PARÎS – Meşa Dirêj a Parîsê ya bi du rojan a ciwanên Kurd ên li Ewropayê û enternasyonalîstan ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan organîze kiriye, bi tevlêbûyînek a zêde û coşek a mezin dest pê kir. Meşa bi şiara “Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê“ wê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) 30-31’ê were lidarxistin, bi tevlêbûyîna bi sedan ciwanan dest pê kir. Ciwanên aktîvîst ên TCŞ û TekoJIN’ê ku serê sibehê zû li Drancy a banliyoya Parîsa paytexta Fransayê hatin bal hev, bi rêzgirtin û xwendina daxuyaniya çapemeniyê ya li ser armanca meşê dest bi meşê kirin.
Li ser navê TCŞ’ê Serhad Ronî daxuyanî xwend û bal kişand li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û got: “Di şexsê Rêberê Gelan Rêber Apo de, êrîş û polîtîkayên tecrîdê yên li ser Tevgera Gelê Kurd û gelê Kurd wek hev hatine girankirin.“
Ronî diyar kir ku li Ewropaya navenda pergala kapîtalîzmê û netewedewletan asîmîlasyon, entegrasyon û bêrûmetî li Kurdan tê ferzkirin. Ronî anî ziman ku gelê Kurd bi salan e li dijî van polîtîkayan têdikoşe û wiha got: “Bi pêşengiya Tevgera Ciwanan ev şer kar kir û li her derê li têkoşîna xwe dewam dike. Helwesta ciwanan û gelê me ya li dijî van êrîş û hewildanên dagir kirinê diyar e. Divê gelê me, bi fedakariyeke mezin û ruhê Apoyî tev li çalakiyên ku ciwan pêşengiya wan dikin bibe. Gerîlayên ku şerekî bêhempa dikin, hêz û moralê xwe ji yekîtîya gelê xwe digirin. Ji wê boneyê tevlêbûyîna meşa girseyî ya dirêj a wê li Parîsa paytexta Fransayê li dar bikeve bersiv herî xweş a li dijî êrîşan e.
Li ser vî esasî, wek TCŞ û TekoJIN’ê em bang li hemû gel û ciwanên Kurd ên li Ewropayê, bi taybetî yên ku li Fransayê dijîn û enternasyonalîstan dikin ku bi şiara ‘Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê‘ bi çalak tev li pêvajoyê bibin. Bila gelê me bizane ku telafiya şer û dubareya wê nîn in, tiştê çû diçe. Ji bo tacîdar kirina bi serkeftinê ya vî şerî, bi piştgirî û yekîtiya xurt mimkûn e. Em bang li gelê xwe dikin hevdu bigirin û têv li têkoşînê bibin.“
Beşê meşê yê Drancy-Stalingardê wê îro were kirin û beşê din ê meşê wê sibehê di navbira Navenda Çandê ya Ahmet Kaya û Nationalê de were li darxistin.