Faşîzma AKP-MHP’ê ku li Zapê şikestiye, plan û hevsengiya xwe têk çûye, ji bo karibe li ser piyan bimîne li pey çareyên nû ye. Li pey hîle û lîstikan e. Hewl dide ji xwe re sparteyên nû bibîne ku piştgiriyê jê wer bigire. Li sûcên xwe sûcên nû zêde dike. Ji bo pêşî li hilweşîna xwe bigire, xwe li tiştên ji mar jî xerabtir digire. Lê belê çi dike bila bike, wê nikaribe tiştekî nû peyda bike ku pê hilweşîna xwe asteng bike û li ser piyan bimîne. Eşkere ye ku ji bo faşîzmê êdî her tişt qediya ye, rêyeke rizgariyê nema ye.
Piştî DYE, Ewropa, NATO, PDK û Qatarê, diyar e weke piştvanê dawî ku faşîzma AKP-MHP alîkariyê jê dixwaze, Rûsya derketiye holê. Daxwaza Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo endametiya NATO’yê, di berdêla ku piştgiriyê bidin qirkirin û dagirkeriya li Kurdistanê, bi NATO’yê re dike mijara bazarê. Diyar e ji wê derê jî nekariye daxwaza xwe pêk bîne, niha jî hewl dide bi Rûsyayê re bazariyê bike. Lê belê Rûsya ya ku li Ûkraynayê şer dike, heta ku ya dixwaze bi dest nexe, zehmet e ku piştgiriyê bide faşîzma AKP-MHP’ê.
Lîstika nû ya ku faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze pêk bîne, êrişa dagirkeriyê ya li ser hin herêmên nû yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev tê çi wateyê? Xuya ye faşîzma AKP-MHP’ê di şerê Zapê de ya dixwest nekariye bi dest bixe. Rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst ji bo karibe li ser piyan bimîne, ji şerê Zapê tiştekî cidî bi dest nexist. Eger di şerê Zapê de bi ser ketibûya û ji bo dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe hin tişt wergirtibûya, gelo wê li qadeke din a êrişê bigeriya? Bêguman wê lê negeriya. Eger niha li qadên nû yên êrişê digrre, ev yek nîşaneya herî şênber a têkçûna di şerê Zapê de ye.
Em vê rewşê ji destpêkê ve dişopînin û hewl didin rast fêhm bikin û binirxînin. Em zanin ku faşîzma AKP-MHP’ê ji 17’ê Nîsanê û pê ve bi rêbaza DAÎŞ’ê êrişî Zapê kir. Rêbaza DAÎŞ’ê çi ye? Li ser bingeha sûcê li dijî mirovahiyê, bi rêbazên hovane êriş bike, yên li hemberî xwe bitirsîne û bike ku bêyî li ber xwe bide bireve. DAÎŞ’ê li her cihî ev rêbaz bi kar anî bû. Faşîzma AKP-MHP jî di 17’ê Nîsanê de heman rêbaz li ser Zapê meşand û li ser vê bingehê planek amade kir. Hesabê wê yekê dikir ku bi êrişeke giran gerîla bitirsîne, neçar bihêle ku bireve û bi vî rengî bi lez herêmên ku dixwaze dagir bike.
Baş e encam çi ye? Eşkere ye ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li hemberî êrişkariya faşîst a AKP-MHP’ê li ber xwe dan û dest ji ti cihî bernedan. Ji wê jî wêdetir, derbên giran li çeteyên AKP-MHP’ê xistin ku hewl didan ji hewayî xwe li qadê deynin û ji bejahî ve jî xwe berdin qadê. Dawiya dawî plana serketina bi lez a faşîzma AKP-MHP’ê zû hate têkbirin û ji texmînan jî wêdetir derbên gelekî giran xwar. Faşîzma AKP-MHP’ê ku bi îdîaya vekirina kilîda Zapê êriş kir, mîna ku roviyê fêlbaz bi her çar lingan dikeve xefikê, li xefika Zapê asê ma.
Di rewşeke wiha de bi navê ‘vekişînê’ reva ji Zapê weke rêyekê kete rojevê. Kemal Kiliçdaroglû jî bi gotina ‘wê birevin’ pêşî li vê rêyê girt. Îdîaya Kiliçdaroglû ku digot ‘Wê birevin Emerîkayê’ di rastiyê de dihate wateya, wê ji Zapê birevin. Ji bo faşîzma AKP-MHP’ê ku ketiye xefika gerîla ya li Zapê û derfetên xwe yên vekişînê nemaye, lêgerîna li çareyekê wê demê destpê kir. Êrişa li ser Zapê ku li bendê bûn bi ser bikevin û temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin, bû sedemek ku hilweşîna faşîzmê bêhtir bi lez bibe. Lewma dan pey lîstik û lêgerîneke nû.
Rêbazeke nû ya ku faşîzma AKP-MHP’ê serî lê da, zêdekirina êrişên li ser gel û siyaseta demokratîk e. Avêtina ser HDP’ê, girankirina zext û êşkenceya li zindanan, zext û girtina hêzên demokratîk û çapemeniyê, birîna cezayên nenormal li Doza Gezî û gelek dozên din bi vî rengî ketin rojevê. Lê belê ti ji van nekarî Kurdan, jinan û hêzên demokrasiyê bitirsîne û bitepisîne.
Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo xwe ji rewşa heyî ya tengavbûyî rizgar bike, rêya zêdekirina êrişên li ser gerîla da ber xwe. Bikaranîna çekên kîmyewî bi vî rengî destpê kir. Ne tenê çekên kîmyewî, faşîzma AKP-MHP’ê li Zapê ‘çekên nuklerê yên taktîk’ jî bi kar tîne. Mebesta ji gotina ‘teqîna’ li tunelan, bikaranîna çekên nukler ên taktîk e. Hin generalên Tirk ên teqawîtbûyî li ekranên televîzyonan mikur hatin ku ji salên 1990’î û vir ve li dijî gerîlayên PKK’ê çekên nukler ên taktîkî têne bikaranîn. Ji ber ku sûcekî ji sûcê bikaranîna çekên kîmyewî girantir e, weşanên navborî yekser ji rojevê hatin rakirin. Ji ber ku vê yekê têrê nekir, êrişên dagirkeriyê ber bi aliyê Metîna ve berfireh kirin. Li Silêmaniye, Çemçemal û Mexmûrê êrişên MÎT’ê yên li herêmên Başûrê Kurdistanê hatin zêdekirin.
Lê belê van hemû êrişan têrê nekirin ku gerîla bê lawazkirin û faşîzma AKP-MHP’ê pûanekê bi dest bixe. Berevajî, faşîzma AKP-MHP’ê hîn bêhtir teşhîr bû û bêhtir derb xwar. Bi vî rengî eşkere bûye ku şerê Zapê jî wê nikaribe pêşî li hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê bigire. Şerê li Zapê her roj hîn bêhtir dibe çiraveke giran ji faşîzma AKP-MHP’ê re. Piştgiriya PDK’ê jî têrê nekiriye ku faşîzma AKP-MHP’ê ji vê çiravê rizgar bibe. Bi rengekî eşkere hatiye dîtin ku şerê Zapê wê hilbijartinê bi faşîzma AKP-MHP’ê re nede qezençkirin û faşîzmê li ser piyan nehêle.
Êrişên nû yên dagirkeriyê li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û florta nû ya bi Rûsyayê re bi vî rengî destpê kirin. Faşîzma AKP-MHP’ê ku di şerê Zapê de ya hêvî dikir bi dest nexist, bi gefa dagirkirinê ya li ser Minbic û Til Rifetê, dixwaze ji nû ve bi ser bikeve. Ji bo vê jî pêwîstiyê bi piştgiriya Rûsyayê dibîne û bi pêşkêşkirina hin derfetên nû yên Tirkiyeyê re hewl dide piştgiriyê ji Rûsyayê werbigire.
Faşîzma AKP-MHP’ê bi rastî jî di asteke cidî de tengav bûye. Meha Hezîranê hatiye û ji bo desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê serberjêrbûnê destpê kiriye. Bi vî rengî herî zêde heta Hezîrana 2023’an dikare desthilatdariya xwe dewam bike. Ji bo dema piştî wê divê çareyeke nû bê peydakirin. Baş e çare wê çi be? Ji bo karibe hilbijartinê betal bike, dike nake nikare rewşeke şer biafirîne. Bi fenên ku niha dike jî diyar e ku nikare pêşî li kêmbûna dengên xwe bigire. Ji xwe civak û qada siyasetê di mijara fenan de gelekî hişyar û baldar bûye. Bi şerê Zapê re pûanê xwe zêde nekir, berevajî vê yekê Zap ji bo faşîzma AKP-MHP’ê bû xefikek.
Niha maye êrişa ji bo dagirkirina yek an jî du bajarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Eger jinûve karibe dagirkeriyekê bike, li ser bingeha wê encamê wê hesab bike ku temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Dagirkeriyeke bi vî rengî wê bi faşîzma AKP-MHP’ê re hilbijartinê bide qezençkirin an na, ew mijareke cuda ye. Gelekî zehmet e ku qezenç bike, lê hesabekî bi vî rengî dike. Bi dîtina me ev hesab vala ye û wê ne bi dilê faşîzma AKP-MHP’ê be. Lê belê ev nayê wê wateyê ku di rewşeke wiha de li hemberî êrişên dagirkeriyê yên nû yên faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdengî û bêhelwestî bê nîşandan.
Ev yek ji bo her kesî derbas dibe. Çawa ku ji bo gel û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbas dibe, ji bo hemû hêzên demokratîk û şoreşger ên li herêmê û cîhanê jî derbas dibe. Wezîfeya hevpar a her kesî rabûna li ber destpêkirina êrişeke nû ya dagirkeriyê ya faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Eger êrişekê destpê kir divê her kes ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê bi hemû hêza xwe bixebite. divê ev hêviya faşîzma AKP-MHP’ê bê şikandin û hilweşîna faşîzmê hîn zûtir bê kirin.
Selahattîn Erdem Nivîsandiye….