NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Bêguman rêxistina me ya partî û eniyê ya li Ewrûpa, demek dirêje tevî hewldanên me yên avakirin û pêşxistinê, dûre ku xwe bi rêkûpêk bide rûniştandin. Ev bi gelemperî di nav PKK ‘ê de wisa ye. Ev xal pir vekiriye û xala ku em herî zêde li ser radiwestine. Rêxistinkirina miletê Kurd ji ya tê zanîn zehmetire û dibe ku xebata herî bingehîn serkeftinê saz bike ye. Di cîhanê de ti mirovek bi qasî mirovê Kurd bêrêxistin, nexasim nizane ji bo xwe birêxistin bike tine ye. Pir dijberî rêxistinkirinê ye, ya rastî kesayetek ji bo xwe beramberî rêxistinkirinê pir bi berteke. Ji temenê biçûk ve hesreta birêxistinkirina hewldanên xwe me. Min ev pir baş dizaniya: Ger tu bikarî van mirovan birêxistin bikî, wê tu şer ser bixî. Ji ber miletek pir qayîme û beramberî zehmetiyan pir bi sebre. Lê belê binyata mantiqî pir lewaz û çewte. Nizanin bibin yek. Beramberî hev pir bibertekin, lewra asta wan a qayîmbûna kesî ji her cure sepan û xizmetên dijmin re vekiriye û bi vî rengî jî tên bikaranîn. Ji ber vê Tevgera PKK’ê ya em behsê dikin ji nezanîn û nepêşxistina rêxistinbûnê re bersiva herî mezin dide. Cewhera rastiya Rêbertî bi xwe bersiva rêxistinbûnê ye. Ji hewldanên dijmin ên li dijî rastiya Kurd, bi gelemperî beramberî rêxistinbûna şoreşgerî û asta vê ya netewî û civakî, bêrêxistinkirin û ji bo xwe bûna amûrek derxistinê dibe bersivek bibandor. Di nirxandinên me de rola vê nêzîkbûnê heye. Hûn rêxistinbûnek nû nas dikin û dema pirsgirêkên wisa jî dibin mijara gotinê, kêmasiyek mezin hem dibînin, hem dijîn û heta nûnertiya wê dikin. Ev çawa dikare bê çareserkirin? Di vê mijarê de Rêbertî dikare çi bike? Hewldanên pir mezin hatine kirin û ev hêjî dibe şerê me ya herî mezin. Kesê feraseta rêxistinê ya rast û sepanên rast ser dixin, dibin rêberên serkeftinê yên herî bingehîn û yeman. Me bi gelemperî miletek fêrî rêxistinbûnê kir. Ji milet wêdetir, em hewl didin rêxistinbûna li nav PKK’ê pêş bixin. Xalek bêhempa ye. Em têkoşîna herî mezin di nav PKK’ê de di pirsgirêkên rêxistinî de dijîn. Nêzîkbûna bila rojekê axatiyê bike bila rihê wî derbikeve, bila rojekê birokrat be çi tê serê wî bila be heye. Ev jî xweşa zilam diçe. Me ev her tim wisa nirxandibû: Kesek wisa bi xatirê paşatiya rojekê dikare bavê xwe jî darve bike. Ev çanda qereçiyane. Bi sedan qadroyên wisa ‘ji xwe razî’, sedema vê nêzîkbûnê bi hezaran kes jî bi xwe re kirin qurban. Ger rast birêxistin bike û birêve bibe dê bigihe serkeftinê. Tê gotin; “Ezê serkêş bim, cixara xwe bikêşim, axatiyê û cendirmetiyê bimeşînim, ger rojek jî be ev keyf têra min dike.” Elbet ev jî qelsiyek ku di bin kûraniya civaka me de heyî rave dike. Sedema herî bingehîn a koletiya me, xistina me û bikaranîna me eve. Tevî hemû hewldanên me, em tenê nêzî rêxistinbûnek hevbeş a sînordar dibin. Dikarim bêjim, ji bo rêxistinê jiyîn, di nav fermiyeta rêxistinê de jiyîn, bi uslubê rêxistinê jiyîn egîdiya herî mezine. Ji yê vê ser dixe re dibêjim bijî û dibe ku ev rê ji pêşketina herî mezin re veke. Ez hêjî hewl didim we fêrî rêxistinbûnê bikim û ji bo ber bi rêxistinbûnek rast ve bikişînim dijwar mijûl dibim. Pirsgirêkên hûn behsê dikin ji bo min dikare di yek kêliyê de bên çareserkirin. Ji ber ev çil salin mijûldarê vê me û pratîka wê dijîm. Mirovek çiqas dikare bê birêxistinkirin, dikarim bi mirovekê çiqas kar bidim kirin, israra min a di vir de xebata min a asayî, balkêş û fêr bûme. Lê ev ji bo hevalên din ne wisa ye. Ji bo wan dibe karek ewqasî vale derdixin û naxwazin fêm bikine. Tu bêjî bimire dê bimire, lê wexta te got rast birêxistin bibe, çiqas zehmete hêştir xwe li ser xendekê re bavêje, xwe ewqasî di rewşek muhefezekar, paşverû û keyfî de dihêle û beramberî vê jî bi hêrsek mezin ve tê dîtin. Bêguman asta rêxistinbûnê ne weke berê ye. Êdî di nav PKK’ê de pîvanên rêxistinê tên rûniştandin. Mijara ku niha herî zêde li ser radiwestim eve: Gelo dibe ku di nav PKK’ê de asta navendî bê avakirin? Ma dibe di nav PKK’ê de qadroyên esasî bên derxistin? Ji bo vê pir mijûlbûn çêbûn. Ji bo wan bînim asta hêzek rêxistinî û wan di rewşek bikare birêxistin bike de bigirim, em hêjî neçar dimînin ji hevalên xwedî ezmûnên bîst salan re jî weke zarokan fêr bikin. Nexasim rêxistinparêziya miletê ku kedkar a di vê mijarê de ji rê hatiye derxistin. Raveya bîrdozî û siyasî pir rehet dikare wî bide karkirin, lê ne di ferqa vê de ye. Em dibêjin te bikar tînin, ser xwe ve were, te dikişînin nav nokeriyê, şiyar be, encam îmha ye û vê ferq bike. Em nebin dê ji mêj ve tine bibe. Hêjî ev şer di radeyek kûr de tê jiyîn. Hûn hinekê Ewrûpa bilêv dikin, di nav kedkarên dervî welat de fikar, gazinc û bertekên di mijarên rêxistinbûnek çawa pêş ketiye û divê çawa bê de bilêv dikin. Ev parçeyek rastiya giştî ye. Beşek herî girîng a rexneyên we, feraseta rêxistin û jiyana ku li vir serwere, di derbarê ku li wir zêde pêş neketî de ye. Dîsa ji hêla gel ve girêdana rêxistinê û asta rêxistinbûna li ser gelê me yên li vir serwere, di nav miletê me yên wir de pêş neketiye. Sedema vê jî di qadroyên wir de fikarên xweperestî û bi rêbazên fêlbaziyên cur be cur jiyana xwe ya kesî ewlekirinê di rêza yekem de digirin. Dîsa beşdarbûna miletê me yên li wir jî, ji rihê welat kûranî jiyînê dûre. Rewşa wan tevkariyek sînordar derbas nake. Ev dikarin werin piştrastkirin. Hem pêkane mirov lewaziyên milet ên di asta rêxistinî de bibîne, hem jî ji şêweya hîn zêdetir diyarker ji bo rizgarkirina jiyana qadroyan, rexneya di rastiyê de eyar dike û di nav helwesta xeta navîn de dimîne û uslubê vê dide axaftin raste. Ez jî tevlî rexneya mintiqê dibêje; “Çiqas bijîm feyde ye” û bi vê re dijî dibim. Ev rewş hûrûkûr tê jiyîn. Emê nexasim vî qadroyî çawa ji vê rewşê derbixin? Em çawa dikarin ji rewşa erzan, bi qasî erzane di nav hesabên xeter de ye derbixin? Em pir mezin bi ser wir de jî çûn. Her roj ferman tên dayîn, em dixwazin tevdîran jî pêş bixin. Em ji qadroyên ku nû li qadê pêş dikevin bigirin, heta yên bi ezmûn dişînin wir. Bi rastî jî yên xwedî ezmûn gelek xerîzeyên xwe yên çewsandine nû ferq dikin. Vê jî bi rehetî veşartî yan jî bi xebatên rêxistinî re têkilhev dikin û bi vî rengî her cure hesabkarî û fêlbaziyê pêş dixin, hewce bike ser digirin û hewl didin kar îdare bikin. Ev pir tê dîtin. Kesên ku di mercên Ewrûpa de mezin dibin jî xerîbiyek mezin dijîn. Pir zehmete partiyê, rêxistinê û milet binasin. Çi hatibe dayîn xwe wisa datînin holê û pir rehetî dikare bê dîtin li derdora vê jî gelek pirsgirêk hene. Navend û rêveberiya em herî bi ezmûn û durist pênase dikin, xwe ji vê rewşê rizgar nekiriye. Dixwazin bi niyetên baş hinek tiştan bikin, lê bûna raveya rêbertiyek rasteqîn dûrin. Jixwe raveyek rêbertiya rasteqîn dîtin, weke min gotî serkeftin bi xwe ye