NAVENDA NÛÇEYAN –
Bi şehîdbûna Fermandarê Mezin Rêheval Egîd, dijmin wisa hizirî ku; êdî egîdên mîna wî nema derdikevin. Kesayetên ku ruhê Apoyî di nava mejî û cewherên xwe de bihêrin wê derkevin. Dijmin xwe xapand, ji ber ku rastiya Rêber APO; ne rastiyeke fîzîkî ye, ji wê zêdetir rastiyeke felsefîk e, jiyanî ye, bîrdozî ye. Di heman demê de ramana jiyaneke azad û bêdawî ye. Lewma Rêber APO bi dehan kesayetên mîna Egîd afirand û ew kirin bizoteke ji agirê azadiyê û pijiqand di nava hemû kîn û hêrsa wî de. Rêber APO ev bi dijmin da nîşandan; eger Egîdek bi bedena xwe xatir ji me bixwaze; waye em xwediyê wê hêzê ne ku bi dehan Egîdan derînin û her bi wan Egîdan hêviyên gelê Kurdistanê biserbixînin. Bi rastî dema ez vê tînim ser ziman, ne ku bi çend gotinan dibêjim. Lê, min ev rastî bi çavên xwe dît û bi guhê xwe bihîst. Lewma wan hevalan cihekî xwe yê taybet di dilê me de çêkirin. Dibe ku bi bedena xwe li herêma Garzanê man, li gel me bûn lê belê, bi hevaltî û girêdanên xwe yê bi Rêbertî re cihekî xwe di nava hestên her hevalekî de hiştin.
Ji ber wê rastiyê ez dixwazim behsa her du hevalên hêja û qehreman bikim. Hevalê Egîd birayê Rêhevalê Egîd ê Mezin û Hevalê Wedat Aydin birayê hevalê hêja, Hevalê Wedat Aydin ê mezin bû. Hevalê Egîd xwediyê wan taybetmendiyên ku negengaz bû bandora xwe li her hevalekî neke. Ji xwe navê xwe jî kiribû ‘Egîd’. Hîna matmayî dimînim gelo ew çi hêz bû ku li gel wî hebû û ewqasî bandora bi lez li mirovan dikir! Em demeke kurt bi hev re man lê belê, em fêrî gelek taybemendiyên ku mirovan mezin dikin bûn. Ji her liv û tevgerek wî te dikarî gelek xweşikiyan jê bigrî. Ti caran rê nedida wan taybetmendiyên te yên ku negihiştibin asta kesayeteke şoreşgerî. Her hizrên te di nava hişmendiya Rêbertî de dişûşt.
Di nava jiyanê de, dema te lê mêze dikir, te bangewaziya kesayeta Rêhevalê Egîd yê Mezin tê de didît. Dida hîskirin, dida bibîranîn. Gava nêzî te dibû, hevaltî bi te re dikir, te dikarîbû pir eşkere wê germbûna hestên wî û xwestekên wî hîsbikî. Di cîh de dikarîbû cudahiya xwe bide nîşandan, weke ku ew taybetmendiyên Fermandarê Mezin yê Hevalê Egîd zindî dikir. Kesayeta wî bibû kombûyîna cewherê Rêheval Egîd.
Eger gotin di cih de be, birayê Hevalê Egîd hîna bêhtir ruhê zarokatî di xwe de diparast. Taybetmendiya wî ya herî li pêş fedekarî û hevaltiya wî bû. Ew taybetmendî di kesayeta wî de hatibû rûniştandin. Her wextê behsa Rêbertî dikir û çawa hewl bide layiqî keda Rêbertî be. Ne tenê bi axaftin lê, bi kar, xebat, tevlîbûna hemû karên karîgerî jî pêkbîne. Ji xwe dema hevalekî peywendî pê re bi pêşxistiba, bi awayekî xwezayî rêzdariya xwe pê dida hîskirin.
Beriya her tiştî, dema mirov ji dûr ve jî lê temaşe bikira, taybetmendiya wî ya herî li pêş fedekariya wî bû. Ziman xweş, rêzdar û bi her peywiran radibe. Hevalên li derdora xwe hîs dikir û xwediyê wan şêwazan bû ku çawa nêzî her hevalekî bibe. Di nava axaftinên xwe de bi te re heval bû, di çûyîna peywirekê de jî heman heval bû.Tevlî hemû erkan dibû, qet xwe ji ti erkan dûrnedixist.. Yanî her çendîn demeke kurt di nava hevalan de ma lê, bi wan taybetmendiyên xweşik kesayeta xwe dabû pejirandin û hezkirin.
Ji ber vê sedemê dema yekîneya me hate sazkirin, yekemîn hevalê ku hate hilbijartin Hevalê Egîd bû. Di asta fermandarê komê de bû. Her çiqasî ji Qada Rêbertî jî hatibû û perwerde jî li gel Rêbertî dîtibû, paşî weke hêza mudaxelê ji bo herêma Garzanê hatibûn jî, lê belê, ji ber sedema ku di hêla ezmûnên jiyana Gerîlatî de nûbûna wî hebû, lewma hevalan ew weke Fermandarê Mangê hilbijartin. Ya herî seyr û balkêş, çawa di demekê ewqasî kurt de xwe di nava hevalan de da hezkirin û weke Gerîlayekî kevin û xwedî ezmûn tevdigeriya. Ger em rastiyê jî bibêjin, bûyîna Fermandarê Mangê jî ne erkekî hêsan e! Lê belê bi wê hebûna xwe ya ji her hêlê ve da bandorkirin, hevalên çêkerê jî ew layiq dîtin ku derbasî astekî hêja bibe. Ji gavavêtinên nû re vekirî bû. Her te çavên xwe bigeranda te sekna wî û tevgera wî ya cuda bidîta. Bi nêzîkatiyên xwe yên rêxistinî pir cuda bû.
Ew taybetmendiyên wî yên xwezayî û tevlîbûna wî paşeroja wî dida diyarkirin. Wisa bi sekna xwe dida nîşandan ku Hevalê Egîd ê duyemîn derbasî jiyanê dibe. Ger tenê di hêla manewî de mabe jî di awirên wî de xuyabûn, her tişt mirov dikarîbû bidîta. Rûyê wî mîna neynika hundirê wî bû, ew neynika Hevalê Egîd bû. Ew heval jibîra min naçe.
Bêguman Hevalê Egîd û Hevalê Wedat jî bi hev re ji Qada Rêbertî hatibûn. Hevalê Wedat jî birayê Hevalê Wedat Aydin yê Mezin bû. Wî jî navê Hevalê Wedat Aydin rakiribû. Ew bi xwe komekhevalbûn, weke komên bijare hatibûn herêma Garzanê. Her yek ji wan di asta berpirsyar de hatibûn. Ew nêzî şeş heyv bûn hatibûn herêma Garzan’ê. Em bi hev re jî derbasî Mereto bûn. Ji xwe Hevalê Wedat di asta Fermandarê Yekîneyê de hatibû erkdarkirin. Lê belê, ji ber ezmûnên wî yên pratîkî tinebûn weke Fermandarê Desteyê hate hilbijartin.
Hevalê Wedat li ser perwerda me ya bîrdozî jî radiwestiya. Taybetmendiya herî balkêş ya Hevalê Wedat ew şêwazê axaftinên wî yên xurt bû, pir bi hêz bû. Dikarîbû pir bi lez mirovên derdora xwe bide bawerkirin. Dizanîbû çawa qise bike û di kîjan dem û cihî de tevbigere. Erkdarekî wisa pir dilnizim bû, mereqdarê her tiştî bû, pir zindî, bi coş, biliv û tevger bû. Dema ku mirov li rengê wî temaşe dikir wisa bejin dirêj bû, zexim xuya dikir lê belê, dema tu diketî hundirê ruhê wî de û ew nasdikir, te dikarîbû tê de cewaziyeke xweşik û delal bidîta. Beramberî wê bedena wî ya zexim ku nerîneke cewaz bi te re çêdikir, xwediyê wî cewherî bû ku dilê wî pir biçûk e û hestên wî nazik in. Her wextê du taybetmendiyên wî yên ku heval dikêşandin xwe yek; bi qiseyên xwe bîr û baweriya mirovan xurt dikir, ya duyemîn; dilnizmiya wî bû. Xwe dadixist asta her hevalekî. Dikarîbû xwe bi hevalan bide pejirandin. Peyvên xwe û liv û tevgera xwe dikir yek. Ew jî û Hevalê Egîd jî, xwe bi medan qebûlkirin. Dema ew nebana hema mirov dikarîbû hîs bike. Xwediyê hebûna xwe bûn di nava jiyanê de. Çavên mirovan li wan digeriyan. Di demeke kurt de di herêmê de guherînên mezin çêkirin, taybet ew erkdariya ku Rêbertî da bû wan jî ne biçûk bû.
Qet jibîra min naçe; dema ku em diçûn nava gundekî jî Hevalê Wedat pir li ber çav bû. Dan û stendinên wî yên xwezayî bi gel re hebûn. Di heman demê de bi hevalan re jî wisa bû. Dema mirovek lê mêze bikira dikarîbû rûyê wî yê biken bidîta, xweseriya wî, daxwazên wî û xwerûbûna di têkiliyên wî de, dikarîbû rihet di çavên wî de bixwenda. Ew Fermandarê me yê paşerojê bû, nû bû lê, gelek tiştên mezin kirin.
Her çendî gelek xewn û xeyalên wan hebûn negihan pêkbînin, lê belê ew xewn û xeyal ji me re hiştin, em bibin pêkanînwanên wan. Her du heval zû şehîd ketin di pevçûnekê de li herêma Garzanê de. Ew heval ji bo me wendahiyên herî binirx û hêja bûn. Di nava wê desteya ku ji duwanzdeh hevalan pêkdihat, hêza herî mezin ew bûn. Bi kesayeta xwe ya ku ji Rêbertî girtibûn û bi erkên xwe ve, xwe kirin hêza bandorê ya herî mezin. Bûn mînak di nava hevalan de.
Tê bîra min dema me xwest em derbasî Mereto bibin, heval jî nîqaş dikin ka em ê çawa herin! Em ê çawa tevbigerin? Em ê çi bikin? Ji bo vê xalê Hevalê Dilgeş û Wedat ji me re civîn çêkirin. Hevalê Wedat jî behsa Rêbertî kir jê re gotiye; “çawa birayê te Wedat Aydin, gelê Amedê rakir ser piyan, tu jî here û gelê wê derê rake ser piyan”. Wexta diaxivî û hestê xwe tanî ser ziman, mîna ku germbûna vê jiyanê tevî di hundirê hêvî û xwestekê xwe de herikandibû. Her vedigot: Misoger e ez vê xwesteka Rêbertî pêkbînim. Bi van hestan re hemû heval bandor dibûn û ya herî girîng em dibûn xwediyê wê bîr û baweriyê ku ti caran neyar nikarin me mendel bikin. Ger Wedat Aydinek çû waye, bi dehan Wedat Aydin rabûne û nahêlin ku şûna wî vala bimîne. Me wisa hest pê kir ku pêwîst be em ê hemû jî bibin Wedat Aydin.
Di wê civînê de jî birayê Hevalê Egîd yê Mezin jî rabû ser xwe û axivî. Got: Rêbertî ji min re jî got: “Pêwîst e tu Rêhevalê Egîd temsîl bikî”. Gava ev dida diyarkirin û wisa kelecaneke kûr li ser rûkê wî xuya dikir, girêdaneke bêsînor ji Rêbertî re dida diyarkirin. Bi xwestek bû bibe layiqî nêrîna Rêbertî. Ne tenê di soza xwe de lê belê, di jiyan û parvekirina xwe bi hevalên xwe re pêktanî.
Dema van her du hevalan bi me re ev hest û daxwazên xwe parvekirin em gelekî kêfxweşbûn û hêviyên me hînê jî bi hêzbûn. Ji ber rastiya Rêbertî derdikeve holê ku dikare mirovên Egîd her demê biafîrîne. Ti carî xeyal û xweziyên wan li asîmana namînin. Em hemû hêza xelekekê bi hev ve girêdayîne, her ku xelekek kêm bû wê xeleka din wê temam bike. Ji ber em hişmendiya azadiyê ne.
Ji pênûsa Mizgîn Garzan