QAMIŞLO – Vê sibehê şêniyên navçeya Tirbesiyê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Dilsoz Tirbespiyê li Goristana Şehîd Dilşêr a Dugurê spartin axê.
Duh dewleta Tirk ya dagirker, li bajarê Qamişlo bi balafirên bê mirov êrîşek pêk anî, di encama êrîşê de 4 endamên erka xweparastinê şehîd bûn, 3’ê jî birîndar bûn.
Yek ji wan Dilsoz Tirbesipiyê bû û îro di seatên sibehê de li Tirbespiyê, bi girseyekî mezin hate veşartin.
Li goristanê li ser navê fermandariya erka xweparastinê Eyaz Tirbespiyê axivî û soza berdewamkirina xeta şehîdan nû kir.
Piştre jî nasnameya şehîd Dilsoz hat xwendin û radestî malbatê hate kirin. Bi siloganên şehîd namirin ew spartin axê.