NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, hefteya derbasbûyî 32 kes hatin darvekirin. Di 27’ê tîrmehê de roja çarşemê jî 3 jinên ji ber kuştina hevserên xwe hatibûn mehkûmkirin, hatin darve kirin. Yek ji van jinan Suheyla Abadî bû, ku hîn di 15 salî de bi zorê hatibû zewicandin.
Li gorî çavkaniyên muxalîf ên Îranî di 23’ê tîrmehê de li girtîgehên li bajarên Zahedan, Zabûl, Kûm û Şîrazê 11 girtî hatin darvekirin. 21’ê Tîrmehê li Yezdê yek jê jin 3 girtî hatin darvekirin. Li Bircanê 2 girtî û di 20’ê Tîrmehê de jî li Îsfahan û Kûmê 2 girtî hatin darve kirin.
Çavkaniyêm muxalîf diyar kirin ku ji 22’ê Hezîranê heta 22’ê Tîrmehê 8 jê belûcî, 8 jê kurd, herî kêm 54 kes hatin darve kirin. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Îranê di 6 mehên destpêkê yên sala 2022’yan de zêdeyî 250 kes hatin darve kirin. Ev hejmar li gorî heman pêvajoya sala derbasbûyî bi 2 qatî zêde bûye.