Di gerdûnê de her tişt bi kok û bingeha xwe dibe û wiha jî tê bidestgiritin, ti tişt bê kok nabe. Ev di heman demê de ji bo gelan jî wisa ye. Her gelek bi dîroka xwe, bi çanda xwe, bi zimanê xwe tê naskirin, ev jî kokê dide diyarkirin. Dîrok ji berhem û serpêhatiyên mirovan pêk tê. Haleteke herikbar, piralî û pirwateyî heye. Tiştên ku di dîrokê de qewimîne, di roja me ya îro de têne şîrovekirin, lê çiqas rastiyan dide diyarkirin ev cihê gumanê ye. Di pergala Kapîtalîst modernîteyê de dîrok bûye form, dema tiştek dibe form tê cemidanin û qalibek jê re tê çêkirin.
Ev tê wateya ku pergal ji bo berjewendiya xwe, nêzîkbûnekî li gorî xwe çêdike. Rêber APO feraseta heyî dubare şîrove kir, tahlîlên nû pêşxist û qalibên forma ku hatiye çêkirin têk bir, dîork ji nû ve bidest girt. Rêber APO di vê barê de dide diyarkirin ku: “Civak di despêka dîrokê de veşartiye û dîrok jî di rastiya civakê de veşartiye.” Dîrok rastiya mirovan eşkere dike, ger ku dîrok heta roja me ya îro nehatibûya (bi çewtî û şaşiyên xwe ve jî be) şîrovekirin, ma mirovatiyê wê bikaribûya ewqas pêşketin di xwe de bida çêkirin? Ez nebawerim ku wê şîrovê di roja me de ewqas xurt bûna, her têkoşînek vê rastiyê dide diyarkirin. Dema têkoşîna gelan pêş dikevin, bêguman ên ku dixwazin nirxên gelan tinebikin hene ku li pêşberî wan bertek derdikevin. Ti tişt ne yek alî ye, ger ku şer nebûna kesekî/ê behsa aştiye wê nekira. Heke fikrin mêtîngerî û desthildariyê nehatibûya pêşxistin, îro gelan wê negotina ‘azadî’. Her tişt di encama hin bûyer û berteka li pêşberî wê derdikevin holê. Piştî ku civaka xwezayî hate tepisandin û pergala hiyerarşîk a zilam serwer bû, hin kes an jî aliyan xwest hakimiyeta xwe bidin çêkirin û her tim rastî berxwedanê hatin, ruhê berxwedaniyê herdem bi şêwazekê xwe daye diyarkirin. Hezaran sal berê dema desthiladar derketin holê, wê çaxê dîsa rastî berxwedaniya civakê hatin. Cihana em tê de dijîn, ji parzemîna Efrîqa bigrin heta Rojhilata Navîn dema ku êrîş li ser gel û nirxan çêbûn, berxwedanî jî wek bersiv pêş ketin û ti carî hêza serdest bi hêsanî nekarî xwe bi cih bike. Ev berxwdanî li Ewrûpa û Emerîkayê jî ango li hemû cîhanê bi vî awayî çê bû, gelan her tim li berxwe daye û xwestine bi ruhekî azad bijîn. Pêdiviya gelan çawa bi xwarin û avê heye, ewqas jî bi azadiyê çêbûye, ev jî di her demê de aniye ser ziman. Yek ji van têkoşînan jî tevgera ciwanan a sala 1968’an e. Ciwanan pergala ku heyî qebul nekir û li hemberî wê jî dest bi têkoşîneke xurt kirin.
Ev têkoşîn di dawiya sedsala borî bi pêşengtiya ciwanan hate despêkirin, pêl bi pêl belav bû. Li Rojhilata Navîn jî bi pêşengtiya pir rêxistin û tevgerên ciwan pêş ket. Li Tirkiyê jî Denîz Gezmîş û hevalên wî rêbertiya vê kirin. Di wê demê de Rojhilata Navîn di aliyê siyasî de dikeliya, hêzen hegemon ji bo berjewendiyên xwe serî li hemû rê û rêbazan didan. Di wê demê de ku careke din mîzanên cihanê diguherîn, Modernîteya Sermayedar dixwest xwe li hêrêmê bide rûnişkandin. Bi saziyên girêdayî xwe pergala xwe hakim bike. Jixwe dewleta Tirkiyê di sala 1952‘an de ketibû nava rêxistina NATO’yê, ev jî dihat wê wateyê ku dixwaze di despêke de bi rêya leşkerî xwe sazî bike. Tê zanîn ku hêzen mêtînger herdayîm bi siyaseta xwe Rojhilata Navîn perçe kirine. Pirî caran şêwazên siyaseta xwe guhertibin jî, di bingeh de armanca wan ew bûye ku bi vê re encam bigirin. Di demeke wisa de têkoşîna ciwanan her diçû xwe berfirehtir dikir, li ser civaka Tirkiyê bandora xwe nîşan dida. Hêzên hegemonîk bi hedefa ku tevgera ciwanan têk bibe, dest bi siyaseteke zirav kirin. Hêzen hegemon baş dizanîn heya ev têkoşîn hebe, ew wê nikaribin planên xwe baş birêve bibin. Ji ber vê jî feresta lîberalîzm li her derê pêş xistin. Bi vê re hewl dan mirovên dûrî rastiyê, mirovên bê hêz, bê vîn biafirînin. Piştî dardekirina Deniz Gezmiş û hevalên wî, pêvajoyeke nû hate despêkirin. Hêzên hegemon lez û bez dane avakirina pergala xwe. Serî li gelek rê û rêbazan da. Tirkiye êdî ber bi fînansa Sermayedar ve diçû, amûrên vê di her hêlî de dihatin xurtkirin. Ramanê azad êdî dikete nava çar dîwarên zîndanê. Civaka Tirkiye dûrî fikir û ramana azad hate hiştin. Derdora civakê hate dorpêçkirin. Êdî civak kete nava zîndaneke mezin. Di civakê de siyaseta terbiyekirina bi rêya birçîhiştinê kete meriyetê. Ev jî bi zanebûn ji bo civak bi siyasetê re, bi ramana azad re mijûl nebe, dane meşandin. Ji civakê re gotin ku “Pirsgirêka te aborî ye.” Pergal di aliyekê de aboriya civakê ji destê wê girt û di aliyê din de jî li hemberî civakê bikar anî. Wiha jî di civakê de xîmên bêvînî, bêçandî û heya dawî ezezîtî da avêtin. Bi vî rengî jî civak dûrî rastiya wê kir, dûrî siyasetê, dûrî polîtîkayê û ji cewherê wê derxist. Pergal, civakê bê fikir û ramanê azad hişt ku bi vî şêwazî bi rehetî mêjiyê civakê dîl bigire.
Piştî şehadeta Denîz Gezmîş û hevalên wî pêvajoyeke nû hate destpêkirin, di demek wisa de rêber APO dest bi têkoşînê kir. Ev têkoşîn bingeha xwe ji dîroka têkoşana bi hezar salan a gelan digre. Têkoşîn ji bo xwedîderketina mîrateya Denîzan hate pêşxistin. Rêber APO di vê mijarê de dibêje ku wan ji bo dewama têkoşîna wan, dest bi xebatê kir. Rêbertî dîrokeke nû nivîsand li hemberî desthiladarî û mêtîngeriya bi salan. Rêber APO, bîrdoziya azadiyê li ser esasê heqîqet û jiyana watedar pêş xist. Felsefeya ji nû ve jînê derxiste holê. Ne wek rêxistinên heyî ji bo berjewendiya xwe, jiyan ji bo nirxên gelan hate esasgirtin. Heta wê demê gelê Kurd ji bo xwe nejiyabû, li gor desthiladaran jiyabû.
Di Bîrdoziya Azadiyê de yekîtiya fikir, zikir û çalekiyê esas hate girtin û li gorî vê têkoşîn hate meşandin. Zihniyeta ku Sermayedariyê dabû çêkirin hate perçekirin. Zihniyeta ku dûrî rastiyê, dûrî mirovahiyê bû, têk çû. Rêber APO gav bi gav rastiya pergalê derxiste holê û civak li ser vê esasê hate perwerdekirin.
Rêber APO ji bo bîranîna Denîzan bide jiyandin, ji şêwazên têne zanîn cudatir tevgeriya. Bi gurûbeke piçûk dest bi kar bû, di vê gurûbê de ruh, fikir û ramanê azad esas bû. Bi vê têkoşîne re hate xwestin gelê Kurd şiyar bibe. Lewma jî pêdiviya lezgîn bi ramanê azad di civakê de hate dîtin. Têkoşîn wek têkoşana hemû gelên bindest hate nirxandin. Hêzên hegemonîk wer dipeyîn ku êdî li Rojhilata Navîn kesek nikare pêşiya wan bisekine, jixwe dewletên serwer feraseta wan pratîkî dikirin. Ol jî li gorî xwe formûle kiribûn, kesên demokrat, rewşenbîr, aktîvîstên civakî jî dixistin nava çardîwarên girtîgehê. Tam di demeke wiha de, li Kurdistanê dengeke cuda bilind bû. Rêber APO ji bo şoreşa azadiyê mîlîtan diafirand û her ku çû li hemû Kurdistanê belav kir. Şerê li Hîlwan û Sîwerekê li hemberî axa û kesên xayîn pêşket û encamên mezin da çêkirin. Vê jî baweriyeke mezin da gelê Kurd. Hêzên faşîst ên Tirkiyê li hemberî vê xwe negirtin, êrîşên dij-mirovatiyê pêk anîn. Bi vê re darbeya 12’ê Êlûnê di sala 1980’an de hate çêkirin. Dewleta faşît bi darbeya 12’ê Êlûnê re xwest têkoşînê ji kemerê ve bişkêne. Lê di zîndana Amedê de berxwedaniya mîlîtanên PKK’ê ew vala derxistin. Ev berxwedanî baweriyeke pir gur di gel de da çêkirin. Gelê Kurd şiyar kir. Peyam da ku “hûn êdî nikarin gelê Kurd ji azadiyê bêpar bihêlin.” Bi vê berxwedaniyê re yek ji pêngavên dîrokî hate avêtin, ji ber polîtîkaya rejîmê ya teslîmiyet û xiyanetê hate şikandin. Niha jî pêdivî bi vejîneke nû bû. Berxwedana rêheval Kemal Pîr, Mezlûm Dogan û rêhevalên din, di dîroka berxwedaniyê de rûpeleke nû û bêhempa vekir.
Dema ku hevalên li girtîgeha Amedê li berxwe didan, Rêber APO jî li Lûbnanê, bi sedan mîlîtan perwerde dikir. Perwerde li ser esasên bîrdozî, feraseta leşkerî, çand û exlaqa azad dihate pêşxisin. Rêbertiya me bi rêya van perwerdeyan re jiyaneke nû fêrî kadro û civaka Kurd dikir. Di vir de êdî bingehên gêrîlatiyê dihatin avêtin. Di aliyekê li dijî dewleta faşîst a Tirkiyê berxwdana girtîgehan pêş diket, di aliyê din jî ji bo tolhilanîna wan, ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê, Rêber APO di nava amadekariyên berfireh de bû.
Di dîroka têkoşîna me de her ku dijmin xwestiye derbe li rêxistinê bide, Rebertî li hemberî vê gavên mezin avêtiye û dijmin şaşomaşo kiriye. Di wê qonaxê de jî Rêber APO hemû tişt tehlîl dikir û li gorî wê xebat dida meşandin. Heya wê demê keseyeta Kurd li hemberî xwe bêbawer bû, lê Rêbertiyê bi şêwaza perwerdeya nû, baweriyeke mezin da çêkirin. Di civakê de mentiqên ku “Li hember Dewleta Tirkiyê şer nayê kirin. Serkeftin çênabe, ma yên berê bi ser ketin ku em serketî bin!” hakim bû. Ji ber vê jî Rêber APO giranî dida perwerdeya bîrdozî û leşkerî. Şerê ku bihata pêşxistin diviya têgihîştina wê jî di asta herî jor de be. Rêheval Egîd, di vê demê de perwerde didît, xwe hem di milê bîrdozî, hem jî di milê leşkerî de xurt dikir. Rêber APO beriya 15’ê Tebaxê, bi demekê heval şandibû çiyayên Kurdistanê û dixwest li şert û mercên heyî hayil bibe. Herêma Botanê wek bingeh hatibû diyarkirin. Amadekariyeke berfireh hatibû destpêkirin. Di vê demê de dîsa Rojhilata Navîn di nava kele kela pêşketinan de bû.
Bi fermandariya rêhevalê Egîd, di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Erûhê guleya yekemîn hate avêtin. Ev pêngav jî li ser bingeha berxwedana rêhevalên Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Dûrmûş, Mezlûm Dogan hate pêşxistin. Di heman demê de ev tolhildana şahadeta wan hevalan bû.
Pêngava 15’ê Tebaxê xwe dispêre bingeha naskirina xwe ji nû ve, avakirin û partîbûnê. 15’ê Tebaxê azadiya nasnameya gelê Kurd e. Ev çalekî di heman demê de gêrîlatî pêş xist. 15’ê Tebaxê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî pir girîng e. Ji ber ku guleya yekemîn li pergala Modernîteya Sermayedar hate xistin. Jê re hate gotin “Êdî bes e!” Ev çalekî tolhildana hezaran salan bû. Ji desthilatdaran re got “Êdî hûn nikarin me bikin kolê xwe, em êdî we û bîrdoziya we napejirin.” Pêngava 15’ê Tebaxê, di heman demê de tolhilanîna tevgera ciwanan a 68’an, tolhildana Denîz Gezmîşan e jî. 15’ê Tebaxê têkoşîna exlaqî, çandî, polîtîk û leşkerî ya civaka nû îfade dike. Piştî vê çalekiyê dewleta Faşîst a Tirkiyê îdea kir ku wê di 24 setan de bizavê xilas bike!, 28 sal bi ser wê pêvajoyê re derbas bû, hîna jî dibêje “Emê biqedînin!” Di bingeh de feraseta dewleta faşîst bi 15’ê Tebaxê re têk çû. Bi têkoşîna 15’ê Tebaxê re pêvajoyeke nû hate despêkirin. Li her derê gelê Kurd ji nû ve fêrî jiyanê bû, heta wê demê ti tevgerê ev xala jiyanî nedîtibû, an jî nekarîbû li ser bisekine. Herwiha di aliyê parastina gel de pir lewaztî û perçebûn çê bibûn. Dema dijmin êrîşî gelê Kurd dikir, gel nedikarî li beramberî wê xwe biparêze. Lê bi pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê re di dîroka Kurdan de cara yekem giyana berxwedan û têkoşînê ewçend gelemperî bû.
Gelê Kurd piştî serhildanên Şêx Seîd û Seyîd Riza, rastî êrîşên pir giran hatibû. Jixwe dewleta faşîst a Tirkiyê asîmîlasyon û qirqirineke mezin bi ser gelê Kurd dabû birêvebirin. Êdî kesekî/ê nikarîbû bibêje ku ‘ez kurd im’, bi şûna navên Kurdî ku hatibûn qedexekirin navên bi Tirkî hatibûn ferzkirin. Zimanê gel jî hatibû standin. Gelê Kurd di hemû aliyan de ji dîrok, çand û nasnameya xwe mehrûm hatibû hiştin. Di demeke wisa bi tirs û xof de, çûyîna bi ser dijmin, xwedî wateyeke mezin e ku wêrekî, bawerî û hêrsa tevgera nû diyar dike. Di vê pêngavê de peyamên girîng veşartîne ku yek ji wan jî ewe ku ji hêzên serdest û dagirker re dibêje: “xwediyên vê axê em in, ne ku hûn in, hestiyên kal û pîrên me li vir e; çanda me, zimanê me li vir pêşketiye. Me xwe li vir avakiriye, hûn biyaniyê vê axê ne. Bi salane we li ser me zilim kir, we xwest me bihelînin, lê em hene û li ser piyan e.” Di vê kêliyê de bîrdoziya Modernîteya Sermayedar li Kurdistanê bi bin ket. Bîrdoziya azadiyê ya Rêber APO bi ser ket.
Ev 5 hezar sal e desthildarî û mêtîngeriya zilam li ser jinê pêk tê, dîroka vê mêtîngeriya nuxumandî jî bi tehlîlên Rêber APO eşkere bû. Rêber APO li hemberî bîrdoziya zayendperestiya Modernîteya Sermayedar, bîrdoziya azadiya jinê pêş xist û bi vî rengî tola jinê ya 5 hezar salan hil tîne. Ji ber ku pergala serdest xwe li ser mêtîngeriya jinê dide jiyandin. Bi azadiya sexte civak û jinê bi rêya dek û dolaban birêve dibe. Rêber APO hemû siyasetên wan deşîfre kir û li dijî vê jî di nava refên gêrîla de artêşbûna jinê ava kir. Jina Kurd jî di 28 sal têkoşîna azadiyê de ruhê 15 ‘ê Tebaxê di pratîka xwe de her zindî hişt. Jina kurd îro jî bi têkoşîna xwe dide diyarkirin ku ticarî wê serê xwe li hemberî hişmendiya zilamsalar û dijminên gelan netewîne. Zilan, Bêrîtan, Sema û Viyanan berxwedaniya jina Kurd bi giyana xwe hêşîn kirin. Jina Kurd her dem li gorî ruhê 15’ê Tebaxê tevgeriya ye. Îro jî li hemû qadan ji bo azadiya xwe û gelê xwe têdikoşe.
Çalekiya 15’ê Tebaxê her ku çû mezin bû, gêrîla bû hêviya gelê kurd, Partîbûyîn gihîşte asteke bilind. Roj bi roj Rêber APO gêrîla mezin kir, taktîkê şer pêş xist. Li ser şopa fermandarê mezin Egîd artêşa gel hate avakirin. Navê vê artêşê jî ku li jêr fermandariya rêheval Egîd dimeşe û ew nemir kir; ARGK ye. Hevalê Egîd bû sembola vejîna gelê Kurd. Gel bi piranî navên zarokên xwe kire Egîd. Bi Hevalê Egîd û 15’ê Tebaxê re çarenûsa heyî qulipî û serpêhatiyeke nû destpêkir. Ev pêvajo heta roja me ya îro tê. Ger îro gelê Kurd gihîştiye asta heyî, ev bi saya pêngava 15’ê Tebaxê ye. Bi saya keda Rêber APO ye. Îro bi hezaran ciwanên Kurd vê têkoşînê didin meşandin li çiyayên Kurdistanê. Îro ne tenê Botan, gêrîla hemû çiyayên Kurdistanê ji xwe re kiriye cih û warê azadiyê. Îro ji Dêrsim bigrin, heta çiyayên Dalaho û Şaho gêrîla bi cih bûye. Ev ji bo mêtîngerî û desthiladariyê bersiveke mezin e. Îro ku dijmin êrîşî gelê me dike, em vê bê bersiv nahêlin û tola gelê xwe radikin. Li 15’ê Tebaxê hevalan çalekiyek li dar xistin, li ser vê bingehê îro li hemû cihanê giyana têkoşanê belav bûye. Ev êdî bûye rêbaza jiyana me. Hemû tişt li gorî kok û cewhera xwe şîn dibe, ev ji bo hemû zindiyan jî wiha ye. Em jî xwe li ser rehên 15’ê Tebaxê ava dikin, roj bi roj vedigerin cewher, dîrok û kesayeta azad. Hîskirin û jiyandina pêngava 15’ê Tebaxê bi kûrbûyîn di bîrdoziya azadiyê, xwe naskirin, parastina ziman, çand û nasnama xwe misoger dibe.
Edessa Onur Nivîsandiye…