RIHA – Di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûsa Rihayê parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar kuştibûn. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kiribû.
Çalakî ji 9’ê Adara 2021’an ve didome. Malbata Şenyaşar di roja 512’emîn a nobetê de hate pêşiya edliyeyê û li ser dêrencekên avahiyê dest bi çalakiyê kir.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî ev peyam weşand “Kesên dibêjin em heta li pirsgirêkên gelê Rihayê guhdarî bikin, nabe ku vê zilma li ber deriyê edliyeyê nebînin. Bê alîbûna li hemberî zilmê tê wateya îxaneta li mirovahiyê.”