REQA – Dewleta Tirk ya dagirker ji bo tune kirina gelê Kurd û Kurdistanê, bi hemû rê û rêbazên hov êrîş dike. Bi taybet piştî ku dewleta Tirk ya dagirker li ber berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk çû, êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirî. Ji ber êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ku bê navber li dijî gelên sivîl dewam dike, ji aliyê Rêveberiya Xwaser ya herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa awarte hate ragihandin.
Heman demê de ji bo tevlîbûna ciwanan ya nava vê pêvajoya û cihê xwe di nava xeta têkoşîna rizgariyê de bigirin, ji aliyê Komalên Ciwan ve banga seferberiya li dijî dagirkeriyê hate kirin. Li ser vê esasê tevahî ciwanên Kurdistanê, bi taybet jî ciwanên Rojavayê Kurdistan û tevahî ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bi her awayî çalakî û amadekariyên xwe yên li dijî êrîşên dagirkeriyê dewam dikin.
Di çarçoveya van mijaran de ciwanê ji bajarê Reqayê axivî û bang li tevahî gelê welatparêz kir ku li dijî dagikeriyê xaka xwe biparêzin, her wiha bang li tevahî ciwanan jî kir ku, ji vê re pêşengtiyê bikin.
Destpêkê bi balkişandina ser amadekariyê ciwanan ya ji bo têkoşîna li dijî dagirkeriyê, Dilyar dest bi axaftina xwe kir û wiha got; “Navê min Dilyar e, cihê xwe di rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Reqayê û gundewarên wê de digirim. Em weke ciwan û jinên ciwan ve li vê derê, mijarên ku herî zêde nîqaş dikin, ser rewş û pêvajoya heyî bi cewhera wê ye.”
Her wiha Dilyar amade kir ku ew weke ciwanên reqayê ji bo şerê li dijî dagirkeriyê amade ne û bi vê rengî axaftina xwe domand; “Me hejmareke ciwan û jinên ciwan ve li bajarê Reqayê amade kiriye, ji bo dema êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya dagirker, li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê kirin, em ji bo bersivdayîna wê amade bin.”
Dilyar diyar kir ku gel bi germahiyeke mezin wan pêşwazî dikin; “Heman demê de em her serdana komîn û malan dikin, em ji aliyê gel ve jî bi germahiyekê tên pêşwazî kirin. Em bi van serdanên xwe gel, li dijî dagirekriyê bi rêxistin dikin. Em tevgera xwe bi her kesî didin nas kirin, li kêleka wê jî bal dikşînin ser êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li dijî herêmê û çawaniya perwerdeya li ser çekê.”
Di dawiyê de ciwanê ji bajarê Reqayê Dilyar bang li tevahî ciwanan kir ku ji bo parastina welat pêşengtiyê bikin û got; “Di dawiyê de bang li tevahî gelê xwe dikin ku, li dijî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker parastina xaka xwe bikin. Em weke ciwan û jinên ciwan jî, erka me ya ku em ji vê re pêşengtiyê bikin.”
NC// Hozan Can