BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû.
Kalkan di destpêka axaftina xwe de işaret bi tecrîda giran a li Îmraliyê kir û got, “17 meh in bi ti awayî agahî ji Îmraliyê nayê wegirtin. Nayê zanîn bê rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo û hevrêyên din ên li wê derê çi ye. Li dijî vê rewşê jî li her qadê têkoşîn dewam dike. Li hemberî tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê, pêngava me ya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê, li her qadê mezin dibe.”
Dûran Kalkan anî ziman ku divê ev têkoşîn hîn bêhtir bê geşkirin, bi rêbazên dewlemend bê meşandin û got, “Li her eniyê divê têkoşîna li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê bê mezinkirin. Nîqaş bi tenê têrê nake, lazim e pratîk hebe. Ji bo vê jî divê her kes bi erk û berpirsyariya xwe rabe.”
Kalkan destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke girîng a têkoşînê de ne û wiha dewam kir, “Dijmin bi rengekî topyekûn êrîşên qirkirinê dimeşîne. Bi her rê û rêbazê, bi her amûrê êrîşan dike. Em jî li her qadê bi rengekî topyekûn li ber xwe didin. Ji Îmraliyê heta zindanan, ji çiyê heta bajaran, ji çar parçeyên Kurdistanê heta derveyî welat û çar aliyên cîhanê. Rêbertî, gel, ciwan, jin, gerîla, partî her kes li ber xwe dide.”
Di vê çarçoveyê de Dûran Kalkan bi taybetî bal kişand ser şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê û destpêkê şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û bi minet bi bîr anî.
Dûran Kalkan ragihand ku ji Nîsana 2021’ê û vir ve faşîzma AKP-MHP’ê bi armanca dagirkeriyê êrîşî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dike û got, “Encamek bi dest nexistine. Li cihê ku dest bi êrîşê kirin, gerîla her roj çalakiyên tolhildanê dikin û derbên kuştinê li dagirkeran dixin. Ji vê yekê diyar e ku li ti cihî nekarîne bi cih bibin.”
Ji bo vegotina asta şer jî Dûran Kalkan bîlançoyên rojane yên HPG’ê bi bîr xist û got, “Me biryar dan ku bîlançoya vî şerî rojane eşkere bikin. Ji bo civak bi temamî ji rewşê agahdar be. Ji ber ku ev şer her kesî eleqedar dike. Lewma agahiyên ku digihêjin ber destê me hemûyan em parve dikin. Rewşa leşkerên ku faşîzma AKP-MHP’ê ew şandine li pêş çavan e.”
Li ser hatina Wezîrê Parastinê, Serokê Fermandariya Giştî ya dewleta Tirk a li Çelê jî Dûran Kalkan wiha axivî: “Hema bêje hatin heta cihên şer. Gotin, hûn çima tên. Bersiv dan û gotin, pêwîstî bi moralê heye. Divê em moralê bidin. Yanî moralê wan ketiye. Ya ku li Zap û Avaşînê diqewime, ji bo artêşa Tirk bi temamî sendroma Zapê ye. Em dikarin vê bi rengekî eşkere bibêjin. Ya rast ketine nava sendroma Avaşînê, sendroma Metînayê, sendroma Kurdistanê. Ne tenê hêzên artêşê, dewlet bi temamî ketiye nava vê sendromê.”
Dûran Kalkan sendromên Nisêbîn û Sûrê bi bîr xist û destnîşan kir ku dewleta Tirk niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî di nava heman sendromê de ye.
Li hemberî vê yekê jî Kalkan işaret bi sekna gerîla kir û got, “Gerîla bi rastî jî li ser xeta lehengiyê ye. Ti hêzek nikare mîna gerîla şer bike. Gerîla serketinên herî mezin ên dîroka şer diafirînin. Wê vê yekê teqez bi ser bixînin. Serketina leşkerî ya herî mezin a dîrokê wê li Zapê pêk were. Gav bi gav vediguhere serketinê. Em hêvî dikin ku wê serketin di demeke gelekî nêz de misoger bibe. Şerê gerîla di vê astê de ye.”
Têkildarî bandora vî şerî li ser rejîma AKP-MHP’ê jî Dûran Kalkan wiha axivî: “Bi rengekî dîn û har êrîşî her derê dike. Ev yek nîşan dide ku hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê çiqasî kûr bûye. Komkujiyan dike. Hîn bêhtir êrîşan dike. Derfetên Tirkiyeyê pêşkêş dike. Çekên qedexe bi kar tîne. Sûcê şer dike.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve û got, “Bombeyên taktîk nukleerê bi kar tînin. Biryargeha me ya navendî eşkere kir ku bombeyên Termobarîk bi kar tînin. Ev yek jî cûreyekî bombeya taktîk nukleer e. Tirk ji vê yekê re dibêjin bombeya biçûk a atomê. Bi Tirkî jê re bi vî rengî dibêjin. Li ber destê me belge hene. Ji sala 2017’an û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelekî hatin bikaranîn, ji xwe li xwe mikur jî tên. Li gorî belgeyên mikurhatinê yên li ber destê me, li tunelên Efrînê jî herî zêde ev bombe bi kar anîn.”
Kalkan diyar kir ku dewleta Komara Tirkiyeyê nikare bi xwe vê çekê çêbike, ev bombe ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Îngilistan, Elmanya û Fransayê ve tê çêkirin û got, “Ji van dewletan digire û bi kar tîne. Me cara derbasbûyî ji Sekreteriya Giştî ya NATO’yê, rêveberiya DYE, Pentagonê pirsîn. Dewleta Tirk bombeyên NATO’yê bi kar tîne. Yanî bombeyên ne yên xwe bi kar tîne. Bombeyên qedexe bi kar tîne. Di vê mijarê de hîn bersivek ji me re nehatiye dayin. Em li benda daxuyaniyekê ne. Raya giştî li benda daxuyaniyeke di vê derbarê de ye.”
Kalkan destnîşan kir ku Kurd û dostên wan divê hîn bêhtir vê mijarê teşhîr bikin, têkoşîna li dijî bikaranîna çekên qedexe mezintir bikin.
Mijareke din ku Dûran Kalkan bi taybetî nirxand komkujiya li gundê Perexê yê Zaxoyê û komkujiya li Qamişloyê bû.Kalkan destpêkê şêniyên Ereb ên di komkujiya Perexê de şehîd bûn bi bîr anî, êşa gelê Ereb ê li Iraqê û xizmên qurbaniyan parve kir.
Kalkan wiha axivî: “Bi dîtina min divê mirov komkujiya li Perexê û komkujiya Qamişloyê, yanî qetilkirina Jiyan Tolhildan û hevalên wê bi hev re binirxînin. Herdu jî li pey hev hatin kirin. Yek jê di 20’ê Tîrmehê de, ya din jî di 22’ê Tîrmehê de hate kirin. Tayyîp Erdogan hîn van înkar dike, hewl dide bi înkarkirinê xwe jê rizgar bike.
Ji bo êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike destûr ji NATO’yê xwest. Piştre jî di 19’ê Tîrmehê de çû Tehranê û destûr xwest. Ji herdu aliyan jî nekarî destûrê werbigire. Hate gotin ku weke destûr ji NATO’yê wergirtiye, lê piştre DYE’yê eşkere kir ku ew li dij e, ew li hemberî êrîşeke bi vî rengî ye. Di civîna bilind a Tehranê de jî Rûsyayê û Îranê bi şênberî gotin ku êrîşeke bi vî rengî wê aramiyê têk bibe û ew li dij in. Hîn venegeriya bû xwest ku Desteya Ewlekariya Milî bicive. Li ser vê daxwaza Erdogan deste civiya. Heman piştî civînê jî li Perexê komkujî bû. Bi vî rengî li pey hev qewimî.
Kê kir, bi zanebûn kir, bi rêxistinî kir; pêwîstî bi nîqaşeke bi vî rengî nîne. Li Desteya Ewlekariya Milî ya Tirk biryara vê yekê hate dayin û ev komkujî hate kirin. Di vê astê de biryar ahte dayin, bi zanebûn û plankirî komkujî hate kirin. Çima komkujiyeke bi vî rengî kir? Ji ber ku li Zapê asê maye. Ne dikare bi pêş ve biçe, ne jî nikare xwe vekişîne. Derfetê xwe yê revê jî nîne.
Derfetên xwe yên pêşveçûyînê jî nîne. Her ku ev rewş dewam dike, têk diçe, hildiweşe. Kete pêvajoya hilbijartinê. Rêveberiya AKP-MHP’ê êdî qediya ye. Yanî di dema xwe ya dawî de ye. Ji bo karibe ji nû ve bibe desthilatdar, pêwîstiya xwe bi serketinekê heye. Li wê digere. Hewl dide ku hin qadên Rojava dagir bike, bi vî rengî neteweperestiya Tirk sor bike, bi zorê û zextê di hilbijartinê de bi se bikeve. Nekarî vê bike. Ji ber ku nekarî vê bike, vê carê bi vê komkujiyê gef li hêzên ku li pêşiya wan asteng e, xwar. Bi komkujiya Perexê gef li Iraq û Îranê xwar. Bi komkujiya Qamişloyê jî gef li koalîsyonê xwar. Koalîsyonê heta niha daxuyanî nedida, lê belê qetilkirina Jiyan Tolhildan û hevalên wê şermezar kir. Çima şermezar kir? Ji ber ku êrîş li ser koalîsyonê bû. Yanî gef li koalîsyonê hate xwarin. Fêhm kir û bi rengekî bersiv da.
AKP di rewşeke bi vî rengî de ye. Hewl dide fêhm bike ku eger bê destûr êrîş bike wê çi bibe? Di êrîşê bi biryar e. Yanî firsendê bibîne wê êrîşî Rojava, êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Divê her kes bi vê zanibe û amade be.
Ji vê jî wêdetir dibe ku Tirkiye li Iraqê şerekî navxweyî bide destpêkirin. Aliyekî komkujiya Perexê bi vî rengî ye. Yanî dibe ku şerê navxweyî sor bike, teşwîq bike. Di vê der barê de amadekariyên xwe jî hene. Aliyekî din ê komkujiya Perexê jî mîna ku HPG’ê eşkere kir, dixwaze qadê ji mirovan xalî bike. Gundên li derdorê hemû vala kir. Neçû gundê Perexê. Ji ber ku cihekî gelekî girîng e. Wan gundiyan israr kirin. Ji gundiyan jî wêdetir bi sedan tûrîst diçin wê derê. Qadeke girîng a tûrîstîk e. Lewma vala nekirin, ji bo vaakirinê bi zanebûn lê dan. Eger Perex bê valakirin wê bigihêje armanca xwe? Na. Nexşeyeek AKP-MHP’ê heye. Em pê zanin. Eger karibe li Herêmên Parastinê yên Medyayê dagirkeriyê bike, serwer bibe, eger li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Rojava qadên nû dagir bike, wê Zaxoyê jî dagir bike. Yek ji armanca wan a Mîsakî Mîlî bi vî rengî ye. Armanca nexşeya ku Tayyîp Erdogan bi anvê herêma ewlekariyê destnîşan kir, bi vî rengî ye. Yanî wê temamiya gundên Zaxoyê vala bike. Wê navenda bajarê Zaxoyê vala bike. Piştî Perexê wê dor bê gundên li deştê. Dixwaze bi rê û rêbazên cuda tevahiya herêmê vala bike. Eger nikaribe pêşî lê bê girtin wê rêveberiya Tayyîp Erdogan êrîşî Rojava bike, wê bixwaze li Iraqê şerekî navxweyî bide destpêkirin, bêaramiyê bike, hîn bêhtir gundan bide valakirin. Divê ev yek bê zanîn. Di vê mijarê de nerazîbûnek çêbû. Lê li Başûrê Kurdistanê kêm bû, diviyabû ev nerazîbûn zêdetir bûya.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi dewamî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an nirxand û got, “Li ser Şengalê êrîşa qirkirinê hate kirin. Her kesî ev dît, fêhm kir. Li hemberî vê yekê hêzên HPG û YJA Starê berxwedêriyeke mezin nîşan dan, têkoşiyan. YPG û YPJ’ê jî piştgirî dan. Destûr nehate dayin ku komkujî bigihêje asta qirkirinê. Bi vî rengî pêşî li qirkirinê hate girtin. Destûr nehate dayin ku di çaryeka destpêkê ya sedsala 21’ê de mîna deqeke gemarî li rûyê mirovahiyê bikeve.”
Dûran Kalkan destnîşan kir ku berxwedana heyî ya li Şengalê hêjayî silavkirinê ye û wiha dewam kir, “Divê berxwedêr bêne pîrozkirin. Şehîdên mezin ê vê berxwedanê çêbûn. Divê ew şehîd bêne bîranîn. Şehîdên mezin ên mîna Zekî Şengalî, Seîd Hesen, wan hevrêyan, di şexsê wan hevrêyan de jî şehîdên berxwedana Şengalê hemûyan bi vê wesîleyê bi bîr tînim. Vaye 8 sal in ji bo çareseriyê lêgerîn tê kirin. Dikeve sala 9’an. Hin biryar hatin wergirtin, di navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê. Tirkiye timî êrîşan dike. Piştî ku DAÎŞ têk çû, Tirkiye kete dewrê û ji bo komkujiyan êrîşên hewayî dike. Ji bejahî ve jî xwest PDK’ê, rêveberiya Iraqê bide êrîşkirin. Li hemberî vê yekê berxwedan hate nîşandan. Civaka Êzidî dixwaze xwedî rêveberiya xwe be, sîstema xwe ya xweseriya demokratîk pêk bîne.”
Kalkan got, “Têkoşîneke gelekî mezin heye. Divê ev têkoşîn bi biryardarî bê meşandin. Bêguman divê mirov baldar bin, rê û rêbazên guncaw biafirînin û çareseriyê pêk bînin. Lê belê divê teqez xwedî wê rêxistiniyê bin ku careke din rê nede qirkirinê û êrîşên komkujiyê.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku meha Tebaxê ji bo wan meha pêngav û serketinê ye û got, “Salvegera 39’an a pêngava gerîla ya şoreşgerî ya 15’ê Tebaxa 1984’an e. Em dest bi sala 39’an a berxwedan û serketinê dikin.”
Dûran Kalkan diyar kir ku ruhê 15’ê Tebaxê li Zap, Avaşîn û Metînayê dewam dike û got, “Gerîla bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê û serketinê şer dikin. Li çar parçeyên Kurdistanê gelê me û dostên me bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê û serketinê li ber xwe didin. Gel bi pêşengiya Rêber Apo û partiya me ji bo azadiyê bi wêrekî, fedakariyeke mezin, bi ruhê serketinê li ber xwe dide. 15’ê Tebaxê vê yekê temsîl dike. Divê mirov her roj vê yekê bijî. Bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê û serketinê divê her roja Tebaxê têkoşîn bê meşandin, pêngava me ya Dem Dema Azadiyê ye ku ji boa zadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê meşandin û berxwedana me ya sala 50’î li her qadê bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê û serketinê mezin bikin. Bang li hevrêyan, gelê me û dostên me hemûyan dikim ku bi vê helwestê, berxwedanê geş bikin.”