RIHA – Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê ya ku 9’ê Adara 2021’an de dabû destpêkirin, di roja 515’yemîn de berdewam dike. Malbat serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat pêşiya Dadgeha Rihayê. Malbatê wêneyên ambûlansê yê piştî qetilkirina 3 ferdên malbata xwe û dovîza ku li ser “Heke dewlet hebe edalet li ku ye? 515 roj in çima ev zilm berdewam dike?” nivîsandî hilgirtin û dest bi nobeda îro kir.
Ferît Şenyaşar diyar kir ku lêgerina wan a edaletê didome û wiha got: “Li Rihayê germahiyekî zêde heye û carnan pîleya germahiyê 60’an derbas dibe. Li gel vê yekê em nobeta xwe didomînin. Neheqiyek, zilmek heye li holê. Hemû rayedarên dewletê vê bê hiqûqiyê dibînin. Li vir ambûlansekî dewletê heye. Êrîşekî li ambûlansa dewletê hatiye kirin wek êrişekî li rûmeta dewletê hatiye kirin e. Em dixwazin demildest li gorî dewleta hiqûqê tişta pêwîst were kirin û dawî li vê zilmê were.”
Malbat di parvekirina li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal de jî qetlîama Roboskiyê bi bîr xist û ev peyam parve kir; “Heke ku dewlet hebe, edalet li ku ye? Heke ku edalet hebe çima li pêşiya Edliyeya Rihayê ev 515 roj in zilm didome? Ji bo Roboskiyê edalet, ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesî edalet.”