RIHA – Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 508’an de jî berdewam kir. Malbat di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat pêşiya Edliyeya Rihayê.
Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û wiha got: “Bi destê darazê bi vekirî zilmê dikin. Bê hiqûqiyeke pêşçav û bê edaletiyeke mezin tê kirin. Ji bo mirov vê bizane hewce nake ku hiqûqnas be. Hem êrişa li kargehê û hem jî ya li nexweşxaneyê li ber kamerayan hat kirin.”
Her wiha Ferît domand û got; “Lê belê ev 4 salin biryara nepeniyê li ser dosyayê heye. Kîjan hiqûqnas dê bikare vê rewşê bi kîjan zimanî vebêje? Dozgerên di Qesra Edliyeyê ya Rihayê de li gorî fermanên siyasî tevdigerin. Ji ber ku kesên komkujî kirine parlamenterê wan û malbata wî bû, kesek nikare vê dozê veke. Her dozgerek barê dosyayê diavêje ser milê dozgerê din. An jî tayîna xwe dixwaze. Dozgerê dozê niha di betlaneya salane de ye. Heta edaletê tê jî em ê bisekinin. Em ê di vê nobeta xwe de ji bo malbata Şenyaşar û hemû kesî edaletê bixwazin.”
Heman demê de malbatê li ser hesabê xwe ya civakî peyamek parve kir û wiha got; “Teraziya edaletê xerab bûye û hemû kes bêdeng e. Zilma darazê ya li ber deriyê Edliyeya Rihayê ev 508 roj in didome. Em ne edaleta biterîfe lê edaleta rast dixwazin.”