NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêza wan, di roja 5 heya 7’ê Tebaxê, li herêmên Bab, Şera û Ezazê, li dijî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker çalakşya bersivdayînê li darxistine. Di encama çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de, 1 ji wan fermandar 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin ceza kirin, 11 leşker jî birîndar bûn.
Bi temamî daxuyaniya ku hatî dayîn bi vê rengî ye;
Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku her roj li hember heremê me li dar dixe, di rojên 5, 6 û 7ê Tebaxê de, li herêmên Bab, Şera û Ezazê ji aliyê hêzên me ve çalakiyên bersivdayînê hatin li darxistin.
Di roja 5’ê Tebaxê de, li herêma Babê, di baregehek artêşa Tirk a dagirker de kamerayek mobese û termalek hat îmha kirin.
Di roja 6’ê Tebaxê de, li gundê Enabkê ya girêdayî navçeya Şera, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Herwiha di vê çalakiyê de 1 tank û 3 obîs hatin derb kirin.
Di roja 7’ê Tebaxê de, li gundê Kil Cibrîn ya girêdayî bajaroka Ezazê, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat li darxistin. Di encama vê çalakiyê de 1 ji van fermandar 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn. Herwiha depoya cebilxaneya baregehê hat îmha kirin.
Di encama van çalakiyên 3 rojan de bi giştî 1 ji wan fermandar 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 11 leşker jî birîndar bûn.