AMED – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya “Çareserî em in, na ji dagirkeriyê re” li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga herêmê li dar dixe. Qada mitîngê bi alên HDP’ê hatiye xemilandin. Her wiha pankarta “Azadî ji hemû girtiyên nexweş re” ku wêneyê Aysel Tûglûk li ser bû û pankartên “Na ji faşîzm û rejîma yekzilamî re”, “Wê faşîzm winda bike, azadî bi ser bikeve”, “Ji qedexeyên zimanê dayîkê û qirkirina çandî re na”, “Komkujiya jinên Êzidî, komkujiya mirovahiyê ye”, “Bi rakirina parêzbendiya jinan re vîna jinan nayê desteserkirin”, “Ji xizaniya jinê re na”, “Na ji aboriya nelirêtî, xizanî û rantê re”, “Berxwedana li dijî qirkirina jinan jiyan e, çareserî em in, çareserî jin in”, “Na ji dejenerekirina ciwanan re” û “Jin, jiyan, azadî” hatin vekirin.
WÊNEYÊN TÛGLÛK HATIN HILGIRTIN
Ji bo mitîngê li baskên Rezan, Sûr û Yenîşehîrê noqteyên kontrolê hatibûn danîn û welatî ji van noqteyan ketin qada mitîngê. Jinên ku bi tililî û çepikan ketin qada mitîngê, pankarteke mezin a bi nivîsa “Azadî ji bo hemû girtiyên nexweş” ku wêneyê Aysel Tugluk li ser bû vekirin û dirûşmeya “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” berz kirin.
Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî bi meşê ketin qada mitîngê, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Jin şer naxwazin” û “Em xwe diparêzin” berz irin. Her wiha jinan tililî avêtin û li ber stranan govend gerandin.
Beriya mitîngê pileya germahiyê ya li Amedê 42 bû. Lê tevî vê yekê jî bi hezaran kes herikîn Qada Îstasyonê. Bi hezaran welatiyên li qada mitîngê hatin ba hev, li ber stranan govend gerandin.
Ciwanên ku bi coşeke mezin ketin Qada Îstasyonê, bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Ji Îmraliyê re hezar silav” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.