Bi têketina meha Tebaxê re tê dîtin ku di nav Kurdan de heyecana 15’ê Tebaxeke nû tê dîtin. Tê zanîn bi çalakiyên li Dihê û Şemzînanê yên di 15’ê Tebaxa 1984’an de berxwedaneke nû ya Kurdan dest pê dike. Berxwedana ku ji wê rojê û heta niha bênavber didome, sala xwe ya 38’emîn qedandiye û dikeve sala 39’an. Tebaxa 39’emîn a bi destpêkirina Pêngava Şoreşger a 15’ê Tebaxa 1984’an pêk tê. Em dikarin ji vêya bibêjin Tebaxa azad a 39’emîn a Kurdan.
Gelekî zelal e ku têkoşîna azadiyê ya dîrokî ya gelan roj û mehan watedartir dike. Têkoşîna azadiyê ya Kurdan a bi pêşengiya PKK’ê pêk hatiye jî, dîrokeke wisa derxistiye holê.
Wekî mînak 21’ê Adarê, 18’ê Gulanê, 30’ê Hezîranê, 14’ê Tîrmehê, 15’ê Tebaxê û 27’ê Mijdarê. Li ser vî esasî meha Adarê dibe Meha Qehremantiyê, meha Gulanê dibe Meha Şehîdan, meha Hezîranê dibe Meha Fedaîtiyê, meha Tîrmehê jî dibe Meha Berxwedanê. Meha Tebaxê jî wekî meha Pêngav û Serfiraziyê tê bîranîn û jiyîn. Li hemberî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê, bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê yên di 15’ê Tebaxa 1984’an de, dibe pêngaveke gerîla ya şoreşger û serfiraziya wê.
Ji ber vê ji bo 15’ê Tebaxê tê gotin ‘Cejna Pêngav û Serfiraziyê’ lê herî zêde jî tê gotin ‘Vejîna Neteweyî û Cejna Gerîla’. Gelê Kurd û dostên wan 38 sal in 15’ê Tebaxê wekî ‘Vejîna Neteweyî û Cejna Gerîla’ pîroz dike. Ji ber ku Pêngava Şoreşger a 15’ê Tebaxê pêngaveke gerîlayan e, ev dibe cejna gerîla. HRK a ku yekemîn rêxistinbûna gerîlayan e, di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê xwe îlan kiribû. Ji wê rojê û vir ve gelê Kurd, bi awayekî fedaiyên profesyonel pêşengtiyeke xweparastinê bi dest dixe. 15’ê Tebaxê dibe ‘Rojeke gerîlayan’.
Ji ber ku yekemîn şoreşa dîrokî ya li ser bingeha Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê dibe Şoreşa Vejîna Neteweyî wê dike Cejna Vejîna Neteweyî. Gerîla bi 15’ê Tebaxa 1984’an bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê re şerê azadiyê da destpêkirin, di serê salên 1990’î de serhildanên gel derxist holê, civaka Kurdan ji pergala mêtinger û qirker rizgar kir, ew kir wekî gel û netewe ku ji bo azad bijî û ji bo azadiyê li ber xwe bide. Dihate gotin ‘Kurd hatine tunekirin, li goristanan hatine veşartin û ser wan hatine betonkirin’ lê wê Kurd dîsa vejand. Ji ber vê ji guherîna şoreşger a di nav civaka Kurdan de dibêjin ‘Şoreşa Vejîna Neteweyî’.
Bêguman dema mirov li rewşa îro binihêre dikare ji bo tiştên 38 sal berê pêk hatiye bibêje ‘Tiştên pêk hatine zêde mezin dikin’. Lê divê mirov wan şertên 38 sal berê yên ku çalakiyên yekemîn ên gerîla yên li Dihê û Şemzînanê bîne bîra xwe û li wan şertan binihêre. Di wan şertan de mirov nikare bide ber şertên niha, çalakiyên Dihê û Şemzînanê wekî mûcîze hatibû dîtin, piranî jî wekî xeyalan dîtibûn. Kesên di vî karî de li ser biryara xwe bûn jî bi guman lê dinihêrin gelo wê were berdewamkirin an na.
Pêngava Gerîla ya Şoreşger a di 15’ê Tebaxê de di nav şertên wisa de dest pê kir û geş bû. Bîranînên bi êş ên berxwedanên ku hemû bi qetlîamê encam bûbûn, hebû. Tekane tişta ku hêvî dida ev bû ku gelên dinyayê li ser vê meseleyê têkoşîyabûn û encamên wan ên serkeftî hebû. Pê re jî fikra şoreşger a wan hebû. Bi vê fikrê re komek gerîlayên ku li qada Filîstin û Lubnanê hatibûn perwerdekirin, şoreşgerên di sala 1982’an de li zindanan berxwedanek dabûn destpêkirin. Pêngava Şoreşger a 15’ê Tebaxa 1984’an a ku berxwedana herî zana, rêxistinkirî, bi plan û amadekariyên wê hatibû kirin a dîroka Kurdan, ji aliyê komek şoreşgerên li derveyî welat hatibûn perwerdekirin hate kirin û dema ku ev kirin jî pişta xwe dan Berxwedana Zindanan a Mezin. Di esasê xwe de Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an û biryara berxwedana zindanan a serfiraziyeke îdeolojîk stendibû, ew kir pêngaveke gerîla û gihand gel.
Eşkere ye ku di van çil salên dawî de Kurdan bi vê ‘Biryara Berxwedanê’ ya ku di girtîgehê de hat dayîn û bi Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxa 1984’an ku veguherî çalakiya gerîla, her tişt bi navê azadiyê bi dest xist. Rêbertî li ser vê bingehê pêş ket, rêveberiya partiyê li ser vê bingehê hate avakirin, gerîla li ser vê bingehê hate birêxistinkirin, gelê Kurd bi jin û ciwanên xwe re li ser vê bingehê hate perwerdekirin û rêxistinkirin û ketin nava berxwedanê. Rastiya gelên ji bo azadiyê têdikoşin li ser vê bingehê hate bidestxistin. Şoreşa Vejîna Netewî li ser vê bingehê hate bidestxistin, Şoreşa Azadiya Jinê li ser vê bingehê hate destpêkirin, hîmên Şoreşa Rojava bi vî rengî hate avêtin. Bêguman di van 38 salên dawî de ne tenê li Kurdistan û Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê bûyer û pêşketina herî girîng û watedar pêngava Tevgera Azadiya Kurd a 15’ê Tebaxê ye. Vê rewşê ne tenê li Kurdistan û Rojhilata Navîn guhertinek çêkir, li hemû cîhanê jî bû guhertinek. Ji ber vê yekê di 38 salên dawî de ya herî zêde tê axaftin û nîqaşkirin Pêngava Şoreşgerî ya Gerîla ya 15’ê Tebaxê ye. Her kesî li gorî nêrîna xwe nirxandinan kir, hewl da bûyerê fêm bike û li gorî berjewendiyên xwe nêz bibe.
Bêguman nirxandina herî watedar ji aliyê avakarê Pêngava 15’ê Tebaxê Rêber Apo ve hatiye kirin. Di qonaxa yekem a serketinê de jî ew gotibû, “Ev pêngavek bi israr, bi hêvî û biryardariyê ye’. Ango israra di jiyana azad a mirovî de, israra di berxwedana li dijî dijmin de û pêngava hêviya jiyana azad pênase kir. Bi rastî jî ev pênaseya 38 sal in ku li Kurdistanê diqewime, îfadeya herî kurt e.
Çawa ku ev 38 sal in, îro jî em dikevin sala 39’an de, Kurd li her qadê di nava berxwedaneke mezin a gerîla û gel de ne. Ruhê Dihê û Şemzînan îro li Zap, Avaşîn û Metîna dijî. Pêngava 15’ê Tebaxê û Xeta Serketina wê, îro di asta pêşengtiyê de ji aliyê gerîlayan ve li Zap, Avaşîn û Metîna bi jiyanî dibe. Gelê Kurd bi pêşengiya jin û ciwanan di pêngava 15’ê Tebaxê û Xeta Serkeftinê de, bi pêşengiya berxwedana li Îmraliyê û Zapê şerê azadiyê dimeşîne. Gerîlayên ku 38 sal berê li Dihê û Şemzînanê bi ser ket, îro li Zap, Avaşîn û Metîna bi ser ketin.
Bi Pêngava Şoreşgerî ya Gerîla ya 15’ê Tebaxê re Kurd hînê têkoşîna azadiyê bûn û bi ser ketin. Êdî ne pêkan e ku mirov wan ji vê rêya rast, rêya serketinê dûr bixe. Ji ber ku li ser vê bingehê her tişt ji nû ve bi dest xistin û ji bo vê yekê ‘Artêşa Şehîdan’ a mezin ava kirin. Ji ber vê yekê tiştek bi hêsanî an bêberdêl nayê qezenckirin. Garantiya serketina Kurdan ew bû ku di têkoşîna azadiyê de hînî berdêldayînê bibin. Çawa ku êdî ne pêkan e gelê Kurd vegere rewşa berê, bi qirkirinê jî tinekirina wan ne pêkan e. Serkeftina dawî ya gelê Kurd e ku ji bo azadiyê têdikoşe û li ber xwe dide.
Li ser van esasan em 15’ê Tebaxê Cejna Vejîna Neteweyî û Cejna Gerîla ya gelê Kurd û dostên wan bi taybetî mîmarê hemû pêşketinan Rêber Apo pîroz dikin. Em 15’ê Tebaxê li gerîlayên ku li her qadê li ber xwe didin, bi taybetî li Zap, Avaşîn û Metîna pîroz dikin. Di şexsê fermandarên nemir Egît û Zîlan de em hemû şehîdên Pêngava Şoreşgerî ya Gerîla ya 15’ê Tebaxê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Gelê Kurd û dostên wan di pêşengiya jin û ciwanan de wê her roja meha Tebaxê di 15’ê Tebaxê de bi ruhê hewldan û serketinê bijîn û her roj veguherînin Cejna 15’ê Tebaxê. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me ew ê her roj veguherînin 15’ê Tebaxê û li her qadê bi çalakiyên nû û bi rengekî pir xurttir pêngava Dem Dema Azadiyê ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike hedef pêş bixin.
SELAHATTÎN ERDEM Nivîsanidye…..
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka