AMED – Duh piştî mitînga Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) ya li Qada Îstasyona Amedê, bi hinceta ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan silogan berz kirine, 2 jê zarok 9 kesên ku hatibûn binçav kirin, hatin berdan. Dema ku polîsan van welatiyan kir binçavan, tundiyê jî li wan kiribû.