NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di operasyonekê de 8 endamên îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker girtine.
Daxuyaniya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatî dayîn wiha ye;
“Hêzên me kesên ku ji îstixbarata dewleta Tirk re kar dikin demeke dirêj şopandin û piştî ku agahiyên pêwîst bi dest xistin, di oparesyonekê de ew girtin.
Ev kesên ku karê îstixbaratiyê kirine destê wan di şihadeta fermandar “Dîler” yê Meclisa Leşkerî ya Kobanê û fermandar “Mizgîn Kobanî” ya Meclisa leşkerî ya Eyn îsayê de hene û her wiha di gelek karê xerabiyê yên din de jî cih girtine.
Sîxûrên ku hatine girtin navê wan bi vê rengî ye;
Ehmed Mihemed Îbrahîm
Ebid Îsmaîl Îsa
Yasêr Xelîl Mihemed
Bekrî Mihemed îsa
Îsmaîl Mihemed Ibrahîm
Hisên Ehmed Mihemed
Ehmed Mehmûd Xelef
Şems El-Dîn Reşîd Qasim
Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ewê di saetên pêş de jî îtîrafên wan tam nîşan bidin.