RIHA – Malbatê xwest nobetê li ser dêrenceyên ketina dadgehê bide destpêkirin, lê polîsên faşîst astengî derxistin. Polîsên faşîst bi fermana Walîtiya Rihayê hinceta “li ber avahiyên cemaweriyê li darxistina çalakiyan qedexe ye”, malbat negirt baxçeyê edliye. Polîsên qirker derveyî baxçe li pêşiya bariyerên li ber dadgehê nîşanî malbatê da. Emîne Şenyaşar bertek nîşanî astengiyê da û got: “Li şûna ku hûn me asteng dikin, biçin kujeran bibînin, li Pirsûsê bi rehetî digerin.”
Malbatê li dijî astengiyê got, “Em edaletê dixwazin, em li bin tavê bimînin jî, emê her edaletê bixwazin.” Malbatê di bin germahiya pleya wê 40 nîşan dide li “Quncika edaletê yê Malbata Şenyaşar” rûnişt û dest bi nobeta îro kir. Şenyaşar, diyar kir ku wan daxwaza hevdîtina bi Walî Salih Ayhan re kirine lê bersiva wan nehatiye dayîn.