NAVENDA NÛÇEYAN –
Heval hemû kombûn ketin rêzê û ji hevalên ku li wir diman xatrê xwe xwestin…
Sal 1998 destpêka biharê ye.
Di her demsalekê de Heftanîn xwe bi rengîniyeke cuda dixemilîne, dualîteya xwazayê di xwe de dide jiyankirin. Pratîka min ya despêkê û gava min a gerîlatî ya yekemîn di nav rengîniyêk bi vî şêweyî de bû. Xwaze çiqas bi rengên xwe dewlemend bû jiyana gerîla jî ew qas dewlemend û dagirtî bû. Weke ku ez di nav cîhanek cûda de bûm, ez bawerim ku fîrdewsa ku dihat behs kirin ev bû. Jiyana gerîlatî bi ahangiya xwezayê re bibû yek û ahenga melodiya azadiyê, hez kirina hevaltî di nav dilê hemû hevalan de weke enerjiyeke herikbar pêl bi pêl diherikî. Bi rengîniya biharê de havalan jî di nav vê dewlemendiyê de dil û mejiyê xwe kiribû yek.
Demsala biharê ji bo her gerîlayekê wateyek xwe pir cuda heye. Bi taybet dema ku mirov ji qadekê derbazî qadeke din dibe tevger destpêdike, kelecan û coş xwe dide pêş. Weke ku bazek baskên xwe vedike û li esîmanê axên piroz, ên bi berhem ên ku bi salane êş û jan dikşînin ber bi çiyayên Kurdistanê ve difire, yekîneyekê xwe amede kir, baskên xwe vekir û ber bi Botanê vê firiya.
Yekîneya ku ji hevalên jin û xort pêk dihat ferza wan ji bo qada Botanê hatibû çêkirin. Ji bo derbazbûna qadek nû me hemû hevalan xwe amede kiribû. Hemû hevalan xwe bi rext, çek, cil û bergên xwe xwe xemilandin. Hemû hevalan kelecanek pir mezin jiyandikirin. Piştî demekê û şunde agahî ji me re hat ku ‘‘ hemû heval bila xwe amede bikin em ê bikevin ser rê…”
Heval hemû kombûn ketin rêzê û ji hevalên ku li wir diman xatrê xwe xwestin. Ez jî di navê de me, yek bi yek me hemû heval hembêz kirin û ji hevdû re serkeftin xwest. Pir zindî û bi kelecanek pir mezin em ketin ser rê. Rewîtiya me destpêkiri bû. Di meşê de pir hizir û xeyal di mêjiyê min de derbaz dibûn. Her gaveke ku em ji Haftanînê dûr diketin, min li derdora xwe dinêrî û xatirê xwe ji kevir, ax, çem û çiyayên Haftanînê dixwest. Di milekî de xemgînî, di milekê de keyfxweşî hebû. Sedema xemgîniyê ji ber qût bûna me ji hevalên ku me bi hev re demên xweş derbaz kiribûn, her wiha ji ber qutbûna me ji xweşikbûna xwezaya heftînîn bû. Sedema kelacan, coş û keyfxweşiyê jî çûyîna me ya qadek nû bû, bi taybet cihekî ku her gerîlayekî/ê dixwest bibîne û li wir gerîlatiyê bike bû. Pir hest di nav hev de dihat jiyankirin. Botan qadeke dîrokî û di heman demê de bi xweşik bûna xwezaya xwe jî bi nav û denge.
Gavên me, dilê me û rihê me, ber bi axa Botanê ve dimeşiya. Yek taybetmêdiya ku jiyana gerîlatiyê bi wate dike û dihêle ku mirov ji jiyanê hez bike û bi jiyanê vê were girêdan hevaltiya raste. Ev taybetmendî herî zêde di demên zehmet de xwe dida diyar kirin. Hinek hevalan di tariyê de zehmetî dikşandin, hêj baş ferî meşa gerîlatiyê nebûbûn. Hevalên ku kêmek jî zehmetî bikşandana, bi dil û rihekî hevbeş hemû hevalan alikarî bi wan re dikirin. Dema ku wan hevalan ev nêzîkatî didîtin pir keyfxweş dibûn, xwe bi hêztir dikirin. Em bi seatan, bi rojan bê navber meşiyan. Hêdî hêdî em nêzî sînor dibûn. Em gihîştibûn cihekî nêzî qerekolên dijmin, ji bo dijmin bi me nehese heval yek bi yek derbazî milê axa Bakûr bûn. Piştî ku hemû heval bi saxlemî derbazî milê Bakûr bûn bi gavên pir bi lez em ji wir dûrketin.
Hemû heval pir westiya bûn di her navberek biçûk de xewek pir giran dadiket ser çavên me, ew xewa du, sê deqan pir cûda ye, weke ku em bi seatan razabin westandina me di wan çend deqan de derbaz dibû. Rêwîtiya berbi axa Botanê hêdî hêdî bi encam dibû.
Piştî hilkşandinek pir zor û zehmet bi berbanga sibê, çav û dilê me ji Kêla Memê re gotibû roj baş. Belê berbi sibê em gihiştin Kêla Memê. Heya ku em bigihêjin cihê hevdîtinê, em qederekê meşiyan. Hevalên ku wê hatibana em pêşwazî kiriban direng mabûn. Di derbarê qadê de tû agahiyê me jî tine bû. Dijmin di arazî de heye nîne kesî nedizanîbû. Kêla Memê kirasê rengîniya biharê li xwe kiribû bangawazî dikir û em ber bi xwe ve dikşandin. Em ketibûn nav agir, derdora me hatibû dorpêç kirin, lê di derdora me de çi dizîvirî me nedizanîbû. Dema yekîne gihîşt ser axa Kêla Memê qederê nîv seatê em rûniştin û me derdor keşif kir, lê tiştek xûya nedikir. Piştî dêmekê û şûnde yekîne ket tevgerê û em meşiyan. Deh deqe derbaz nebibû…
Ji nişka ve skorskî li ser serê me çend çaran geriya. Hemû heval di cihê xwe de rûniştin, zêde nema û derbaz bû. Me wate neda, gelo em dîtibûn ya na? Di Pêşiya me de hinek latên mezin û mewzîyên ku berê hevalan çekiribûn xuya dikirin. Berpirsên yekîneyê em ber bi wir ve birin. Hevalên rêvebiriyê gotin ‘eger em xwe bigihînin wir, tiştek derkeve herî kêm em dikarin parastina xwe bikin’. Ji ber ku cihê em lêbûn pir vekirî bû, tiştek çêbûba dibe ku hevalên di yekîneyê de hemû îmha bûbana, lewma me hemûyan bi gavên lêz û bez xwe gihand nav wan latan. Bê agahî em li wê derê sekinîn, hemû hevalan hinekî bêhna xwe vedan û xwerina xwe xwerin.
Demjimêr 3 yê ber bi êvarî bû, germahiya dijwar hêdî hêdî kêm dibe roj ber bi rojava ve diçe. Bi carekê de û ji nişka ve me dît ku sê skorskî li ser serê me difirîn. Mewziyên ku hevalan berê di bin latan de çêkiribûn, her sê çar hevalan xwe dibin wan latan de bi cih kirin. Skorskî yên ku li ser serê me, em dorpêç kiribûn. Derdora me tev de bi roketan bombe baran kirin. Çend deqe derbaz nebû ku bi dengê roketan, qirîniya hevalên jin hat. Ji ber ku em hinekî ji hev dûrbûn kesekî nedizanî ka çi bû, kî bû û çawe bû. Dorpêç kirina ku hatibû çêkirin û li ser hev bombe barankirina skorskiyan fersand nedida ku yek tevger çêbibe. Ji ber ku pişt re me fêm kir ku li ser çiyayên ku li derdorê me qorîcî bi cih bibûn û em dorpêç kiribûn. Eger skorskî tine ba dibe ku fersetek biçûk bi destê me ketiba û me xwe ji wir xilas kiriba. Lê belê me dît ku çiyayên jorî me hemû ji aliyê qorîciyan ve hatiyê dorpêç kirin, yek bi yek sûîqast dikirin. Bi carekê de dengek axînî ji rex min hat ez li rex xwe zivrîm min dît ku Hevalê Sefqan di sînga xwe de birîndar bibû, qorîciyên ku ji beroşa xiyanetê têr nabin, hevalê Sefqan sûîqast kiribûn. Em çar heval li cem hevdubûn û cih jî pir teng bû, bi çi şêwayê me nikarîbû li birîna heval binêrin û girê bidin. Tinê me dikarî ji heval re bejin hêdî hêdî nefes bigire. Ji bo xwîn bisekine me cihê bîrînê bi çend tîliyan tampon dikir. Çend deqe û şûnde me dît ku hevala Sakîne BKC girtiye û berê xwe daye girê ku qorîcî ji wir sûîqastê dikin, ber bi wir ve diçe, 15-20 gav neavetibû ew jî bi guleya sûîqasta qorîciyan di lingê xwe de birîndar dibe. Kesek ji me nikarî bû ji bin wan latan derkeve. Ji ber ku ji milekî rokêtên skorskî, ji aliyê din ve jî sûîqasta qorîciyan hebû. Em di nav dorpêç kirineke pir xayînanê de bûn. Xayîntiya ku di kesayeta Enkîdo de destpê kiribû li vir xwe dubare kiribû. Dîrok di her kêliyên jiyanê de rûyê xwe nîşanî me dikir. Li milekî xiyanet li milekî din jî berxwedanî bi hemû hêza xwe didomiya.
Ez bawerim ku me hemûyan dixwest reşayî bikeve û zû dinya tarî bibe. Ji bo em bikaribin ji wir derkevin. Demjimêr dema hat 5.30-6 an hêdî hêdî tarî dadiket. Me xwe amede kir ku em ji bin wan latan derkevin. Tu kesî/ê nedizanîbû ka bê kî jiyan dike, kî şehîd ketiyê, kî birîndar bûye.
Dinya tarî bûbû birîna hevalan bi hinek paçên birînê û bi hîsiyata destan, hevalê ku di sînga xwe de birîndar bûbû ew paç me xistin hundirê birînê da ku xwîn bisekin.
Hevala ku ji lingê xwe de birîndar bibû jî ji bo pir xwîn winda neke li jorî birînê şutik hat girêdan û hat şidandin. Em çend kes bi hevalên birîndar ve mijûl dibûn, lê li aliyê din çi di qewîme, çi qewimî bû me baş nedizanî.
Pişt re bi dengekî pir bi êş û dijwar, qîrîniyek dijwar bilind bû…
Dema ku sqorskî roketên destpêkê avêtibûn û qîrîniya hevalê jin hatibû, wê demê du hevalên jin pir bi giranî birîndar bibûn û şehîd ketibûn. Hevala Gulnaz ji Rojavayê Kurdistanê û Hevala Sozdar jî ji Bakûrê Kurdistanê bû ji saha Rêbertî hatibû.
Bi dilekî pir bi êş û xemgîn hemû heval kombûn û em ketin rêzê me berê xwe da çiyayên bilind. Beriya ku bibe sibê pêwîstbû em xwe bigihînin cihên herî bilind û xwe ji dorpêça dijmin rizgar bikin. Bi her dû hevalên birîndar em ketin rê. Di yekîneyê de hevala ku bi Ş. Sozdar re tevlî bibû û bi hev re di qada Rêbertî de di perwerdeyê de mabûn, hevala Axîn nedixwest bi me re were, ji ber ku bawer nedikir ku hevala Sozdar Şehîd ketiye. Qîr dikir û digot ‘na, na ew şehîd neketiye, ew jiyan dike ez ê li cem wê bimînim’ hevalan pê re nîqaş kirin ji bo îqna bibe, lê hevala Axîn nedixwest bawer bike.
Em ketin rê. Çawa ku, em ketin meşê di nişka de ewrên reş û tarî li ser serê me kom bûn û baranê destpêkir. Baranê bê navber û weke lehiyê bi ser me de barî. Erd tev de şil bibû, gavek pêş, gavek paş bi zorê em dimeşiyan. Dinya pir tarî û ax jî şemîtûk bû. Me bi destê hev digirt, alîkarî dida hev. Bê navber 11-12 demjmêr meşiyan lê belê weke ku bi rojane em dimeşin, ne rê xilas dibû ne Şev bi dawî dibû. Cilên me tev de şil bibûn her careke ku me dixwest çend deqan bêhna xwe vekin em tev de ji sermayê dilerizîn.
Ber bi şewqa sibê baran sekinî. Dinya hêdî hêdî ronî dibû û şewqên rojê berê xwe dabû ser rûyê me.
Me çember derbaz kiribû û em derbazî aliyê din bibûn. Em li cihekî sekinîn û me Derûdora xwe keşif kir. Hevalên birîndar nema dikarîbûn bimeşin. Me xwe gihandibû lotkeya çiya, cihê herî bilind bû. Li vir, ji hevalên birîndar re di nav latan de cih hate çêkirin, birînên wan hat derman kirin û çadirên ku avê derbaz nake bi ser wan de hate raxistin û ew hatin nuxmandin. Her du hevalan her yekî ji wan narîncokek girt cem xwe. Ev narîncok ji bo bi saxî nekevin destê dijmin girtibûn cem xwe. Me xatirê xwe ji wan xwest û me xwe berda Geliyê Tirşikê.
Biharê baran li van qadan pir dibarê, berfa ku sivistanê bi barîna baranan re dihelê. Ev jî di bo sedema lehiya û zêdebûna çeman. Çend demjmêr û şûnde em gihiştin ber çemê Geliyê Tirşikê. Çemê Geliyê Tirşikê, pir gur û pir bi lez diherikî dema ku mirov ji dur de lê dinêrî hêza herikandin û qûweta wê mirov nas nedikir. Heya ku em hatin û li rex sekinîn.
Me nikarîbû derbaz bibin, Ji bo em derbaz bibin pêwîstbû em alikarî bidin hev û wisa derbaz bibin. Ji bo vê jî hevalekî xurt derbazî milê avê yê din bû. ji bo heval yek bi yek derbaz bibin, destê hevalan digirt û kaş dikir aliyê din. Beşek ji hevalan derbaz bibûn. Piştî ku ez derbaz bûm û çend gav berbi hevalan ve çûm, ji nişka ve qirînî bi hemû hevala ket û bi qîrînya hevalan ez li pişt xwe zivirîm…
Dîmenên ku min bi çavên xwe dît weke ku birûsikek li mejî û dilê min bikeve di cihê xwe de ez sekînî mam. Min dît ku li ser ava ku şêlo bû çantayek leşkerî tenê dixuyê û destê hevalê tenê çend saniyan xuya kir….û pişt re winda bû.
Çiqas hewildan hat dayîn jî lê kesekî ji me nikarîbû hevalê xilas bike.
Nîvî yekîneyê derbaz bibû nîvî wê yê din jî li aliyê dî mabû. Hemû heval bi rondikên çavan, bê henase sekinî bûn keskî nikarbû tevger bike keskî nikarîbû yek peyvê bi lêv bike. Di çavên hemû hevalan de îsyan hebû weke ku her kes bêje ‘ma qay ev xweza jî li me bûye neyar’ Em hemû di cihê xwe de hişk bibûn.
Heval Axîn dema ku gava xwe davêje lingê wê dişemite û ew hevalên ku destê hevalan digirtin û derbaz dikirin jî nikarî bûn tiştekî bikin. Du hevalên me şehîd ketin, dû hevalên me birîndar bûn. Piştî ew qas bûyer û şunde şehadeta hevala Axîn bi me hemûyan pir, pir giran hat.
Weke ku ew çem li bendê bû ku hevala Axîn gava xwe bavêje, da ku bigire û daqurtîne. Weke ku bêje hevala sozdar li benda te ye.
Heval Axîn û hevala Sozdar beriya ku tevlî refên gerilla bibin li qada Rêbertiyê bi hevdu re perwerde dibînîn, demekê li wir hev nas dikin, bi heskirinek mezin û hevaltiyeke bi wate bi hev re dimînin. Ev hez kirin ev girêdan bûna herdû hevalan hişt ku gavekî din pêşdetir biçin û tevlî refên gerilla bibin. Her dû heval di sala 1997-98 derbazî Haftanînê dibin li vir jî hevaltiya wan xurtir dibe û bi hev re berê xwe didin qada Botanê. Hevala Axîn ji şehadeta hevala sozdar pir bandor bibû ji bo wê yekê jî dema hevala sozdar şehîd dikeve, Hevala Axîn bawer nedikir.
Di navbera şehadeta herdu hevalan ne roj çend demjimer derbaz bibûn.
Lê ruxme hemû zehmetiyan me dest ji xwe bernedida ji ber ku em di wê zanistê de bûn ku ger em ji hemû aliyan ve xwe bi hez nekin wê dijmin û hevkarên wan bi serbikevin. Nêzîkatiyeke wiha jî me kesekî ji bo hev qabûl nedikir. Pêwîst bû ev êşa ku me jiyan kirî em ji xwe re bikin hêz.
Piştî derbazbûna hemû hevalan, hemû der hatin keşif kirin dijmin di arazî de nemabû, operasyon bi dawî kiribû. Baran carna disekînî carna dibariya. Hevalên ku wê hatibana em pêşwazî kiribana ew jî hatin. Nehatina wan hevalan hat pirsîn. Wan jî dan diyar kirin ku nikarîbûn xwe bigihînin me, dîtine opresayon heye û pirsgirêkê cihazê derketiye lewma nikarîbûn xwe bighandana yekîneyê û agahî daban.
Heval hemû ketin şikeftê û bi cih bûn. Dar hatin kom kirin, agir hat vêxistin. Di derdora agir de heval rûniştin cilên xwe zuha kirin. Wê şevê em li wir man.
Ez li hevalên birîndar dihizirîm. Berbi seherê ve min xwe amede kir û bi herdu hevalên kurye re em ketin nav tevgerê. Hinek paç û dermanê birîna, hinek şekir, xwê û şorba hezir me girtin gel xwe û em berbi hevalên birîndar ve meşiyan. Her du hevalên xort jî komek dar û av jî bi xwe re anî bûn.
Em ketin rê, di mêjî û xeyalên min de pir tişt derbaz dibûn. Min digot ‘gelo niha ew heval jiyan dikin ya ne? Gelo dijmin ew dîtine ya ne? Birînên wan çawe bûne? Di dawî de min hêza xwe kom dikir û digot tiştek nebûye her du jî jiyan dikin’. Bi demjimêran ev hizrandin di mejî û xeyalên min de dihat û diçûn. Hêdî hêdî em nêzî her dû hevalan dibin, dilê min wek dilê kîvroşkekê lêdixe û bi tirs, gavên xwe berbi hevalan vê diavêjim.. Cihê ku weke çadir ji wan re hatibû çêkirin bi gavên hêdî û bê deng me xwe nêzî wan kir…
Her du heval dirêjkirîbûn destpêkê min dixwest fêm bikim ka henase digirin û distînin ya na? Piştre bi dengek aram min banî wan kir, herdu hevalan jî çavên xwe vekirin û li min nihêrîn. Herdu heval jî saxbûn û baş xuya dikirin. Ez pir kêfxweş bibûm weke ku ez ji nû ve nefes distînim, weke ku ez ji nû ve dest bi jiyanê dikim, Hest û ramanên ku di wan çend saniyan , çend deqan de min jiyan kir bi çi şêweyî zehmete ku ez wan bi lêvbikim. Ji ber ku hinek tişt hene mirov çiqas bi lev jî bike mirov nikarê bibe bersiv. Hinek rastî hene gotin û nivîs terê nake tine tên jiyankirin û ew hest û hizir bi mirov re dimîne weke ku henaseya ku dihêle tû jiyan bike, weke lêdana dil ku ji tevahî laşê mirov xwîne digire û dide. Çawa ku kesek nikarê pênasya vê rastiya mûcîzane tam bike hinek hest û ramanên ku mirov jiyan dike wateya wê cuda ye, îfade kirin jî zehmete.
Her dû hevalên xort ên ku em bi hevdu re hatibûn çûn cihê ku em ketibûn kemînê Ji bo wan her du hevalên şehîd, hevala Sozdar û hevala Gulnaz veşêrin. Ez jî bi hevalên birîndar re mam. Destpêkê me agirerek kir û ji wan re şorbeyek çêkir. Hinek germ bûn û şorba xwe jî vexwerin hêdî hêdî bi ser xwe ve hatin. Min birînên wan vekir, paqij kir û derman kir. Birînê her du hevalan jî cihê ku gule lêketibûn hestî û rihên esab bandor nekiribû. Hêdî hêdî me xwe amade kir û em ketin ser rê. Di rûyê her du hevalan de jî diyar bû ku hêj bawer nedikirin ku jiyan dikin.
Hevala Sakîne ku di lingê xwe de birîndar bibû di meşê de zehmetî dikşand ji bo wê jî em hêdî hêdî dimeşiyan. Heya demekê bêdengiyeke pir kûr di me her sê hevala de hat jiyankirin. Bi çavên xemgînî me temaşeyî xwezayê kir û li hevdu me nehrîn. Di nerînên çavên her du hevalan de îsyan û keyfxweşî bi hev re dihat jiyankirin. Piştî bêdengiya kûr û bi wate me dest bi niqaşê kir. Dema ku em ji wan qutbûn çi çêbû çi hat jiyankirin û di heman demê hizir û hestê ku min ji bo wan jiyan kiribû min bi wan re parve kir. Her du hevalan jî hest û hizrên ku jiyan kiribûn parve kirin.
Em nêzî yekîneya xwe dibûn. Em hatin ber devê şikeftê sekinîn û hêdî hêdî em derketin pêşiya hevalan. Bi dengekî coş me silav da hevalan. Hemû hevalan berê xwe zîvirand û temaşeyî me kir, çawa ku dîtin her du heval saxin, hemû hevalan bi hev re rabûn û bi dilekî germ, keyfxweşiyek mezin her du heval hembêz kirin. Di vegotinên hemû hevalan de weke ku bawer nedikirin ku bêjin ev xeyalê wan hevalane bi wî şewayî matmayî mabûn. Çend deqan û şunde di cihê bêdengiyê keyfxweşî, dengên bilind û nîqaşan bi coş cih girt.
Sê dil bibûn yek ketibûn rêya heqîqetê, li heqîqêta jiyana azad digeriyan. Heqîqêta ku bi hezarê salane hatibû winda kirin. Li heqîqeta jiyana mirovane digeriyan. Li welatê dayîka xwedavendan li heqîqeta ku di xakên Mezopotamiya de hatibû fetisandin digeriyan. Ji ber ku dizanîbûn ku heqîqeta mirovahiyê di van xakan de derketibû holê û di van xakan de dîsa winda bibû. Di cihê ku mirovahî car din wê ji nû de lê şîn bihata û bizîvirîba cewherê xwe tekoşînek dijwar pêwîst dikir. Her sê perperîk di vê ferqê de bûn. Ji bo wê berê xwe dabûn van xakên ku bi hezarê salane di bin dorpêç kirineke pir qirêj de mabû. Heye ku Kurdistan were paqij kirin ked dayîn û berxwedaniyek bê hempa pêwîst dikir. Lewma Hevala Gulnaz, Hevala Sozdar û Hevala Axîn bi rihekî APOyî bê teredûd ketibûn ser vê riyê. Bi berxwdaniyeke mezin ji bo heqîqetê têkoşiyan û canê xwe ji bo wê fedakirin.
Ji pênûsa Bermal Hakkarî