KOBANÊ – Leşkerên dewleta Tirk a dagiker li nêzî sînorê gundê Koran ê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê bi wesayîteke zirxî ya bi tîpa kirpî gule li ciwanê bi navê Îbrahîm Osman Mistefa (27) reşandin.
Îbrahîm Osman Mistefa ku li ber pezê xwe bû, di encama gulebaranê de birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Kobanê. Mistefa tevî midaxeleyan jî piştî nîv saetê şehîd bû.