DÊRÎK – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya dagiker û hevkarê wê PDK’ê ku ji 17’ê Nîsanê de, li ser Herêmên Parastina Medyayê êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin, heman demê de ji bo bersivdayîna seferberiya ku ji aliyê Komalên Ciwan ve hatî ragihandin, û tevlîbûna îlan kirina rewşa awarte ya li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xebatê xwe didomînin.
Di vê çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Dêrîkê, li dijî êrîşên dagirkeriyê, di xeta parastina rawa de, dest bi perwerde kirin û zana kirina civakê ya di aliyê bikaranîna çek de dikin.
Li ser vê bingehê îro li bajarê Dêrîkê bi beşdarbûna 20 kesan, ciwanan perwerdeya bikaranîna çek hem teorîk û hem jî pratîkî dan.
Ciwanan diyar kirin ku ewê bi her awayî parastina xwe bikin û welatê xwe di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de biparêzin û derbên giran li dagirkeriyê bixin.