwerdeya dersên leşkerî dan. Bi amadebûna 20 kesan dersên fêrbûn û bikaranîna çekê hate dayîn. Ciwanan bi armanca rêxistinkirina gel û amadekirina gel ya ji bo şerê li dijî dagirkeriyê, perwerdeyên leşkerî wê bidomînin.
Ciwan û jinên ciwan ve diyar kirin ku ewê xebatê xwe yên li ser esasê Şerê Gelê Şoreşgerî berdewam bikin û ewê heya têk birina dagirkeriyê berxwedana xwe bidomînin.