NAVENDA NÛÇEYAN – Di meha Tîrmehê de 31 jin ji aliyê mêran ve hatin qetil kirin û dîsa jin ji mêrên nêzî wan ve hatin qetil kirin. Li gorî vê jî 8 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî 7 jin jî ji aliyê mêrên pê re di asta destberndanê de bûn, 4 jin ji aliyê mêrên nas dikirin ve, 3 heb ji aliyê mêrên dest jê veqetiyabûn 2 heb ji aliyê mêrên dest jê berdabûn du heb ji aliyê birayên xwe ve, yek ji aliyê xizmê xwe ve yek ji aliyê kurê xwe ve û yek jî ji aliyê cîranê xwe ve hat qetil kirin. Jinek jî nehat tespîtkirin ji aliyê kê ve hatiye qetil kirin. Her wiha 12 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Li Stenbolê 8, li Îzmîrê 3, li Muglayê 2, li Denîzliyê 2, li Konyayê 2, li Yozgatê 1, li Mersînê 1, li Balikesîrê 1, li Muşê 1 li Eskîşehîrê 1, li Kirşehîrê 1, li Amedê 1, li Erzîncanê 1 li Amasyayê 1, li Enqereyê 1, li Afyonkarahîsarê 1, li Bursayê 1, li Ispartayê 1 hatin qetil kirin. Her wiha di vê mehê de 4 zarok hatin qetil kirin û 5 zarok jî guman jiyana xwe ji dest dan. 8 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatin.