NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya nivîskî ya Jinên Tîrêjên Rojê de hate ragihandin ku li sê navçeyên Mersînê di 29’ê Tîrmehê de bi hevdemî çalakî hatin li darxistin û 15 wesayetên luks û 2 kargehên ‘faşîstan’ hatin şewitandin.
Li gorî daxuyaniyê, 30’ê Tîrmehê jî li navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê li dijî polîsên faşîst çalakî hatiye li darxistin û di encamê de zirareke mezin li wesayeta polîsan bûye û yek ji polîsan jî bi giranî birîndar bûye.
Hate ragihandin ku heman rojê li Yeşîlko ya Stenbolê li dijî faşîstên AKP û MHP’ê çalakî hatiye kirin û faşîstek ji wesayitê hatiye peyakirin, piştre hatiye ceza kirin û wesayit hatiye şewitandin.
Însiyatîfê diyar kir ku 30’ê Tîrmehê kesekî ku ‘Kurdekî bêparastin bi barbarî lînç kir’ hate tespît kirin, piştre hate şopandin û wesayita êrîşkar hate şewitandin.