AMED – Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dêrsim Dag bang li ciwanan kir ku beşdarî mitîngên “Çareserî em in” yên Amed û Stenbolê bibin û wiha got: “Dê jin û ciwan selteneta desthilatdariya AKP-MHP’ê hilweşînin.”
Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dêrsim Dag li Buroya Şêwirê ya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê civîna çapemeniyê li darxist. Dag, di serî de qurbaniyên Komkujiya Êzidiyan bi bîr anî û wiha got: “Di Fermana 74’an de zêdetirî 6 hezar jin û zarokên êzidî hatin revandin û bi hezaran jê hatin qetil kirin. Ev zîhniyeta dijminatiya jinan dike îro jî li her devera Tirkiyeyê xwe nîşan dide.”
Dêrsim Dag bal kişand ser destgîrkirina endamên meclîsa wan ya ciwanan û got; “Di demekî nêz berê 12 endamên Meclisa Ciwanan a partiya me ji ber xebatên HDP’ê hatin binçavkirin û ji wan 5 jê bi sedema daxuyanî û xebatên partiyên siyasî hatin girtin. Em li vir dîsa bang li AKP-MHP’ê dikin; Weke Meclisa Ciwanan a HDP’ê emê her roj xwe bêhtir birêxistin bikin û bi ti awayî dest ji siyaseta demokratîk bernedin.”
Piştre Dêrsim Dag bang li berdana demildest ya ciwanên hatine binçav kirin û wiha domand; “Di serî de endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê, divê hemû hevalên me yên ji ber xebatên HDP’ê hatine girtin werin berdan. Dixwazin ciwanan ji qada siyaseta demokratîk dûr bixin û rê li ber siyaseta li dijî AKP-MHP’ê bigirin. Em jî dê li dijî vê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin û xebatên xwe bidomînin.”
Dêrsim di dawiya axaftina xwe de ji bo mêtînga ku di 6’ê Tebaxê de were li darxistin bibin û got; “Dê di 6’ê Tebaxê de li Amedê û di 7’ê Tebaxê de jî li Qada Kartal a Stenbolê bi dirûşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re’ mitîng bên li darxistin. Em dibêjin ku li hemberî kesên pêşerojeke tarî, tacîz, tecawiz, xizanî û birçîtiyê hêjayî ciwan û jinan dibînin, çareserî em in.
Em dibêjin; çareserî di têkoşînê de, xwe birêxistin kirin, gel, jin û ciwanan de ye. Banga me li hemû ciwanên ji AKP-MHP’ê aciz re ewe ku sibe û du sibe beşdarî mitîngên me bibin. Banga min ji bo ciwanan ew e ku li dijî desthilatdariya dixwaze we bê pêşeroj û bê hêvî bihêle, xwe bêhtir birêxistin bikin û têkoşîna xwe ya di qada siyaseta demokratîk de mezintir bikin.”