RIHA – Dayîka Emîne Şenyaşar di çalakiyê de serdanên piştgiriyê qebûl kir û di derheqê doza xwe de agahî da û diyar kir ku ev du sal in bênavber Nobeta Edeletê didomînin.
Emîne Şenyaşar got: “Cîhan êşa me bihîst û hatin bûn şirikê êşa me. Ma qey rehm û wijdana vê hikûmetê tineye. Hemû malbata min kuştin. Ez li vê derê li hêviya zarokê xwe me. Bila zarokê min berdin em jî herin mala xwe. Bi salan e em li vê derê ne, min çavê xwe winda kir û rewşa çîmê min ne baş e.”