ŞIRNEX – Fewzî Fîdan ê ku bi nexweşiya Epîlepsî ye, her wiha li pişta wî kîst heye û baş nabîne. Fewzî Fîdan bi rêya telefonê bi dapîra xwe Rahîme Fîdan re axivî û diyar kir ku li girtîgehê êrîş li wan tê kirin.
Dapîra wî Fîdan ragihand ku gardiyan li neviyê wê Fewzî Fîdan xistine û got: “Neviyê min got ku gardiyanan avêtine ser hucreya wan û li wan xistine.”
Rahîme Fîdan wiha ser zêde kir: “Li neviyê min cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê hatiye birîn û li hucreya yek kesî de tê hiştin. Di nav rewşeke pir zehmet de ye û ji min re got, ku vê yekê bi raya giştî re parve bikim. Neviyê min ji xwe nexweş e, li wî û hevalên wî dane. Bi awayekî kêfî bi ser hucreya wan de digrin û li wan dixin.”
Fîdan wiha dewam kir: “Bi neviyê min re fitika piştê heye, di rewşekê pir xerab de ye. Daxwaza wan ew e ku raya giştî dengê wan bibihîze. Divê xwedî li neviyê min û hevalên wî derbikevin. Ez ji ber nexweşiya xwe nikarim herim hevdîtinê. Ez ji bo vê pir xemgînim. Yekane daxwaza me ew e ku demildest dawî li pêkanînên kêyfî û êşkenceyê bê anîn û girtiyên nexweş bên dermankirin.”