NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku dadgeha Hewlêrê biryara berdana hinek ji girtiyên li Behdînanê da, li gorî biryarê diviyabû di yekem roja Cejna Qurbanê de bihatiban berdan, lê bêyî hincet biryar hat rawestandin. Li hemberî vê yekê di 22’ê Tîrmehê de nêzîkî 60 girtiyên Behdînanê dest bi rojiya mirinê û birçîbûnê kiribûn.
Destpêkê girtiyên Şêladizê yên bi navê Yusif Şerîf, Mehmûd Nacî, Kovan Tarîq Cubraîl, Emced Yusif û Nêçîrvan Hacî du salin ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin, dest bi rojiya mirinÊ kirine. Piştre hat ragihandin ku jimara girtiyên dest bi grevê kirine gihiştiye 60 kesî.
Li gorî agahiyên ajansa Rojnews’ê bi dest xistîn tendirustiya hinek girtiyên dest bi grevê kirine xirabe. Metirsî li ser jiyana wan heye. Heman şêweyî şeva borî tenduristiya Nêçîrvan Bedîe ku xelkê Şêladizê ye ji ber zêde xwarin nexwarinê xwîn avêtiye û pozê wî diherike. Nêçîrvan tevî vê jî dev ji greva birçîbûnê bernedaye û heya niha jî tîmek tenduristiyê serdana girtiyan nekiriye.
Her wiha li gorî heman çavkaniyê hat diyarkirin ku girtiyên Behdînanê tenê roja yekşemê ew jî saetekê dikarin biçin hewşa girtîgehê. Lê girtiyên Behdînanê yên di grevê de vê yekê jî red kirine. Wan biryar dane ku di hucreyan de heya mirinê greva xwe bidomînin.
Di çend rojên borî de Seroka Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê Mûna Yaqûb komîteyek di bin serokatiya Endamê Komîsyonê yê bi navê Silêman Muhsîn Sindî ku endamê PDK’ê ye ji bo serdana girtiyên Behdînan yên ku di greva birçîbûnê de ne bike û lêkolîna rewşa tenduristiya wan bike destnîşan kir.
Lê belê yek ji xizmên girtiyan ji Rojnews’ê re axivî û got: “Piştî lêkolîna komîteyê zanyariyên şaş ji Seroka Mafê Mirovan re ragihandine.”