NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên Roj ciwanê binavê Samir Nasih Îbrahîm yê ji eşîra Zêbariyan li bajaroka Dînartayê binçavkirin.
Çeteyên Roj yên ser bi PDK’ê ku ev du salin li herêma Zêbariyan nuqteyên kontrolê danîne, ciwanekî ji eşîra Zêbariyan binçavkirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatiye girtin, navê ciwanê hatiye girtin Samir Nasih Îbrahîme û ji gundê Heştka ya Dînartê ya ser bi Akrê ye.
Hate gotin, çeteyên Roj ên ser bi PDK’ê piştî Samir Nasih girtine, radestê hêzên taybet yên Akrê kirine. Çeteyên Roj dibin navê karên ne li rê de Samir Nasih girtibin jî, çavkaniyên herêmî radigihînin ji ber helwesta xwe ya welatparêziyê hatiye binçav kirin.
Çavkaniyeke din a bi ewle ji herêmê ragihand, çekdarên PDK’ê hewl didin bi bahaneyên cûda welatparêzên Behdînanê binçav bikin.