NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro bi daxuyaniyekê nasnameya endameke xwe eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endama wan a ji kantona Tebqayê ya bi navê Wîdad El-Hac Ebdulehmed li kantonê, îro (8’ê Tebaxê) dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî, gihaşt asta şehadetê.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdê wiha ye;
Navê şehîd: Wîdad El-Hac Ebdulehmed
Navê bav: Îbrahîm
Navê dayikê: Nadîre
Cih û dîroka tevlêbûnê: Tebqa, 04.07.2021
Cih û dîroka Şehadetê: Tebqa 08.08.2022
Di dawiya daxuyaniyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.