NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Nexasim carek din ji nûnerên miletê Kurdistanê yên hatîn cem me re dibêjim hûn xêr hatin. Di vê pêvajoya em hewl didin 10. Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi encam bikin de, em bi rastiyek ku dixwazin di kesayeta DEP’ê de darezînin re rûbirû ne. Bi şêweyek pir eşkereye ku dixwazin girêdana wan bi PKK’ê re çêbikin û di vê manê de di radeya hêza wan de li hember hewldanên wan ên ji bo her cure polîtîkayên komkujiyên erzan ên li gorî Komara Tirk werin eşkerekirin, pêvajoya darezînê ya dixwazin pêş bixin jî, em di van rojan de hûrûkûr dijîn. Tişta ku dixwazin darezînin çiye? Bi rastî jî kesên ku pêwîste bên darezîn kîne, maf û hêza darezînê kîne, pêwîste beramberî kî û çi were bikaranîn? Di vê mijarê de divê peywir çibe? Bi vê mebestê pirsên dijwar li pêş me ne. Pêwîste di demên wisa dîrokî de tiştên ku bên kirin baş têgihiştin xwedî girîngiyek mezine. Ya herî girîng jî kesên ku nikarin divê çi bê kirin, çawa bê jiyîn, heta çawa bê şerkirin diyar bikin, weke ku firsendên herî girîng ji dest didin, dibe ku her kêlî windahiyên nayên hêvîkirin û binkeftinan bijîn. Di heman deme de nêzîkbûnên rast, dibe ku pêşketinên ku ewqas salan de hatî bidestxistin, em bikarin di çend mehan de pêk bînin. Dema dijmin êrîş dibe ser HEP û DEP ku hewl didin bibin raveya girseya miletê Kurd, bi rastî jî dixwazin bi rêbazên zagonî hinek tişt bikin û heta dema êrîş dibe ser HADEP û saziyên ku hewl didin weke berdewamiya yên din kar bikin, di rastiyê de êrîşî miletê Kurdistanê û heta bi gelemperî demokrasiyê dike. Dema gav bi gav rejîma faşîst tê bilindkirin, bêguman dixwazin saziyên demokratîk ên herî diyarker bikar bihêle, heta tine bike. Ji ber dijmin dizane nikare serwer be. Di bingeha van pêşketinan tevan de PKK heye. Dijmin bi şêweyek dijwar ku sînorên komkujiyan jî derbas bike, bi her cure rêbazên şerê taybet ên ketî ve êrîş dike. Lê li kêleka vê jî dixwaze ji her derdorê mirovên durist tine bike. Ev jî li gorî polîtîkayên wan an jî mantiqê faşîst û bi gelemperî jî parçeyek ku ji rastiya Komara Tirk naveqetê ye. Weke her carê me eşkere gotî, ev sazî bixwazin jî nikarin PKK’yî bin û ev ne hewce ye. Lê dijmin hewl dide wisa diyar bike, ji ev jî çavkaniya xwe ji lewaziya wî digire. PKK’yîbûn ne suce, pirsgirêkek şerefê ye. Bêguman her kes dikare bibe dost. Saziyên ku derasayî ji me bandor dibin jî vê dizanin û wisa jî dinirxînin. Lê zehmetiyê dijîn ku wate bidin nêzîkbûnên dijminên wan weke misoger hûn wisa ne, welê ne, hûnê wisa bên nirxandin. Lê ev xal ji aliyê me ve rehetî tê fêmkirin, dikare sînor baş bên destnîşankirin û li gorî qadan darezîn û şer bên meşandin. Bi vê mebestê emê van xalan jî ronî bikin. Dema ji hinek welatan komên kedkar tên, di vê navberê dehewl didin zêdetir werin, bêguman em wate didin hebûna komek wisa nûnerî jî. Em tev girîngiyê didin bibin tevgera milet û milet bi xwe. Ev pêdiviya herî bingehîn a mirovbûnê ye. Ti kes bi înkarkirina welat û miletê xwe ve û pişta xwe dana têkoşîna wê ya neçarî, nikare di doza namûsê de cih bigire û heta nikare bê gotin ku mafê xwe yê jiyanê jî rast bikar tîne. Kesê ku îdîa dike kêm jî be girêdana xwe bi heysiyeta mirovahiyê ve heye, teqez divê di mijara rastiya xwe ya dîrokî û netewî de, dîsa herî kêm di asta mafên mirovan de bizane pêwîste xwedî azadiya fikir be û teqez hîs bike pêwîste hinek tişt bike. Yên vê neke, heq kirine ku weke kesên herî ketî û birên lenet bên nirxandin û binavkirin. Elbet em bawerin pêwîste ti mirovên me rewşek wisa lenetî nejî. Ewqas jî em bawerin divê bi her cure derfetên di destê xwe de vê çarenûsa reş jî jê bibe. Emê vê pir eşkere bibînin ku, di rastiyê de têkoşîna me bersivê dide pêdiviyek ku ji nan, av û hewayê jî girîngtire. Emê vê dîsa eşkere bêjin. Bila kes li ber bayê gotinên dijmin ên weke; “Vaye rêxistina terorîst a wisa, terorîstên welê, xayînên welat ên wisa”, li şûna gav paşve bavêje yan jî didulî bijî, pêwîste mijarên weke bihizire terorîst kiye, faşîst kiye, rêxistinên terorîst ji kî ava dibin, nûnerên wan kîne eşkere bibîne û li groî vê jî mafê darezê bê pêşxistin, vî mafî jî bi xwe re bibîne û serbilindiya wê jî bijî. Hewl dide vê jî bi şeref bike. Em dema derûniya tawanbariya ku dijmin dixwaze ferz bike berovajî dikin dijîn. Êdî ev pêdivî bi lehengiyê jî nabîne, ev di heman demê de pêdiviyek mirovbûnek ji rêzê ye jî. Asta pêşketina tevgera me ya gelêrî jî vê diyar dike. Em jî wisa ne. Em hewl didin pêdiviyên kesayetek milet a ji rêzê pêk bînin. Em naxwazin xwe wisa di astek bi navûdeng de bibînin. Yên dixwazin bi xisleta rasteqîn a mirovahiyê ve di şênberiya miletekî de girêdayî bimînin, hinekê jî neçarin wisa kar bikin. Rêgeza min a jiyanî, ji roja destpêkê ve eve û niha jî wisa ye. Her tim vê rêgezê diparêzim û pêk tînim. Rastiya wê hatiye fêmkirin û derketiye holê ku hêza herî mezin eve. Bêguman pêwîste her kes ders ji vê derbixe. Roj, roja mirovên me hem pir dilnizim, di cih de û hem jî pir wêrek tevbigerê ye. Roja hem bi zanebûn nêzî huquqa xwe bibe, hem jî bi vîn nêzîkbûn raber bike ye. Ya herî girîng jî di vê pêvajoya ku em hewl didin neyêniyên dîrokî yên tên zanîn berovajî bikin de, roja cih û rola xwe baş diyarkirinê ye. Siûdek wisa bidestxistin, pêvajoyek wisa dîrokê serbijêr kirî û dijberî me zivirandî jiyîn, me şanaz dike. Ne weke ya sedî salan, dibe ku weke bêriyên hezar salî tê ravekirin. Rastiyek bi wê dana serxistin, heta di nava roja wê ya serkeftî de dikare bê jiyîn. Demên wisa nabin para mirov. Me her tim ev wisa got û ev jî tê piştrastkirin. Roj bi rastî jî roja mirovê me xwe dîtinê, xwe pênasekirinê, xwe binavkirinê, xwe axaftinê, xwe dana şerkirin û serxistinê ye. Ji vê tawîz nayê dayîn, ji vê gav paşve nayê avêtin. Min bi pratîka xwe jî nîşan da, her roj ancex bi şêwazek ku roja borî derbas bike dikare bê destgirtine, roja mafê wê bê dayîne û pêvajoyeke. Dema me bi zehmetiyên mezin an jî bi derfetên qet neyî re dest bi vî karî kir, em ji vê bawer bûn. Niha jî dema em vê eşkere dibêjin, dibe ku baweriya we tevan û heta hêviya we ya serkeftinê ji me zêdetir bûye. Dîsa emê bêjin ku, em weke me bi şêweyek dilnizm destpê kirî berdewam dikin. Wê deme em bi tenê bûn, îro jî bi milyonane. Lê dîsa jî emê bizanin divê çi bê kirin û bi qasî azweriya wê zehmetiyên wê jî bijîn û bizanin bimeşin. Em heta niha meşiyan û ji vir û şûn de jî baştir bimeşin. Ev pir vekiriye, bi lez ji şaşî, xapandinan û kêmasiyan xwe xilaskirin, roj bidestxistin girînge. Ger ev çareseriya pirsgirêkek azadiyê ya herî bingehîn a miletekê ye, teqez bi vî rengî hêza nêzîkbûnê danîna holê û hinekê jî bi îdîa bûyîn, nexasim di polîtîkayê de îdîabûn, peywirek ku pêwîste yê dixwaze rake ye. Bi pêvajoyên bi vî rengî nayê lîstin. Heta ku mafê wê neyê dayîn, nexasim sebir, hêza vîn û ya herî girîng jî ya ku pêwîste weke hunerekê bê têgihiştin şêwaza polîtîka neyê bidestxistin, serkeftin nayê bidestxistin û pêvajo jî bi serkeftî nayê jiyîn. Pêwîste mirov bêje heta niha çi hatibe kirin kême. Polîtîka, maka huneran an jî mifteya hemû pêşketina ye. Kêm-zêde hûn tev têkil polîtîka dibin. Şer jî, raveya polîtîka ya hîn pêşketî, bi agir û hûrûkûre. Çand jî raveyek wê ya cuda ye. Qanûn weke zagon û polîtîka ji hev cihe nabe, bi yekbûnekê ve girêdayî ye. Jixwe ji bo miletê me polîtîka bûye çalekiyek civakî ya wisa, mifteya hemû pêşketina ye. Bê wê henase nayê girtin û hûn nikarin li çep û rastê binêrin. Êdî wê her tiştê we polîtîk be, polîtîka baxive û polîtîka bê kirin. Ti milet, bi qasî miletê Kurdistanê evqasî neketiye nava pêvajoyek polîtîk. Ti milet, wisa neketiye nav polîtîkaya şoreşgerî, li gorî cewhera politikaya şoreşgerî û her cure şêweya wê nebûye, ji artêşa wê çekdarîmheta xebatên aştiyane yên dilnizmî û peywira pêkanîna pêdiviyên wê re rûbirû nemaye. Çima? Ji ber ji sedî salan ve dûrbûna wê ya ji polîtîka, tinebûna wê anî. Tinebûna polîtîk, di heman demê de tinebûna civakî ye. Tinebûna civakî jî tinebûna aborî ye û piştî ji aliyê aborî ve jî tine bû, jixwe ev jî tê wateya tu tenê îskelete. Li cihek ku xwedî wesfa derguşa mirovahiyê ye li welatê me, ger îro hejariya herî zêde tê jiyîn û hewcedariyên mirovahî yên herî bingehîn hatine tinekirin, divê em rast li polîtîka binêrin û tinebûna polîtîkayê baş bibînin. Bi qasî hewce dike em vê hunera mezin têbigihin, teqez divê em bizanin rast û di cih de bikar bînin. Nexwe dema zarokên te bi zêr dilîzin, dê bibe sedem ku wê weke tenekeyê li çep û rastê belav bike. Jixwe heta dawî ev xeterî jî vekiriye û tê jiyîn.