HESEKÊ – Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê, tevlî merasîma veşartina şehîd Ebdurezaq El-Hemed (Bicarî) bûn ku dema erkê xwe yê leşkerî pêk dianî şehîd bûbû.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin û merasîma leşkerî ya ji aliyê şervanên QSD’ê ve hat li darxistin destpê kir. Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mehmûd Cewad axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: “Şehîdên me ji bo azadî û rûmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê canê xwe feda kir. Şehîd pêşengên me yên rast in. Dagirkera Tirk zarok, kesên temenmezin li pêşiya çavên cîhanê dike hedef.”
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îvan Ednan nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.
Di merasîmê de nasnameya şervanê QSD’ê Îbrahîm El-Heşî eşkere kir ku li navçeya Til Temirê dema erkê xwe yê leşkerî pêk dianî, şehîd bibû.
Girseya gel cenazeyê şehîd Ebdurezaq bi siloganan li goristanê veşartin.