KOBANÊ – Îro bi sedan endamên ji saziyên sivîl û leşkerî, siyasetmedar û welatiyê Herêma Firatê ji bo tevlê merasîma veşartina cenazeyên her çar cangoriyên xwe, Şehîd Selma (Selma Mistefa), Sara (Sara El Hisên), Cîhan (Cîhan Mistefa) û Beşar (Beşar Bozan) ên di encama êrîşa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a digrker li Eyn Îsayê de gihîştin asta şehadetê bibin, bera xwe dan Goristana Şehîd Dîcle.
Di merasîma ku piştî deqeyekê rêzgirtinê hat destpêkirin de, endamê Rêveberiya Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axaftinek kir. Kobanê diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û wiha gotina xwe domand; “Em ji pêvajoyeke girîng re derbas dibin, pêvajoya hebûn û tunebûnê ye. Dewleta Tirk berê xwe da her dewletên cîhanê ji bo çira kesk ji êrîşkirinên xwe yê dagirkeriyê re bidest bixe, lê bi dest nexist. Ji ber wê jî vê carê bi her cûre çekan êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Dixwaze bi van êrîşan îradeya jin û gelê herêmê bişkîne, lê her tim bi bin dikeve. Ew dixwaze gelên herêmê têk bibe û tune bike, lê divê gelên herêmê jî her tim ala berxwedaniyê hildin jor û her tim bêjin berxwedan jiyane.”
Hevseroka Komîteya Karûbarên Hundirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo jî destnîşan kir ku ew soz didin ku wê her tim şopdarê riya şehîdên xwe bin û wiha pêde çû; “Emê her tim li ser xeta şehîdan bin û divê em li hemberî dijmin û îxaneta di nav me da hişyar bin û wê rojekê bê û emê wan tune bikin. Em heta dawiyê soz didin şehîdên xwe ku emê wek hêzên Ewlekariya Hundirîn tola şehîdên xwe hilînin.”
Cîgirê Hevserokatiya Girê Sipî Heza Mihemed jî got ku dewleta Tirk her tim dixwaze axên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û dixwaze projeya netewa demokratîk tune bike. Lê divê em yek dest û li hemberî dagirkeriyê xwedî yek helwest bin. Ger ne keda şehîdan be em nedigihîştin vê astê.”
Piştî axaftinan nasnameyên her şehîdan radestî malbatên wan hat kirin û cenazeyên şehîdan bi dirûşme û tilîliyan hatin veşartin.