NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Niha wê Talabanî û Barzanî çi bikin? Dê ev şer çawa bi encam bibe, di vê mijarê de helwesta PKK’ê çiye? Ev pirs pir ji me tê kirin. Vaye weke pirsa ya kî dike raste, ya kî dike şaşe? PKK ev pir vekirin. Şerê Talabanî û Barzanî, şerê axane, şerê herêmî ye. Şerê ‘yan ez an tu’ ye. Ango şerê berjewendiyên kesî ne. Rewşa eşîrtî û axatiya li Kurdistanê tê jiyîn, herî zêde li Başûr heye. Yên pala xwe didin vê eşîrtî û axatiyê, dixwazin li ser pişta gel bilind bibin. Sedema şer jî eve. Çareserî jî girêdana bi rêgeza welatparêzî û civakbûnê ve ye. Siyaseta tevahî milet esasgirtin, berjewendiyên tevahî milet derxistina pêşe. Li dijî eşîrtî û axatiyê, şerek demokratîk dana meşandine. Bi van re şer bê meşandin, mirov dibe hêza çareserî. Bi hezaran Kurd qetil kirin û kirin dijminê hev. Di encamê de tev ketin xizmeta dijmin. Her yek li cem dewletekê bû dijminê gelê xwe. Hevdu wisa qetil dikin. Axayek ji dewletekê, yê din jî ji dewletek din alîkariyê digire. Yek bi dewletekê re şer dike, yê din jî bi dijminê wî re îtîfaqan pêş dixe û di encamê de xwe parçe parçe dikin, tavêjin serhev. Dîroka Kurdan wisa ye. Ev dîrokek bi lenete, dîroka ketîbûnê ye, dîroka axa, beg, eşîret û şêxane. Ev hezar salin wisa ye. Ev dîrok bi derketina PKK’ê re ji holê hatiye rakirin. PKK ji hêla bîrdozî û siyasî ve bi ser van derdoran de diçe, vê pirsgirêkê vedike û didahûrîne. Vî şerî xirab dinirxîne û dihizire ku di xizmeta dijmin de ye. Welatparêziya rast vedike, demokrasiyek rast datîne holê. Bi xebatên xwe yên heta niha kirî re, di nav gel de yekîtiyek saz kiriye. Hemû hêzên cureyên şerên kevin dimeşînin û xizmetê ji dijmin re dikin teng kirin. Em ji gelek aliyan ve hewl didin wan ji xizmeta dijmin derbixin. Me demek dirêj bi van re jî şer kir, heta niha jî em di şer de rûbirû ne. Rêbertiya li Başûr, ne rêbertiya demokratîk a netewî ye. Şerê Başûr a di sala 1992’an de, şerek pir mezin bû. Lîstokên wan jî mezin bû û bi dijmin re êrîşî me kirin. Em jî bi israr ser wan de çûn. Niha jî me qada wan teng kiriye. Li Başûrê Mezin di bin siyaseta PKK’ê de roj bi roj gavên siyaseta welatparêziyê tê avêtin. Êdî rewş ne weke beriya şere. Şerê Talabanî û Barzanî jî nagihe serkeftinê. Kî rast be, em bi wan re ne. Siyaseta rast li cem kî be, em bi wan re ne. Êdî hêza PKK’ê destûrê nade weke berê zerar bidin milet. Êdî nikarin Kurdên li derdora xwe ber bi tevlîheviyê ve bibin. Bi van re hinek peyvan hatin çêkirin. Em dixwazin dostaniyekê jî ava bikin. Em dixwazin bi yekîtiyên Kurd re, YNK heta PDK’ê re jî îtîfaqan saz bikin. Hevdîtin, îtîfaq û protokol çêdibin. Heta ger bihata xwestin dikariyan dev ji xebatan jî bernedin û ev zerar ji holê bihata rakirin. Yeqîn dikim, dê ji vir û şûn de di çarçoveya netewî de bimeşin. Ger nemeşin wê tecrîd bibin û tenê bimînin. Kî bi welatparêzî û rastiyan re be, emê jî bi wan re bin û hêz bidin wan. Em girîngiyê didin vê nêzîkbûna siyasî û ji vir û şûn de jî wisa nêz bibin. Êdî siyaseta PKK’ê giraniya xwe diyar kiriye. Ger şer xurt bibe û li Botan-Behdînanê şer bê serxistin, dê çareseriya pirsgirêka Başûr jî, ji hêla şoreşê ve çareser bibe. Hinek lîstokên ku emperyalîzm û Tirkiye dixwazin bilîzin hene. Emê jî firsendê nedin vê. Wê miletê Başûr jî beşdarî şoreş û gêrîla bibe. Ev ji bo wan jî çareseriyek girînge. Niha di vê deme de ya hinekê pêş dikeve jî wisa ye. Ya PKK dixwaze bimeşîne û milet jî nirx dide, alîkariya ku ji miletê Başûr re jî bê kirin ev siyasete. Em ji zerarên heta niha hatine dîtin û şerên bê sedem pêş ketin re dibêjin êdî bese. Em li hember dijmin bibin yek, beramberî hev siyasetek durist pêş bixin. Hûnê PKK’ê jî bibînin, wê ji vir û şûn de jî gavên erênî bavêje.