COLEMÊRG – Li bejahiya mezraya Anîtos a girêdayî gundê Marûnis ê Colemêrgê, duh di saetên serê sibê de di navbera gerîlayên azadiyê û leşkerên artêşa Tirk ya dagirker de şer dijwar diqewimî. Piştî şerên dijwan ên li herêmên qewimîn, helîkopteran gelek qadên daristanê bombe baran kirin. Piştî pevçûnan bi wesayîtên zirxî û helîkopteran leşker sewqî herêmê hatin kirin.
Heman demê de, li qadên Çiyayê Bûsindî, Melûnan, Suwarê Bêriya û Çiyayê Berana yên girêdayîn mezrayên Anîtos û Kutos ên girêdayî gundê Marûnisê jî êrîşên dagirkeriyê hatiye destpêkirin, liv û tevgera helîkopteran jî zêde bûye.