TEBQA – Di şahiya vekirina navendê de nûnerên Rêveberiya Sivîl ya Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, ciwan û endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê beşdar bûn.
Di destpêka şahiyê de sînevîzyoneke li ser kar û xebatên komîteyê li Tebqa û gundewarê wê hat pêşandan.
Piştî deqeyekî rêzgirtin, Endama rêveber a Navenda Perwerdeya Pîşeyî, Rîm Salih axivî û bi xêrhatina tevahî mêvan û beşdarvanan kir.
Rîm Salih diyar kir ku armanc ji vekirina vê navendê ewe ku ciwan xwe bi pêşbixînin, û karbin di her milî de rê li pêşiya xwe vebikin.
Hat zanîn ku wê di navendê de, perwerdeyên pîşeyî wek dirûn, kuafor,û pîşeyên sazgehî, bazirganî, ragihandin, kompîtur û hemşertî werin dayîn.