WAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Hebûn (Sefer Çaglar) bi bombeyên deng û fîşekên hewayî bersiv dan polîsên Tirk ên dagirker ên 29’ê Tîrmehê danê êvarê hewl dan bikevin Navçeya Koyiçî ya Wanê.
Dema ku polîsên Tirk ên dagirker xwestin bikevin Navçeya Koyiçî ya Wanê, yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Hebûn bi çalakiyên xwe bi polîsên faşîst gav paş de avêtin. Yekîneyê têkildarî çalakiya xwe daxuyaniyek da û wiha got;
“Emê weke Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Hebûn rê nedin rê polîsên faşîst ku bikevin kolanên me. Emê bi her awayî li dijî polîsên faşîst li berxwe bidin û di bin her şert û mercî de, emê bi wan gav paş ve bidin avêtin. Dema ku polîsên dagirker encamê nagirin, helîkopter û dronên xwe radikin. Lê bila bizane ku tu teknîk nikare îradeya me bişkîne, berovajî wê me ber bi hêrseke mezintir ve dibe.”